Endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê û Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê rojnamevan Nagihan Akarsel 4’ê Cotmeha 2022’yan li bajarê Silêmanî yê Herêma Kurdistana Federe di encama êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da. Ji rojnamevaniyê heta xebatên jineolojiyê, di têkoşîna heqîqetê ya jinê de ji hemû jinan re bû îlham. Tevî ku 3 sal li ser qetilkirina wê derbas bûn, têkildarî êrîşê ti kes nehate darizandin û ti kesê ceza nestand.
Nagihan Akarsel weke keseke ku di nava xebatên Jineolojiyê de dikeve pey heqîqeta jinan, bi nivîs, helbest û romanên xwe hîn jî ronahiyê ji têkoşîna azadiyê ya jinê re digire.
Nivîskara Kovara Jineolojiyê Fîgen Aras têkoşîna Nagihan û bandora wê wiha vegot: “Me ji helbest û romanên wê jî heman lêgerîna heqîqetê hîs dikir. Ji nivîsên wê diyar dibû ku 24 saetên rojê bi derdê têkoşîna azadiyê ya jinê derbas dikir. Ev pir bi qîmet bû. Nagihan hevalek welê bû ku hem bûyerên rojane dixwend, lêpirsîn dikir, hem jî dîrok dixwend û ji bo girêdana di navbera dîrok û ya îro de çêbike pêdivî bi şîroveyên felsefî û zanistî didît. Bi hovane hate qetilkirin.”
Fîgen Aras diyar kir ku zihniyeta desthilatdariya mêr bi qetilkirina Nagihan, dijminatiya xwe ya li hemberî jinan nîşan da û got, “Zihniyeta desthilatdariya mêr li dijî jinên ku difikirin, lêpirsîn dikin, li heqîqet û navê xwe digerin dijminatiyeke mezin raber dike. Ji ber ku enerjiyeke Nagihan hebû. Vê enerjiyê bandoreke mezin li jinên din ên ku ew dişopandin, dikir. Enerjiyeke pir afirêner bû û hêvî dida.”
‘JI ME HEMÛYAN RE DIBÛ ÎLHAM’
Fîgen Aras destnîşan kir ku nivîsên Nagihan dibûn sedem ku jin nasnameya xwe ya azad bi bîr bixin û ev tişt got: “Yên ku Nagihan dixwendin, nasnameya jina azad a di hundirê xwe de û lêgerînên xwe didîtin. Zimanekî wê yê pir samîmî û pênûseke wê ya ku hêvî dida, hebû. Lê belê şehadeta wê destpêkê di me de hêrseke pir mezin çêkir. Rêxistinkirina vê hêrsê, vegotina wê û bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ re zindî kirin pir bi qîmet bû.”
Fîgen Aras diyar kir ku xeyala herî mezin a Nagihan û yek ji hewldanên wê ew bû ku li Silêmaniyê pirtûkxaneyeke jinan ava bike û got, piştî qetlîamê ev xeyala wê pêk hat û bi hezaran jin ji wê pirtûkxaneyê sûd werdigirin.
‘NASNAMEYA JINA AZAD HEDEF GIRTIN’
Fîgen Aras têkildarî hedefgirtina jinan û êrîşên sîstematîk axivî û ev tişt got: “Sîstem, dewlet yan jî kîjan çêker dibe bila bibe, ji nasnameya jina azad pir ditirsin. Ji ber ku bawerî, soz û keda jinên pêşeng ji hemû jinan re dibe îlham. Ji bo pêşî li vê îlhamê bigirin, jinan bitirsînin, biçewisînin û ji têkoşînê dûr bikin, êrîş tên kirin. Ti hinceta din a kuştina Nagihan nîne.”
Fîgen Aras destnîşan kir ku piştî şehadeta Nagihan eleqeya jinan a ji bo xebatên Jineolojiyê û azadiyê hîn zêdetir bû.
‘NAGIHAN JI BO ROJÊN AŞTIYÊ TÊKOŞIYA’
Fîgen Aras herî dawî peyamên Rêber Apo bi bîr xist û axaftina xwe wiha temam kir: “Me dixwest ku Nagihan van rojan bibîne. Lê jixwe wê ji bo van rojan têkoşiya. Wezîfeya me ew e ku em ji bo aştî û civakek demokratîk têkoşîna xwe bidomînin û bidin domandin.”