Bi boneya rojbûna 77’emîn a Rêber Apo, bi hezaran kes ji gelek bajaran ber bi Festîvala Rojên Amarayê ve bi rê ketin. Festîval dê li navçeya Xelfetî ya Rihayê bi dirûşmeya “Bi Rêberê Azad re ber bi Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk” ve were lidar xistin.
Amadekariyên festîvalê saet 10:00’ê sibê dest pê kirin û welatiyên navçeyê serê sibê berê xwe dan qada festîvalê. Gelek kes li Parka 4’ê Nîsanê ya li navenda navçeya Xelfetî kom bûn.
Welatiyên ji herêma Çukurovayê, ku duh bi rê ketibûn serê sibê gihîştin parkê. Jin, bi taybetî ew ên ku alên zer, sor û kesk hildigirtin û stranên Kurdî digotin, berî komê jî gihîştin.
Serê sibê 8 otobus, 3 mînîbus û 50 wesayît ji Mêrdînê û 50 wesayît jî ji navçeya Wêranşar a Rihayê hatin.
Welatî li benzînxaneyekê di rê de rawestiyan û li ber stranên berxwedanê govend gerandin. Di tevahiya rêwîtiyê de, gelek caran dirûşmeyên wekî “Rojbûna te pîroz be ey Serok”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Di heman demê de, hat hînbûn ku welatiyên ku bi 4 otobus û gelek wesayîtan ji Şirnexê derketin rê, ber bi Xelfetiyê ve diçin.
Tê payîn ku komên ku ji cihên cuda derdikevin, di nav rojê de bigihîjin Amarayê.

