Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bi hemû hêzên xwe û çekên giran êrîşê bendava Tişrîn û pira Qereqozaxê kiribû. Di encama bersivdayîn û berxwedaniya şervanên QSD’ê û YPJ’ê de ya 3 rojan 210 çete hatin kuştin, 39 wesayîtên leşkerî û 6 tankên artêşa Tirk hatin rûxandin. Jinên Kobanê li dijî êrîşên dagirkeriyê nerazîbûna xwe ji ANF’ê re anîn ziman û gotin ku şervanan berxwedaneke mezin raber kirine.
‘WAN HÊ HÊRSA DAYIKÊN ŞEHÎDAN NEDÎTINE’
Xwişk û dayikên şehîdan Emîne Yesîn, anî ziman ku 210 dagirker û çeteyên wê di çalakiyên bersivdayînê de hatine kuştin û wiha got, “Wan hê hêza şervanên me nedîtine. Bersiva me ya rast wan hîna nedîtiye, wan berxwedaniya me nedîtiye. Bila baş zanibin û bila paş ve biçin, wan hîna hêrsa dayikên şehîdan nedîtiye. Em dayikên şehîdan in. Em ê tola zarokên xwe hilîn in. Bila xwe bi me re nekin yek. Heta niha em bêdeng bûn êdî bese! Em ê bi ser bikevin. Tu carî em paşve naçin û kes nikare roja me tarî bike. Me roja xwe dîtiye û em ê ala Kurdistanê li Rojhilata Navîn rakin.”
‘HÊZA ME XWEDÎ ÎRADE Û BAWERÎ NE’
Endama Navenda Çand û Hunera Baqî Xido Leyla Ehmed, ragihand ku divê êdî tevahî cîhan ji bo gelê Rojava rabin ser piyan û wiha axivî, “Dewleta Tirk a dagirker hêza xwe ya hov bi kar tîne, lê ew dîsa jî li hemberî berxwedaniya zarokên me têk diçin. Ew dagirkeriyê pêk tînin. Hêza me xwedî îrade û bawerî ne û xwe bi felsefeya azad têr kirine. Vaye 210 çete û dagirkerî li hemberî zarokên me têk çûn, ev tenê zarokên me diyar kirine ku çawa bersivdayîne. Em jî bi şervan û hêza xwe ya jin bi taybet bawer in. Guliyên xwe li dora serê xwe gerandin û li çeperan li pêşiyê mertal in. QSD`ê ji bo tevahiya gelê cîhanê xwe kiriye mertala zindî. Armanca êrîşa dagirkeriyê ew e qetilkirina jina, zarokane û kesên bi temen mezine, em jî tenê bersivê didin. Heta niha hêza me êrîş tu kesî nekiriye, wan tenê bersiv daye. Em ê heta dawiyê li pişta zarokên xwe bin.”
`EM DIZANIN ŞERVANÊN ME KÎ NE`
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rodîn Mihemed jî wiha got, “Ev êrîşa ku niha dibe, êrîşekî hovane ye û hemû neteweyên me dike hedefa xwe. Em tu carî paş de gavan navêjin, divê êdî tevahî gelê me rabin ser piyan. Ji bo ku moralê gel bixînin, şerê taybet dikin. Lê em zanin şervanên me kî ne û çawa li ber xwe didin. Em ê teqez bi ser bikevin.”