Meşa “Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” bi pêşengiya TJA’yê bi beşdariya 250 jinan destpê kir. Bi hezaran kesên ku bi pankarta “Mafê hêviyê nikare bê astengkirin” ji Amedê dest bi meşê kirin, gihîştin Hîlwanê. Di meşa bi coş de jinan tim û tim dirûşm qîriyan û li pêşiya Hîlwanê ji aliyê bi sedan jinên bi çarik spî ve hatin pêşwazîkirin. Jinên ku bi 7 daxwazan ber bi Enqereyê bi rê ketin wê li 7 bajaran bi daxuyaniyên çapemeniyê balê bikişînin ser daxwazên xwe. Fînala çalakiyê jî wê li meclîsê be.
Jinên ku bi dirûşmên “Jin jiyan azadî, azad bikê rebertî”, “Mafê hêviyê nikare bê astengkirin”, “Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye”, “Gelê Kurd hişyar bû, ber bi azadiyê ve dimeşe” “Dîsa dîsa serhildan Serokê me Ocalan” û “Azadiya rebertî azadîya gelan e” meşiyan, hem li Amedê hem jî li Hîlwanê ji aliyê şêniyan ve bi çepikan hatin pêşwazîkirin. Meşa jinan ku piraniya wan ji jin ên ciwan pêk tê, wê li Xelfetiyê dewam bike.
Jinên ku beşdarî meşê bûn ji me re axivîn û gotin, “Ev meş meşeke civakî ye. Ji bo balê bikişînin ser aştiya civakî em dimeşin. Aştiya civakî jî bi bicihanîna mafê hêviyê û mafên din dibe.”
‘DI VÊ PÊVAJOYÊ DE DIVÊ HER KES BI BERPIRSYARIYÊ RABE’
Hatîce Yildiz anî ziman ku meşa wan bi daxwaza ‘mafê hêviyê’ destpê kir û got, “Mafê hêviyê ji bo Ocalan nebe nabe. Ocalan jî ji bo gelê xwe nebe nabe. Em îro ji Wanê hatin Amedê, ji wir jî ber bi Enqereyê dimeşin. Em ê li Enqereyê li Meclîsê peyamekê bidin gelê Tirkiyeyê. Eger em azadî, aştî û edaletê dixwazin, divê Tirk jî Kurd jî bikevin bin berpirsyariyê. Ev meşa azadiyê di heman demê de mafê hêviyê ye. Bila êdî mirov neyên kuştin, çek bêne terikandin. Dema çekê qediya ye. Gelên Tirkiyeyê jî, em jî êdî vî şerî naxwazin. Ji ber ku mexdûrên herî mezin ên şer jin û zarok in. Banga min ev e; Ji Çerkez heta bi Laz, ji Tirk heta bi Kurd bila her kes bibêje ‘êdî bes e’. Em şer naxwazin, divê aştî niha pêk were. Wateya meşa me ev e: Mafê hêviyê û aştî.”
‘BANG DEMA KU BI CIVAKÊ RE BÛ YEK WÊ BERSIVA XWE BIBÎNE’
Ji beşdarên meşê Sekretera Jinan a KESK’ê Done Gevher jî qala armanca meşê kir: “Ji beşên berfireh ên civakê banga ji bo aştî û civaka demokratîk heye. Lê belê ev bang tenê bi rûniştinê pêk nayê, divê bi çalakiyan civakî bibe û bi vî rengî dikare bersiva xwe bibîne. Lewma me ji Amedê ber bi Enqereyê dest bi meşê kir. Di dawiya meşa me de ku wê şeş rojan dewam bike em ê li ber Girtîgeha Sîncanê bixwazin qanûna înfazê bê sererastkirin, mafê hêviyê bi cih bê anîn ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ev yek anî ziman. Pişre jî li ber Meclîsê em jin em ê daxwazên xwe yên ji bo azadî û wekheviyê bînin ziman. Di meşê de li gund, li bajaran em ê bi jinan re bicivin û hewl bidin daxwaza azadiyê bi gel re bilind bikin.”
‘EM JI BO JIYANEKE WEKHEV DIMEŞIN’
Ji beşdaran Seçkîn Tûnç jî got, “Em ber bi demokrasî, azadî û aştiyê ve dimeşin. Ji bo civakeke welê dimeşin ku cudahiya çînî di nav de nîne û mirov wekhev in. Ji bo çîna karker bi rengekî azad bijî, jin û keç azad bin, em dimeşin. Em ji bo girtiyên nexweş dimeşin. Di serî de şert û mercên Birêz Abdullah Ocalan ji bo sererastkirina şert û mercên girtiyan dimeşin. Li aliyê din em ji bo şervanên azadiyê dimeşin. Hêvî dikim ku wê bersiv ji daxwazên me re bê dayin. Ji ber ku weke ku Birêz Abdullah Ocalan got, ‘Heta jin azad nebe civak azad nabe’. Em jî ji vê bawer dikin û dimeşin. Divê aştî civakî bibe.”
‘EM DIXWAZIN AŞTIYA CIVAKÎ PÊK BÎNIN’
Oznûr Evîn jî destnîşan kir ku ji bo daxwazên civakî bînin gel hev wan dest bi meşê kirin û got, “Ev meş ji bo mafê hêviyê, aştiya civakî û mafên jinan e. Rawestgeha me ya dawî wê Enqere be. Li wir em ê bi dengekî bilind daxwaza aştî, mafê hêviyê, mafên jinan û civakê bînin ziman. Nêzî 7-8 meh in hewl tê dayin ku pêvajoyek bê meşandin, lê belê gelekî hêdî dimeşe. Divê ev pêvajo bi lez bibe. Ji ber ku civakê êdî berê xwe daye aştiyê. Amranca me jî rawestandina şer e, civakîkirina aştiyê ye. Divê ev yek bi şênberî bê gotin: Eger wê peyama aştiya civakî hebe ev yek wê bi destê jinan pêk were. Cih û girîngiya jinan a li nava aştiyê gelekî mezin e. Em jin weke pêşengên aştiyê, me dest bi vê meşê kir û em ê heta dawiyê dewam bikin.”