Di “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de ku bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir, bersiva ji bo pirsên li ser şêweyê berxwedana li dijî netewe-dewletê û jiyana nû berê me da ‘komîn’an. Têgeha komîn ku bi Kurdî ji peyva ‘kom’ tê û tê wateya civakîbûnê’; ji şêweyekî biçûk ê hikumetê wêdetir modeleke jiyana civakî ye ku civak xwe bi xwe bi rê ve dibe, bersiv ji daxwazên gel re tê dayin û xwe dispêre demokrasiya yekser.
Rêber Apo ku destnîşan dike, dîrok ji ‘şerê navbera dewlet û komînan’ pêk tê, diyar dike ku têkoşîna navbera şaristaniya dewletparêz û civaka demokratîk di dîroka mirovahiyê de bi şêweyên cuda dewam kiriye. Rêber Apo komînê weke şêweyê jiyanê yê bingehîn dinirxîne ku civak bi îradeya xwe jiyana xwe bi rêxistin dike û dibêje, avakirina civaka demokratîk bi rêxistiniya komînal dibe.
Fikrê ‘komîn’ ku Rêber Apo bi taybetî destnîşan dike, ne tenê nîqaş an jî pêşniyarek e. Di demên cuda yên dîrokê de bi tecrûbeyên gelan ên li ser bingeha xwerêveberî, demokrasiya tevlîkar û jiyana hevpar şênber bûye. Komîn a Parîsê (1871), kolektîfên di dema Şoreşa Spanyayê de ava bûn (1936) û tecrûbeya herêma azad a bi pêşengiya Nestor Makhno (1918-21) li Ûkraynayê ava bû, ji mînakên rêxistinbûna komînal e ku di roja îro de jî têne nîqaşkirin.
KOMÎNA PARÎSÊ: TECRÛBEYA DESTPÊKÊ YA RÊVEBERIYA KARKERAN
Bi Fransî gotina “commune” tê wateya “şaredarî”. Komîna Parîsê ya 1871’ê jî tam ji vê kokê bi rê ket. Dûrî dewleta neteweyî Parîs bi rêya meclîsa şaredariyekê karê xwe bi xwe bike ku ji aliyê gel bi xwe ve yekser hatibe hilbijartin. Lê belê ev şaredarî ji şaredariya klasîk gelekî cudatir bû. Di atmosfereke welê de ku ji ber şerê Fransa-Prusyayê hilweşîn, dorpêçî, xela û xizanî hebû, hewldana hikumetê ya 18’ê Adara 1871’ê ya ji bo bidestxistina topên Muxafizên Neteweyî bû sedem ku gel bi pêşengiya çîna karker rabe ser xwe. Hikumet ji Versaillesê reviya û bi hilbijartinên 26’ê Adarê re Konseya ava bû di 28’ê Adarê de li Hotel de Ville’yê ‘Komîn’ ragihand. Li şûna ala ji 3 rengan a Fransayê ku îro jî tê bikaranîn, ala sor li ba hate xistin. Yanî li şûna ala neteweyî ya Fransayê ala sosyalîstan hate bilindkirin.
DI NAVA 72 ROJAN DE ÇI QEWIMÎ?
Di vê pêvajoyê de ku tenê 72 rojan dewam kir, komînê ji bo pêwîstiyên bingehîn ên gel gavên şênber avêt. Artêşa bi rêk û pêk rakir û li şûna wê ‘Muxafizên Neteweyî’ kir yekane hêza xwedî çek ku hemû welatiyên dikarîbû rahêje çekan tevlî bibin. Wezîfedarên cemaweriyê bi hilbijartinê hatin û mûçeyên wan jî bi qasî yên karkeran bû. Dêr û dewlet ji hev cuda bûn; perwerde laîk, bêpere û mecbûrî bû. Karkeriya firinê ya bi şev hate qedexekirin, roja kar bi kêmkirinê destpê kir, mûçeyên kêfî hatin betalkirin. Deynên kirê hate jêbirin, avahiyên vala pêşkêşî xizanan hate kirin, eşyayên li dikanan hatin desteserkirin radestî xwediyê wan hate kirin. Atolyeyên hatin terikandin radestî kooperatîfên karkeran hate kirin. Jin di perwerde, tenduristî û parastinê de bi roleke çalak rabûn. Lê belê biryara herî girîng di hilbijartina endamên Konseyê yanî endamên bingehîn ên Komîna Parîsê de dihate dayin. Ev ne hilbijartineke temsîlî ya klasîk bû; nûnerên dikarîbûn bihatina hilbijartin di her kêliyê de hilbijêran dikarîbû bang li wan bikira.
HEFTEYA BI XWÎN
Ji ber ku vê yekê têkiliya milkiyetê û otorîteya navendî yekser dixist ber lêpirsînê, hikumeta Veraillesê xwest van gavan tine bike. Komîn ne tenê şaredariyek bû, di heman demê de mînakek bû ku nîşan dida, karker û xizan dikarin jiyana xwe bi rêxistin bikin. Ev rewş ji bo xwediyên xakê yên mezin, çîna sermayedar û dewleta navendî ne pergalek bû ku bihata qebûlkirin. Hikumeta Thiersê bi piştgirişya Prusyayê dest bi êrişê kir. Yekîneyên xwe yên ji eniya Rojhilat vekişand, ji bo eciqandina Komîna Parîsê bi cih kir û Parîs dorpêç kir. Heta destpêrkirina “Hefteya bi xwîn” (La semaine sanglante) a ku 21’ê Gulana 1871’ê destpê kir, du mehên mayî ji bo serxistina armancên siyasî yên komunaran demeke têrker nebû. Li gorî texmînan di şerê îmha û dorpêçkirinê de ji 10 heta 15 hezar ‘komunar’ bi gulereşandinê hatin kuştin. Li gorî tespîteke ku di sala 1876’an de hate kirin ev hejmar gihîştibû 20 hezarî.
Hêzên Versaillesê 43 hezar û 522 komunar dîl girtin. 15 hezar jê hatin darizandin, 13 hezar û 500 jê “sûcdar” hatin dîtin, 95 jê bi cezayê darvekirinê, 251 jê bi cezayê karkirina ji neçarî û hezar û 169 jî di serî de Kaledonya Nû bi sirgûnkirina ji herêmên mêtingeriyê re hatin cezakirin. Bi î rengî komîn a 72 rojan li ber xwe da, ket.
SPANYA: CIVAKA AZAD A LI DIJÎ FRANCO
Darbeya leşkerî ya ku general Francisco Franco di Tîrmeha 1936’an de kir, Spanya ber bi dîktatoriyeke faşîst ve bir. Lê belê berxwedana li dijî darbeyê jî di heman demê de xwe bi rêxistin kir. Li herêmên komargeran, bi taybetî li Katalonya, Aragon û Valenciayê ku CNT-FAI lê xurt bû, karker û gundiyan ne tenê darbe têk birin, her wiha bi hilweşîna amûra dewletê re dest bi birêxistinkirina jiyana xwe kirin. Ev kolektîf li dijî rejîma faşîst a Franco hem bi çekdarî hem jî bi civakî weke berxwedanekê derketin holê.
Li Katalonyayê febrîqe, ragihandin, bendergeh û xizmet ketin bin kontrola komîteyên karkeran. Hilberîn li gorî pêwîstiyên şer jinûve hate birêxistinkirin. Li Aragonê nêzî 450 kolektîfên çandiniyê bi sed hezaran gundî vehewand. Xak, amûr û sewal bi hevkarî hatin bikaranîn; li gelek deveran pere ji holê hate rakirin, li gorî pêwîstiyan hate belavkirin. Meclîsên gundan yekser bi demokrasiyê xebitîn, xizmetên dibistan û tenduristiyê hatin berfirehkirin. Kolektîfan erzaq û çek şandin eniyê û tevkarî li şer kirin. Milîsên dilxwaz li eniya Aragonê li dijî hêzên Franco şer kirin.
Berxwedanê li her qada jiyana rojane dewam kir. Kolektîfan di nava mercên şer û êrişan de hilberîn dewam kirin û hewl dan bersivê bidin pêwîstiyên bingehîn ên gel. Ji perwerdeyê heta bi tenduristiyê, ji ragihandinê heta bi belavkirina xurekê gelek xizmet bi destê komîteyên xwecihî û meclîsên gel hate meşandin. Bi vî rengî hewl hate dayin ku bê nîşandan, di nava şer de jî bêyî otorîteya dewletê rêxistinbûneke civakî dikare bê kirin.
PÊVAJOYA TASFIYEYÊ
Lê belê hikumeta Komarger û Partiya Komunîst a Spanyayê ku di sala 1937’an de di bin bandora Yekîtiy Sowyetan de bû, biryar da ku ji bo jinûve danîna otorîteya siyasî û leşkerî ya navendî kolektîfan tasfiye bike. Piştî “Bûyerên Gulanê” yên li Barcelonayê qewimîn gelek kolektîf ji hev hatin belavkirin, hêzên milîs bi artêşa bi rêk û pêk ve hate girêdan û erkên meclîsên xwecihî hate bisînorkirin. Di sala 1939’an de piştî ku Franco şerê navxweyî qezenç kir nêzî temamiya kolektîfan ji holê hate rakirin. Bi hezaran kes hatin darvekirin, girtin û sirgûnkirin.
SÎSTEMA CIVAKÊN XWESER
Li gel ku kolektîf bi dawî bûn jî li Spanyayê nîqaşên li ser rêveberiya xwecihî û xweseriyê ti carî bi dawî nebû. Li dû bidawîbûna dîktatoriya Franco, bi Destûra Bingehîn a sala 1978’an re welat derbasî ‘Sîstema civakên xweser’ bû ku nasnameyên çandî û dîrokî yên cuda nas dike. Katalonay, Herêma Baskê (Euskadi), Galiçya û Endulus jî di nav de 17 civakên xweser li gelek qadên weke perwerde, tenduristî, çand û rêveberiyên xwecihî saziyên xwe yên ji erkên berfireh ava dikin. Ev avanî dewamiyeke yekser a rêxistiniya komînal a şoreşa 1936’an nebe jî nîşan dide ku nîqaşên xwerêveberî û demokrasiya xwecihî hî jî bandorê li siyaseta Spanyayê dike.
ÛKRAYNA: MAKHNOVŞÇINA Û KOMÎNÊN GUNDIYAN
Di navbera salên 1917 û 1921’ê de piştî ku Împaratoriya Rûs hilweşiya û şerê navxweyî kaosek bi xwe re anî, li başûrrojhilatê Ûkraynayê bi pêşengiya Nestor Makhno tecrûbeyeke rêveberiya komînal destpê kir ku weke “Herêma Azad” yan jî “Makhnovşçina” hate pênasekirin. Ev avaniya ku navenda xwe Gulyaypole bû, bi daxwaza xakê ya gundiyên xizan û zexta li ser desthilatdariy anavendî û hilweşîna ji ber şer derkete holê. Di demeke kin de herêmê bi sedan gund girt nava xwe. Gundiyan meclîsên xwe ava kirin û têkildarî jiyana xwe dest bi dayina biryarên hevpar kirin.
Li vê derê li şûna saziyên dewletê “Sowyetên Azad” hatin avakirin ku ji partiyan cuda dixebitîn. Delege yekser ji aliyê gel ve dihatin hilbijartin, dema ku bihata xwestin ji wezîfeyê dikarîbûn bihatina dûrxistin, biryarên dihatin wergirtin jî di civînên gundan de dihatin nîqaşkirin û bicihanîn. Xak bi pîvana “Xak a cotkaran e” jinûve hate parvekirin. Çîftlîkên mezin veguherîn komînên çandiniyê ku hilberîna hevpar lê dihate kirin. Amûrên çandiniyê, sewal û berhem bi rengekî kolektîf hatin bikaranîn. Mitbexa hevpar, hilberîna hevpar û piştevanî bû bingeha jiyana nû.
HERÊMA HEMÛ GELAN
Makhnovşçina her wiha lêgerîna li peraleke welê ya civakî bû ku civakên olî û etnîkî yên cuda bi hev re lê bijiya. Li vê derê Ûkraynayî, Rûs, Yahûdî û gelên cuda bi hev re diman. Jin di hilberîn, xizmetên tenduristiyê û meclîsên xwecihî de bi roleke çalak radibûn û girîngî ji karên perwerdeyê re dihate dayin.
Li qada leşkerî jî “Artêşa Serhildêrên Şoreşger” li gorî esasê dilxwaziyê hate birêxistinkirin. Tevgerê ji aliyekî ve li hemberî Artêşa Spî ya alîgirê Çarlik û hêzên dagirker ên biyanî têdikoşiya, li aliyê din jî li dijî Bolşevîkan şer dikir. Lê belê ev tecrûbe demdirêj nebû. Di sala 1921’ê de bi operasyonên Artêşa Sor re Herêma Azad hate belavkirin, Makhno neçar ma ku biçe sirgûnê û tecrûbeya rêveberiya komînal bi dawî bû.
Ev tecrûbe li gel ku di mercên cuda yên dîrokî de derketin holê û piraniya wan bi êrişên leşkerî bi dawî bûn jî, îradeya gel raxistin pêş çavan ku dikare jiyana xwe bi xwe bi rêxistin bike.
Sibe: Tecrûbeya komînê-2: Di roja me ya îro de lêgerîna li jiyana komînal

