Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) bi munasebeta 1’ê Gulanê daxuyaniyên niviskî weşandin.
TJA’yê di daxuyaniya ku bi senavê “Niha dema jinan e” weşand de diyar kir ku rejîma tecrîdê ya ku îro li Îmraliyê şênber bûye, em dikarin bêjin ku pergaleke ku tevahiya civakê xistiye nava tarîyekê û bi vê armanc dike ku tevahiya civakê bêdeng bike û ev tişt got: “Di heman demê de astengkirina azadiya fîzîkî ya rêzdar Abdullah Ocalan, di rastiyê de astengkirina aştiya civakî û modela jiyana nû ye ku bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ hatiye hûnandin. Heta ku rejîma tecrîdê neyê rûxandin, em ne dikarin dawî li desteserkirina kedê bînin, ne jî dikarin ji vê xeleka tundiyê ya ku gihiştiye qirkirina jinê xelas bibin. Ji ber vê yekê, her dirûşma ku em ê li qadên 1’ê Gulanê berz bikin, wê bibe îfadeya biryardariya me ya têkbirina tecrîdê û tacîdarkirina azadiya siyasî bi azadiya civakî.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Daxwaza me ya jiyaneke bêtundî aştiyane û wekhev; ne daxwazeke li ser kaxezê ye, daxwaza berxwedanê ye. Li dijî her cure mekanîzmayên zextê, bêhiquqiyê û êrişên zayendperest, têkoşîna me bi biryardarî mezin dibe. Em ê dev ji pirsîna hesabê Gulistan Doku, Rojwelat Kizmaz, Rojîn Kabaîş ên ku aqûbeta wan bi salan e di tariyê de hatiye hiştin û hemû jinên ku li Dilovasiyê di nav dûmanên fabrîkayan de hatine qetilkirin, bernedin.”
Di daxuyaniya DBP’ê de wiha hate gotin: “Bûdçeyên ku li dijî şerê hebûna Kurdan hatiye veqetandin, aborî têk biriye, bêkarî û xizanî mezin kriiye. Yên qezenc kirine, bûna kardêr û baronên şer. Budçeya ku ji bo şerê 40 salî hatiye veqetandin tenê bi vexwarina xwîna gel ve sînordar nemaye, derbe li yekitiya karker û kedkaran xistiye. Qetlîam û tundî li ser gelê Kurd hate kirin. Di vê çarçoveyê de Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, navê hûnandina jiyanek nû, hêvî, rêxistina têkoşîna karker û xizanan û avakirina civakek demokratîk e. Serketina pêvajoyê dê bibe serketina kedkar û bindestan. Em bi ruhê Newrozê qadên 1’ê Gulanê dagirin û siyaseta demokratîk mezin bikin.”
DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de ev tişt got: “Em 1’ê Gulanê Roja Ked, Yekitî, Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî pîroz dikin. Ji bo cîhake ku kedxwarî, xespkirina heq lê nebe û edalet û wekhevî lê serdest be em ê têkoşîna xwe bibiryar bidomînin. Îro û her tim em ê li gel karker û kedkaran bin, di nava piştevaniyê de bin û ji mafê kedê em ê bi hevre têkoşîna xwe dewam bikin.”

