Bêndera dexl û dan bi wateya ku li xwe bar dikir, di nîvenga jiyana mirovahiya ku li Mezopotamyayê geş dibû de, cihê şahî, huner û bereketê bû. Civak, niştîcehbûna xwe li derdora wê benderê ava dikir. Huner rê û rêbazên xwe peyda dikir. Hêdî hêdî curbecuriya hunerê derdiket pêş. Ev yek di hêla hişmendî de dikir ku mirovahî ji xwe derbas bike. Jina ku xwedî sêhra bênderê bû, li pey xwe şopeke qedîm dihêla. Di roja me ya îro de jî ew deng, reng, hest û hişmendiya qedîm olan dide. Pêl bi pêl ew olana qedîm xwe digihîne me û vejîna xwe ya hemdem li ser me ferz dike.
Îro ew ferzkirina binyadî ya weke mîrateyeke qedîm a li ser milê me ye, bi destpêkirineke nû mizgîniyê dide tevahî çand û hunerhezan. Di 29ê meha Mijdarê de, li bajarê Hesekêya Rojavayê Kurdistanê Peymangeha Bilind a Çand û Hunerê ya Hîlala Zêrîn, mazûwaniyê ji şagirtên çand û hunerê re kir. Destpêkirin, yekem gotin û wateya ku mirov lê bar dike, nişan dide bê wê çawa berdewam bike jî. ‘Jin hunera azad dirêsin’ sernavê wateya vê avahiyê bû. Ji ber ku rêsana hunerê kare jinê bû û heke ev rêsan bi awayê azad jî nebe wê negihîje armanca xwe.
Her wiha dîroka vekirina peymangeha bilind jî xwedî wateyeke dîrokî bû. 29ê mijdarê salvegera şehadeta jina şoreşger, hunermend, wêjevan Şîlan Kobanê bû. Ku rêwitiya Şîlan Kobanê ya ji bo azadiyê bi rêya hunerê destpêkiribû. Ev yek di kesayeta şehîd Şîlan Kobanê de weke rêzgirtineke taybet û bedew a ji bo tevahî şehîdan bû ku her yek ji wan rêwitiya xwe vê jiyanê bi hunera azad rêsa bûn.
Peymangeha Bilind a Çand û Hunerê ya Hîlala Zêrîn ku dikare bê gotin mînakeke bi vî hawî li tevahî cîhanê nîne, dîsa ferq û bandoriya binyadî ya druşmeya Jin Jiyan Azadî nişan dide. Bi çar beşên xwe yên binyadî yên weke muzîk, şano, sinema û peyker-wênexêzî wê hewla xwe gihandina kokên xwe, olana ku ji dapîrên me maye û heta niha jî di kerika guhemê de weke lorîkane, wê bê ava kirin. Destpêkirin û avakirin zehmete lê hêjaye. Serkeftin di vê destpêkirin û avakirinê de veşartiye. Weke jin ji her neteweyekin lê bihevre sihra vê destpêkirin û avakirinê didin. Di vê peymangehê de jinên Kurd, Ereb û Ermen bi wê hunera jinane wê xwe bigihînin kokên xwe. Tenê bila di wan dilên ciwan de ew evîna avakirinê hebe bese.
Bênder di heman demê de safîbûn û zelaliye jî. Ka li hêlekê û dexl û dan li hêlekê dimîne. Li bêndera çand û hunerê jî safîbûn û zelalbûn heye. Zerafet ji çorsbûnê rizgar dibe û her wiha bedewî jî ji mekruhiyê. Yê dimîne zerafet û bedewiya wate û heqîqetê ye. Ev jî jiyana azad, xwebûn û wateye. Îro bênderek ji bêndera me ya çand û hunerê ev peymangehe.