Li Kurdistanê ku li dijî her curê êşkence û polîtîkayên êrîşê, bi çiya û kevirên xwe li ber xwe didin, li pişt her deriya ku em lê didin çîrokekî cuda me pêşwazî dike. Bi milyonan mirovên ku tevî sirgûn, mirin, girtîgeh û êşkenceyê bi berxwedanê xwe li jiyanê digrin, çavê wan li aştiyê ye ku îro tê nîqaşkirin û hêvkirin.
Îhsan Bayram jî yek ji kesên ku tevî hemû windahî û tiştên hatine serê wî dibêje, “Bila zêdetir xwîn neyê rijandin.”
JIYANEKE BI ÊŞKENCE, GIRTÎGEH Û SIRGÛNÊ
Ji malbata mezin a Îhsan Bayram ku jiyana wî tijî êşên bêhejmar û têkoşîn e, 15 kes tevlî PKK’ê bûn û şehîd bûn. Jiyana Bayram ku tevî kurê wî 4 xizmên wî di girtîgehê de ye û biraziyek wî bi awayekî nediyar hate qetilkirin, bi têkoşînê derbas bû.
Gundikê Birezayna ya girêdayî gundê Temiran ku Bayram lê dijiya, piştî êşkenceyên ku dît hate şewitandin. Bi dehan kesên ku li gundê ku di bihara sala 1994’an de hate şewitandin jiyan dikirin, di nava rojekî de bi traktoran sirgûnê gundên derdor û navenda bajêr hatin kirin.
Bayram ê ku bi xwe jî neçar ma gundê xwe biterikîne, piştî demek kurt dîsa vegeriya gundê xwe. Bayram ê ku li gundekî ku kes lê jiyan nedikir, nêzî 3 salan bêkareba û tenê jiyan kir, cara duyemîn hat sirgûnkirin û wî şandin gundekî din. Bayram ê ku demekî li gundê Seyrek ma û dîsa vegeriya gundê xwe, di wê pêvajoyê de ji bo kesên ku dixwestin vegerin gundê xwe bû hêvî. Bi vegerên ku piştî demek kurt destpê kir re gund ji nû ve hate avakirin.
15 XIZMÊN WÎ JIYANA XWE JI DEST DAN
Bayram ê ku li gund jiyana xwe ji nû ve ava kir, ji teqînekî ku di sala 2008’an de çêbû berpirsyar hat dîtin û hate girtin. Roja ku teqîn çêbû, ne tenê ew ji malbata wî ji 13 kes hatin binçavkirin û derbarê gelek kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn.
Bayram ê ku di encama darizandinê de 15 meh di girtîgehê de ma, piştre hat tehliyekirin. Kurê wî Neytullah Bayram û xizmê wî yê nêzîk Murat Yildenîz ku ji heman dosyayê hatin darizandin, cezayê heta bi hetayê girtin.
Îhsan Bayram ê ku bi tiştên ku jiyan kir, xwedî çîrokekî ku îro ji gelek kesan re nas tê, derbarê pêvajoya ku îro tê nîqaşkirin got, “Em dixwazin bi hêvî bibin” û banga avêtina gavên şênber kir. Bayram diyar kir ku di şerê ku hat jiyîn de her kes westiya û anî ziman ku divê êdî xwîn neyê rijandin û got, “Ez dixwazim wan rojan bibînim.”
‘MIN HER ROJ ÊŞKENCE DIDÎT’
Bayram ê ku destpêkê tiştên ku jiyan kir vegot, derbarê zehmetiyên ji salên 90’î heta îro jiyan kir DE wiha got, “Berê di vê gundê de tu pirsgirêka me tune bû. Ava me tune bû, lê me bi xwedîkirina heywanan dabara xwe dikir. Bi taybet piştî salên 90’î ev yek bi temamî hat guhertin. Bi gotina, “Hûn terorîst in” her tişt bi serê vê gundê de anîn. Ez wê demê, di dîrokên cuda de 70 roj di êşkenceyê de mam. Her roj dihatin min binçav dikirin, êşkence dikirin û dîsa berdidan. Piştre dîsa heman tiştan dikirin. Van êşkence û zextan jî, bi gotina, “Ji vê derê herin” dikirin. Wê demê kuştinên nediyar pir zêde hebûn. Gelek caran xwestin min bikujin, lê nekarîn bikin. Êşkence dikirin piştre datînin ber derî, piştre dîsa ji bo êşkenceyê dibirin.”
Bayram axaftina xwe wiha dewam kir: “Ji bo ku me ji gund bişînin, her tiştê kirin. Herî dawî gundê me şewitandin. Ez piştî ku 3 sal ji gund dûr mam, dîsa vegeriyam gundê xwe. Qerekolê rojên ewil nehişt, lê ez tevî her tiştê hatim. Piştî şewatê tu tişt nema. Li pêş çavê me gund şewiyandin. Di dema şewitandinê de digotin, ‘Em ê yên ku dengê xwe derxin bidin.”
‘TEVÎ SIRGÛNAN JÎ VEGERIYA GUNDÊ XWE’
Bayram qala vegera piştî sirgûnê kir û wiha got, “Piştî ku hatim gund, 4 salan bi tenê li vir mam. Piştî 11 salan dîsa min ji gund sirgûn kirin û şandinê aliyê Seyrekê. Piştî ku 3 sal li wê derê mam, dîsa vegeriyam mala xwe. Tişta ku ji wan rojan tê bîra min, agir, qerebalix û dengên qêrînê bû. Me zilmekî mezin dît. Di wê pêvajoyê de jî ambargoyek mezin hebû. Gelek zext di cihê erzakê de hebû. Erzakê ku me digirt, têra kesî nedikir.
Piştî bi salan, gundî hêdî hêdî dest bi vegerê kirin. Piştî wê jî zext neqediyan. Kesên ku vegeriyan, min dabara xwe bi xwedîkirina heywanan kirin, lê ne av ne jî rê li gund çênekirin. Piştî salan kareba dan gund. Di milê avê de hê jî pirsgirêkên me hene û rêya gund hîna jî çêkirin.
‘TEVÎ FIKARAN JÎ HÊVIYA ME YA AŞTIYÊ MEZIN E’
Bayram derbarê pêvajoya dewam dike jî axivî û wiha got, “Tevî ku sal bi ser derbas bûn jî, zext tu car bi dawî nebû. Tevî her tiştê bi salan in, di xaka xwe de dijîm, ev jî besî min e. Min nedikarî di cih û bajarên cuda de bijîm. Niha qala aştiyê tê kirin, lê hîna jî fikarên min hene. Bi gav avêtina dewletê re, em dikarin qala avê aştiyê bikin. Li holê hîna tiştekî vekirî tune ye. Gundî gelek tişt dîtin. Em tevî ev qas zehmetiyan jî dîsa dibêjin aştî. Me can û malê xwe dan. Divê êdî zêdetir can neçin.”
‘EZ DIXWAZIM ROJÊN AŞTIYÊ BIBÎNIM’
Bayram wiha got, “Armanca me hemûyan aştî ye. Divê êdî ev aştî were avakirin. Ji wan rojan heta îro, min salên xwe bi hêviya aştiyê derbas kir. Ew qas xwîn rijiyan, ew qas êş hatin kişandin. Ev pêvajo divê êdî bi aştiyê bi dawî bibe. Ez bi xeyala ku gerîla tên û kesên li girtîgehê derdikevin, jiyan dikim. Ez her roj hizra, ‘Eceba ezê bêyî ku van rojan bibînim, bimrim’ dikim. Hêvî dikim ku wan rojan bibînim û aştî li van xakan serwer be. Tevî van mirovan, ev kevir û çiya jî pir êş kişandin. Êdî ji bo her tiştê dema aştiyê ye. Divê êdî alî gavê biavêjin.”

