Rejîma AKP-MHP’ê şaredariyên ku di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de careke din winda kir, bi darbeya qeyûm careke din desteser kir. Serokkomar Tayyîp Erdogan di daxuyaniyên xwe de diyar kir ku ferzkirina qeyûman wê dewam bike, bi taybetî jî dest dîne ser şaredariyên Kurdan.
Ji rêveberên Sendîkaya Înşaat-Îşê Denîz Gîder ku li Kurdistanê û Tirkiyeyê karê rêxistiniyê di nava karkerên înşaetê dimeşîne, ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku desteserkirina îradeyê destwerdana li jiyana rojane ye û êrîşa li dijî hêza rêxistinî ya Kurdan e.
Gîder diyar kir ku rejîma qeyûm tê wateya hewldana tepisandin û belavkirina her çepera têkoşîna rêxistinî û got, “Şaredariyên ku gelê Kurd bi têkoşîneke zor û zehmet bi dest xist, ji ber vê sedemê hatin desteserkirin.
Qeyûm li dijî gelê Kurd darbeyeke li dijî hêza wê ya siyasî ya li her qada jiyanê ye. Nîşaneya bêrêxistinkirin û dorpêçkirina jiyana rojane ye. Ji ber vê yekê jî qeyûm weke karê destpêkê rêxistinî û saziyên gel ji hev belav kir.”
JI BO KARKERAN TÊ WATEYA FERZKIRINA BÊRÊXISTINIYÊ
Denîz Gîder ragihand ku qeyûm ji bo karkeran tê wateya ferzkirina hîn bêhtir bêrêxistiniyê, tepisandinê û mehkûmkirina li mûçeyekî xizaniyê û got, “Rejîma qeyûm tê wê wateyê ku her tiştên li pêşiya avakirina rejîma mêtingeriyê asteng e, ji holê bê rakirin.
Polîtîkaya qeyûm dijminatiya li îradeya têkoşînê ya karker, kedkar, gelên bindest, jin, ciwan û hemû bindestan e. Ji bo karkeran hîn bêhtir bi vî rengî ye.”
‘LI DIJÎ REJÎMA QEYÛM DIVÊ TÊKOŞÎNA RÊXISTINÎ HÎN BÊHTIR BÊ MEZINKIRIN’
Gîder anî ziman ku li dijî rejîma qeyûm divê têkoşîna rêxistinî hîn bêhtir bê mezinkirin û got, “Sermaye û nûnerê wan ê siyasî diwaze rejîmeke kedê ya hovane û bê pîvan ava bikin, karkeran hîn bêhtir bêrêxistin bikin. Kuştina mirovan li ser kar, zordariya rejîma kedê nîşaneya vê yekê ye. Polîtîkaya qeyûm jî bersiva siyasî ya vê yekê ye. Jehrkuja vê jî hîn bêhtir rêxistinî û têkoşîn e.”