Yekşem, 16 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Fîlozofê Îrlandayî ji Rêber Apo re name nivîsand: Tu ji bo cîhanê hêviyekî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo gerîlaya YJA Starê Meryem Uzkaş taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê Şahram Sadeghi îdam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Divê aliyên kêm ên qanûna çarçoveyê bên derbaskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê cînayeta kar: Tahîr Çîçek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hemwelatiyê Suryanî Kuçukaslan: Divê ji bo aştiyê rêyên diyalogê bê bikaranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Êlihê civîna gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara YJŞ’ê: Şehîd Seîd di jiyanê de fermandar û mamosteyek bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê Seîd Hesen û Îsa Xwedêda bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê helbesta 15’ê Tebaxê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên gundê Koço bi merasimêkê hatin bibiranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna Lîjneya Bilind a peymana ewlehiyê ya Iraq-Îranê li Hewlêrê pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Aktîvîsta TJA’yê Saliha Ayata: Jin hêza pêşeng a aştiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê Meclîsa Şoreşa Jinan hate avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em li kêleka jinên Efganistanê ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Di deste û komîsyonan de divê temsîliyeta jinê hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê di binê çavan de destdirêjî li aktîvîsta Alman hate kirin, TJK-E li ber rabû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Gaziyên jin: Em ê tola şehîdan rakin
Jin

Gaziyên jin: Em ê tola şehîdan rakin

Gaziyên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Gelên herêmê li ber xwe didin û zarokên wan jî di eniyên şer de li hember dagirkeriyê destanên qehremaniyê dinivîsin. Em berxwedana gel û şervanên azadiyê pîroz dikin, em amade ne beşdarî şer û xebatan bibin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Gaziyên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxuyanî dan.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Bi êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê re 10’ê Kanûnê li kantona Minbicê sê jinên endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya hatin qetilkirin. Em vê komkujiyê bi tundî şermezar dikin. Her sê jinên endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya ku li bajarê Minbicê dixebitîn, bûn hedefa çeteyên dest bi xwîn ên dewleta Tirk. Her sê jinên ciwan bi wefadarî ji bo yekîtî û rêxistinkirina jinan dixebitîn. Hişmendiya mêr a dewletparêz a Tirkên faşîst, ji serdema ku derbasî Rojhilata Navîn bûye heya roja me ya îro xwedî kiryarên hov e. Vê carê jî Etrakî bê îdrak ji aloziya li welatê Sûriyeyê feyde digirin û bi destê çeteyên hundirîn gelek jin û mêrên kedkar û parastvan qetil kirin, kiryarên nû li kiryarên xwe yên qirêj zêde kirin. Dîroka dewleta Tirk gelekî tarî ye û hewl dide civakên herêmê bikişîne nava çiraveke bi sedsalan nikaribin ji nav derkevin.

Divê were zanîn ku dewleta Tirk û çeteyên wê cara yekê nîne ku kiryarên wiha pêk tînin. 9’ê Çileya 2013’an sê jinên şoreşger ên Kurd li Parîsa paytexta Fransayê qetil kirin. Rêber Apo ji bo qetilkirina wan jinên qehreman Sara (Sakîne Cansiz), Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez got ku ew duyemîn komkujiya Dersimê ye û mebesta wan ew e em serê xwe ji serweriya wan re bitewînin. Dewleta Tirk 4’ê Çileya 2016’an jî li navçeya Silopiya ya Bakurê Kurdistanê 3 jinên têkoşer ên bi navê Sêvê Demir, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir qetil kir.

Bi rastî gelek kiryarên Tirkên spî û faşîst wiha hene ku rûyê mirovahiyê ji ber wan sor dibe. Lê qet hisiyeta rayedarên dewleta Tirk ên hov nalebite û di kiryarên xwe de israr dikin. Qetilkirina her sê jinên çalakvan û xebatkar ên Kombûna Jinan a Zenûbiya ji bo me tevahî jinan cihê xembarî û êşên gelekî giran e. Em tevahî gaziyên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kiryarên çeteyên Tirk û êrîşên wan ên bêbext şermezar dikin û dibêjin em ê têkoşîna hevrêyên xwe ya ji bo azadiyê bi rengekî hîn xurttir berdewam bikin.

Dewleta Tirk di kiryarên xwe yên wiha dermirovî de sînoran nas nake, dîroka wan tijî komkujî û bûyerên wiha ne. Eger em bala xwe bidinê wê bê dîtin ku Tirkên spî û yên kesk di roja me ya îro de xwe li hev pêçane weke marên heyva tîrmehê û bi çavsorî êrîşî gelên Sûriyeyê dikin.

Dewleta Tirk ji aloziya heyî ji bo xwe weke firsendekê dibîne û di encam de em rojane rastî kiryarên wiha sosret û hov tên. Ev jî kîn û hêrsa me zêdetir dike. Êdî kêr digihêje hestî û tehemûla me diqede. Ew her sê hevalên me yên wêrek û fedakar ku li herêmên şer dixebitîn bûn hedefa çeteyên tundrew û gihiştin şehadetê. Em wan ferîşteyên giranbiha û delal bi bîr tînin û dibêjin wê xwîna wan vala neçe. Ew jinên ciwan ên bi navê Qemer, Îman û Eyşe wê ji bo tevahî jinan bibin ferîşteyên pîroz û çi Ereb, çi Kurd, çi Tirkmen, çi Asûrî em bang li tevahî jinan dikin li keda wan jinên hêja xwedî derkevin, têkoşîna wan berdewam bikin. Di rewşa heyî ya bi aloz de tişta ji jin û civakê tê xwestin ew e, xwe bi rêxistin bikin, li Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê wê xwedî derkevin. Pergala Sûriyeyê ya 61 salan hilweşiya. Serokê wê Beşar Esed reviya û li welatê Rûsya bû penaber.

Careke din hate teqezkirin ku pergalên despot çi qasî bidomin jî wê dawiya wan ketin be. Di vê pêvajoyê de ya girîng ew e gelên Sûriyeyê di nava xwe de yekpare bin, rêveberiyên xwe bi aqlê selîm hilbijêrin û qedera xwe bi destê xwe tayîn bikin.

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber xwe didin û zarokên wan jî di eniyên şer de li hember dagirkeriyê destanên qehremaniyê dinivîsin. Em jî weke gaziyên şer berxwedana gel û şervanên azadiyê pîroz dikin û dibêjin em amade ne bi hemû hêza xwe beşdarî şer û xebatan bibin. Careke din di şexsê şehîd Îman, Eyşe û Qemer de em tevahî şehîdên şoreşê bi bîr tînin, bi minetdarî bejna xwe li hemberî mezinahiya wan ditewînin û soza xwe ya tolhildanê nû dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Partî û rêxistinên Kurdistanî bi rojeva parastina Rojava li hev civiyan
Nûçeya Pişt re Jinên Kobanê: Em ê tola zarokên xwe hilînin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li 5 navendên Kantona Cizîrê meşên 8’ê Adarê hatin lidarxistin

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li 5 navendên Kantona Cizîrê ya Bakur…

Ji aliyê Stêrk TV

Li gorî Fransayê di şerê Ûkraynayê de 150 hezar leşkerên Rûs mirin

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê ji rojnameyeke Rûs re axivî û diyar kir ku ji…

Ji aliyê Stêrk TV

HRE’yê tol hilanî: 2 jê leşker 24 dagirkerên dewleta Tirk hatin kuştin

Hate ragihandin ku di çalakiyên HRE'yê de 24 dagirkerên dewleta Tirk hatine kuştin ku 2…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Fîlozofê Îrlandayî ji Rêber Apo re name nivîsand: Tu ji bo cîhanê hêviyekî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Şede Beşîr: Em li dijî qetilkirina jinan bibin dengê hevpar

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Fermandara YJŞ’ê: Şehîd Seîd di jiyanê de fermandar û mamosteyek bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê Şahram Sadeghi îdam kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?