Sêşem, 10 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji bo Ayşe Barim daxwaza cezayê heta hetayî ê giran hate xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endama Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Elîf Çoban hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Îmraliyê wê sibê bi Erdogan re bicive

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Dem hatiye ku lez ji pêvajoyê re bê dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyonê pêşnûmeya rapora xwe ya dawî ji partiyan re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wan û Sêrtê bi ser malan de hate girtin: Herî kêm 8 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Xaneqînê bavek keça xwe ya 6 sal û nîv qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji kesayetên Başûrê Kurdistanê bang: Divê Kurd ji her rewşê re amade bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên tevlî seferberiyê bûn li Qeladizê bi girseyî hatin pêşwazîkirin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    MIA-FED: Êrişên li dijî Kurdan sûcekî li hemberî Îslamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şemzînanê konferansa yekîtiya demokratîk: Berxwedana Kurdan zîhniyeta netewe dewletan têk bir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mîdyadê Kurd, Suryan û Ereb ji bo Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Zilamê ku bi destûr ji girtîgehê hat berdan sê kes qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin a ku hêzên pasdaran êşkence lê kiribû, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê 7 sal û nîv cezayê girtîgehê da Nergîz Muhammedî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saarbruckenê ‘Women Defend Rojava’ hat damezrandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta Mizgîn Jiyan ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: 15 jin hatin kuştin, 11 jin bi gumanbarî mirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo bîranîna şehîd Ziyad Heleb û hevrêyên wî stranek hate çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Jin daketin qadan: Em ê ji Jîna heta Narînan hesap bipirsin!
Jin

Jin daketin qadan: Em ê ji Jîna heta Narînan hesap bipirsin!

Jinên ku di 2’emîn salvegera berxwedana “Jin, Jiyan, Azadî” de daketin qadan gotin, “Ji Cemîle heta Leyla, ji Jîna Emînî heta Narîn li dijî polîtîkayên bêcezakirinê li qadan in.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Îlon 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Jinên ku di 2’emîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî de li gelek bajaran daketin qadan peyama, “Em ê bi ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hesabê jin û zarokên hatin qetilkirin bipirsin” dan.

ÎDIR

Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi boneya salvegera qetilkirina Jîna Emînî di sala 2020’an de li Tehranê, daxuyanî dan.

Hevşaredar, endamên meclîsa şaredariyê, Parlementerê DEM Partî yê Îdirê Yilmaz Hûn, saziyên civaka sivîl û gelek kesên ku li pêşiya avahiya DEM Partî ya bajêr li hev civiyan, heta Bîrdariya Mûsa Enter a li Kolana Cumhuriyetê meşiyan. Girse di dema meşê de gelek caran dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin û pankarta “Ji Cemîle heta Leyla, ji Jîna Emînî heta Narîn li dijî polîtîkayên bêcezakirinê li qadan in” vekirin.

Hevseroka DBP’ê ya Îdirê Kezban Karasu Tanca di çalakiyê de axivî û Jîna Emînî bi bîr anî. Tanca bal kişand ser zextên dewleta Îranê yên li dijî jinan û wiha got: “Qetilkirina bi zalimane ya Jîna Emînî veguheriye qîrîna edaletê ya bi mîlyonan jinên li tevahiya cîhanê ku rûbirûyê zilmê tên.”

Kezban Karasu Tanca diyar kir ku tundiya polîtîkayên desthilatdariyê yên li ser jinê zêde dibin û wiha got: “Li vî welatî ku hema hema her roj destdirêjî û kuştina jinan pêk tê, ewlehiya canî ya jin û zarokan nemaye. Li vî welatî jinan ji bo ku kujerên jinan û mêrên tundiyê dikin bên cezakirin û ji bo edaletê her roj li qadan diqîrin.”

RIHA

Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo Jîna Emînî û Narîn Guran li Rihayê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya li Parka Alî Şellî ya navçeya navenda Halîliyê hat dayîn de pankartên bi Tirkî û Kurdî “Em ê ji bo Narînê bêdeng nemînin, em ê hesab bipirsin” û “Ji Jîna heta Narînan em ê hesab bipirsin, Jin, Jiyan, Azadî” hatin vekirin.

Beriya daxuyaniyê polîsan xwest girseya ku dixwest pankartan li ser rêya parkê daliqînin asteng bikin. Girseya gel astengiya polîsan bi çepik û dirûşmeyan şermezar kirin.

Aktîvîsta TJA’yê Adîle Fîdan di daxuyaniyê de axivî û got: “Em zîhniyeta ku îro nahêle em van pankartan daliqînin, şermezar dikin û dubare dikin ku em ê li hemberî her cure tundî û qetlîamên li ser jinan bêdeng nemînin. “

 Daxuyanî bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û tilîliyan bi dawî bû.

ŞIRNEX

Li navçeya Cizîr a Şirnexê bi pêşengiya TJA’yê meşek hat lidarxistin. Rêxistinên DBP, DEM Partî yên bajar û navçeyên Şirnexê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez, aktîvîstên TJA, Hevşaredarên Silopiya û Cizîrê û gelek jin beşdarî meşê bûn.

Jinên ku li Kolana Qesephane ya taxa Cûdiyê li hev civiyan, pankarta “Her dem Jin, Jiyan, Azadî” berzkirin. Di dema meşa ku ji Kolana Nisêbîn heta Qada Dortyolê hat kirin de dirûşmeyên “Berxwedan jiyan e, bêdengî mirin e” û “Destên dirêjî Narîn hatine kirin bila bişkin” hatin berzkirin.

WAN

Li Wanê jî bi pêşengiya TJA’yê li Kolana Hunerê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di çalakiya ku gelek rêxistinên jinan û rêxistinên sivîl beşdar bûn de, Hevseroka Navçeya Rêya Armûşê ya DEM Partiyê Şevîn Polat axivî û got: “Jinên Kurd ji bo wekheviya zayendî têdikoşin û di lêgerîna azadî û edaletê de roleke girîng dilîzin. Ev têkoşîn ne tenê li Îranê ye. Berxwedana Jîna Emînî weke parçeyek ji vê têkoşîna mezin ketiye dîrokê.”

ÊLIH

Li Êlihê komeke qelebalix ku di nav de Meclîsa Dayikên Aştiyê, Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê jî di nav de, li Parka Yilmaz Guney hatin ba hev.

Li vir jî pîştî daxuyaniyê meş hat lidarxistin. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî berxwedana jinan”, “Bimre xiyanet bijî Kurdistan” û “Bijî berxwedana Îmraliyê” hatin berzkirin.

Meş bi çepik, dirûşme û tilîliyan li ber avahiya DEM Partiyê bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Vîetnamê bîlançoya bagera Yagî giran dibe
Nûçeya Pişt re Dogû: Dem dema serhildana li ser xeta serhildêr a Rêber Apo ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Sekreterê Giştî yê NY’ê Guterres: Ji bo çareseriyê bû çirûskek hêviyê

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres banga Rêber Apo weke “Ev çirûskek hêviyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Konseya Ewropayê: Li Tirkiyeyê azadiya îfadeyê gihîştiye asta xetereyê

Konseya Ewropayê ji ber binpêkirina azadiya îfadeyê ya li Tirkiyeyê alarmek da. Konseyê bi taybetî…

Ji aliyê Stêrk TV

Cejna Ekîto: Mîrateya 7 hezar salî ya Mezopotamyayê

Cejna Ekîto bi mîrateya xwe ya 7 hezar salî, her sal di 1'ê Nîsanê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Xaneqînê bavek keça xwe ya 6 sal û nîv qetil kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hama û Humusê komkujiyên çeteyan dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Çileya 2026’an bû yek ji pênc çileyên herî germ

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Endama Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Elîf Çoban hat girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?