Bi qanûna ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hat meclisê re dikevin pêvajoyeke nû. Tevî rexneyan jî, qanûna çarçoveyê hîn jî wekî gaveke yekem a girîng tê dîtin.
Qanûna çarçoveyê ya ku hat meclisê nîşan dide ku di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ketine pêvajoyeke nû. Bi vê qanûnê re tê armanckirin ku bi hezaran siyasetmedar û welatiyên di girtîgeh û sirgûnan de vegerin.
Siyasetmedara Kurd Sîbel Yîgîtalp a ku demek dirêj e li sirgûniyê ye qanûn, pêvajoya beriya wê û piştî wê ji ajansa me re nirxand.
‘BÎRA BERXWEDANA 50 SALAN PÊVAJO ANÎ VÊ ROJÊ’
Yîgîtalp axaftina xwe bi gotina Rêber Apo, “Rêwîtiya bi hezaran kîlometreyan bi gavekê dest pê dike” dest pê kir û got, “Bê guman, wekî Birêz Ocalan gotiye gava yekem a rêwîtiyek bi hezaran kîlometreyan hatiye avêtin. Di vê wateyê de bi qîmet e. Lê divê mirov bi kurtasî çawa ji wê rojê heta vê rojê hat bi bîr bixe. Yanî her kes li ser vê pêvajoyê diaxive, lê bîra berxwedana 50 salî pêvajo anî vê rojê. Me çend nifş winda kirin, êdî çarenûsa nifşên pêşerojê bi van muzakereyan ve girêdayî ye.
Kurdistan bi parçekirina çar parçeyan re sînorê welat bi şer û pevçûnên navxweyî yên pir cidî re, yanî erdnîgarî hatin guhertin. Mînaka Rojava heye. Başûrê Kurdistanê hey, û niha şerê lı Îranê ya bi Îsraîl û Amerîkayê re li ber serê me diqewime. Dema ku em bi tevahî li van dinêrin ku ger heman pêvajo li Kurdistana Tirkiyeyê neqewimîbe ji ber nifûsa herî mezin li Tirkiyeyê ye û Kurdên li Kurdistana Tirkiyeyê xetek pir polîtîk dişopînin û têkoşînek pir bi biryar dimeşînin e û bandora vê heye. Bê guman a herî girîng biryardariya Birêz Ocalan e. Ji ber ku her kes vê dibêje; ‘çima em gihîştin vê nuqteyê?’ Vaye berıya paradîgmaya demokratîk, paradîgmaya xweseriya demokratîk geleki hat diaxaftin.”
‘ÊDÎ DI NAVA CIVAKÊ DE RASTIYA ÎNKARKIRINA NASNAMEYÊ NEMAYE’
Yîgîtalp anî ziman ku rêgeza jiyana hevpar girîng e û Rêber Apo her tim vê yekê vedibêje û wiha domand: “Serok Ocalan di mijara Tirkiyebûn, Komara Demokratîk a Tirkiyeyê, jiyana hevpar, bi hev re avakirin û bi hev re pêşxistina vê yekê her tim tîne ziman. Ev yek pir xuya nebû; di vê pêvajoyê de pir hat nîqaşkirin, ev yek pir balkêş e. Û bi vê re rastiyeke wiha heye; di vê sedsala ku medyaya dîjîtal li her derê ye û êdî şerên hîbrîd hene de li welatê xwe înkarkirina ziman û nasnameya 20 mîlyon mirovan êdî ne pêkan e û cihê vê di rastiya civakê de nemaye Ji ber ku bi rastî jî pirsgirêka Kurd ne mojareke ku dikare bi çarçoveyek ewlehiyê ve were sînordarkirin û ne jî biryarek e ku ji hêla Lijneya Ewlekariya Neteweyî ve were dayîn e. Ji ber ku encama gelek sedemên civakî, siyasî û aborî ye; ev daxwaza statuya gelekî ku hebûna wî hatiye înkarkirin û bi tunekirinê re rû bi rû maye ye.”
‘HIN JI KESÊN LI DIJÎ PÊVAJOYÊ DERDIKEVEN JI XWE RE DIBÊJIN KURDÊN NÎJADPEREST’
Yîgîtalp destnîşan kir ku beşek ji civakê fêm nake bê çawa hatine vê pêvajo û diyar kir ku pergal hemû amûrên xwe yên zorê ji bo civak rastiyê nebîne bi kar tîne û wiha pê de çû: “Beşek ji civakê, beşek ji gelê Tirkiyeyê bi rastî vê pêvajo fêm nekirine. Ji ber ku wan tiştpn li rojavayê Firatê diqewime nedîtine. Pergal bi medyaya xwe û hemû amûrên xwe yên zorê rê li ber dîtina pirsgirêkên girt. Em vê yekê dizanin, ji ber ku ne pêkan e ku mirov hemûyan di heman kategoriyê de bi cih bike. Lê ev alî jî heye; civakek milîtarîst e. Ev di karakterê wan de heye. Lê ev jî heye; dema ku em li kesên ku li dijî pêvajoyê ne dinêrin, beşek heye ku xwe wekî nîjadperestên Kurd bi nav dike, heye.”
‘GER SEDEMÊN POLÎTÎK NEYÊN ÇARESERKIRIN KES VENAGERE TIRKIYEYÊ’
Yîgîtalp anî ziman ku divê ji niha şûn ve qanûn li ser şertên wekhev bin û wiha “Qanûn an rêzikên heyî çi dibin bila bibin, divê qanûnên ku ji niha û pê ve werin derxistin li gor şertên wekhev bin. Û giraniyeke wisa ya pêvajoyê heye; divê ew bi tevahî xwe ji zimanê di kontrolên dadwerî an terorîzmê de tên tengkirin rizgar bikin. Ji ber ku dema behsa sirgûnan, sirgûnên li Ewropayê dikin, ev kes ji ber sedemên siyasî çûne. Ger sedemên polîtîk neyên çareserkirin, kes venagere Tirkiyeyê. Eger hilberînê nekin, beşdarî mekanîzmayên jiyanê nebin û nebin beşek ji vê jiyanê, ez nafikirim ku kes zehmetiyan bide ber çavan Ji ber ku cezayên 15, 20, 30, 40 salan ceza tê xwestin.
Haydê em bibêjin ku ev kes bi rêya kontrola edlî yan bi heman mekanîzmayan nehatin girtin, lê bi gotina “keremkin werin” di malekê an cihekî de çareser nake. Ev pir girîng e. Ev yek giraniya vê pêvajoyê ye. Ji ber ku rêxistinî, guherîn, veguherîn, pêşketin, bihêzbûn, mezin dibe û veguheriye têkoşînê heye. Ev jî wê bibe xeta nû ya têkoşînê. Di vî alî de, gelek karê me gelekî zêde ye, di serî de divê mafê gotinê yê jinan hebe û nebûna wê kêmasiyeke mezin e. Ev ê dengê jinan bi taybetî li meclisê, rêxistinên civaka sivîl û qadên demokratîk de bilintir bike.”

