Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan têkildarî tecrîda li Îmraliyê, Pêngava 15’ê Tebaxê û rêveçûna Şerê Cîhanê yê 3’yemîn bersiv da pirsên Medya Haber TV.
Tecrîd û têkoşîna li dijî tecrîdê didome. Pêşî em dixwazin pozîsyon û rewşa aliyan pirs bikin. Bi gotineke din rewşa hêzên ku sîstema tecrîdê berdewam dikin û li aliyê din jî rewşa hêzên demokratîk ên ku têkoşînê li dijî wê dimeşînin çiye?
Di serî de ez berxwedana dîrokî ya li Îmraliyê û Rêber Apo bi rêzdarî careke din silav dikim. Çalakiyên di çarçoveya pêngava azadiyê ya cîhanî ya ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hedef digire, li her çar parçeyên Kurdistanê û her devera cîhanê berdewam dike. Pêşketinên nû û çalakiyên girîng jî hene. Çalakî jî bi awayekî aktîf dewam dike. Mînak çalakiyên girseyî, çalakiyên ku bi pêşengiya jin û ciwanan li her çar aliyê Kurdistanê û cîhanê pêş dikeve hene. Di hinek pêvajoyan de ev çalakî bi awayekî xurtir tên meşandin. Jixwe di asteke xurt de tê meşandin. Ya girîng jî ew e ku ev têkoşîn di qadên navneteweyî de belav dibe. Paradîgma, pozisyon û rewşa Rêber Apo digihêje her derverê. Her ku ev têkoşîn belav dibe, sîstema tecrîdê ya êşkenceyê ya li Îmraliyê, sepanên zîhniyeta mêtinger û qirker ên li dijî Kurdistanê, ji aliyê derdor ve hîn bêhtir tê fêmkirin. Gelek alî hene, li hember vê rewşê matmayî dimînin. Hin kes hene, li dijî tecrî û sîstema qirkirinê helwestên xwe pir zelal nîşan didin.Bangawazî dikin û dikevin nava hewldanan. Ji gelek beşên jiyanê mirov di nava xwe de dihewîne. Bi sendîkayên karkeran destpê kir, piştre hunermend, parêzer û akademîsyen beşdar bûn. Niha, xelatgirên Nobelê hewldana herî dawî ya girîng kirine. Ev hemû gelekî, gelekî girîng û bi nirx in. Di heman demê de di vê pêvajoyê de hewildanên hiqûqî jî zêdetir derketin pêş. Bi qasî em dizanin di bernameyên derbasbûyî de me xwest balê bikişînin ser vê yekê. Mînak gotin em dîsa cezayê dîsîplînê didin. Ev hemû lihevanîn in. Ji vê re tê gotin ji hiqûqê re qilifek peydakirine. Hiqûqa Ewropayê hiqûqa bi rê û rêzik e. Dozên ku li ser esasê nayên nîqaşkirin. Ji ber vê yekê li gorî me, her çend hewl bidin pîne bikin jî, ger li gorî rê û rêzikê tevbigerin dê werin pejirandin. Parêzer vê yekê ji me çêtir dizanin. A rastî, DMME’yê nekarî biryara ku 10 sal berê dabû bi cih bîne. Mesela naveroka wê ne girîng e, lê belê ev rewşeke gelekî cidî ya rê û rêzikê ye. Ji vir her cure hewldan dikarin werin kirin. Di vê çarçoveyê de hewldan bi bandor bûn. Me diyar kir ku hewldaneke derengmayî ye, lê belê her çend dereng jî mabe di hin xalan de. bi danîna dane û dosyayên şênber re însiyatîfên hatine pêşxistin bi bandor bûn. Ev yek gihişt NY’yê. Li her derê tê nîqaşkirin. Vê rewşê hêzên ku sîstema êşkence, tecrîd û qirkirinê ya li Îmraliyê dimeşînin, gelekî şidandiye.
Ji ber vê yekê ez her kesê ku tevlî vê têkoşîna ku pêşketiye bûye silav dikim. Bi rastî jî têkoşîneke girîng meşandin. Gelek girîng û bi bandor dibe. Eger hûn bala xwe bidinê, ji saziyên Ewropa yên perpirsyar qet deng dernakeve. Desthilatdarên AKP’ê herî zêde ji vê bandor bûn, ket tengiyê û di rojeva NY’yê de ye. AKP’ê êdî tehşîr bûye. Ev jî mijareke girîng e. Divê ev yek baş were dîtin. Ev tê wateya ku têkoşîn encam digire. Têkoşîn, sîstema Îmraliyê ya êşkence, tecrîd û qirkirinê û her wiha bêhiqûqî û bêexlaqiya li wir tehşîr dike û dixe tengiyê. Kesên berpirsyar dixe nava zehmetiyek mezin. Ev rastiyeke eşkere ye. Di vî alî de pêwîst e têkoşîn were domandin, pêwîst e were geşkirin. Divê em vê têkoşînê mezintir bikin. Diviyabû hin derdor ji derve bêhtir deng derxistana. Gelo ev rewş sedemên wê çine? Ev yek helbet me dixe nava fikaran. Barzanî û rêveberên PDK’ê tên hişê me. Gelo li pişt vê rewşê ew hene? Ji aliyekî ve AKP û MHP’ê vê sîstema tecrîdê ya êşkencê û qirkirinê di sala 26’an de berdewam dikin û ev 41 meh bêhtir e bi awayekî girankirî dimeşînin, li aliyê din dibe ku di bêdengiya heyî ya li cîhanê de, bandora wan hebe.
Ez çima vê dibêjim? Ji ber ku dema Rêber Apo li Romayê bû, Mesût Barzanî dosyayek pêşkêşî dozgeriya Romayê kir. Ji bo Rêber Apo bê girtin û darizandin. Xwest ku neyê berdan. Qaşo belgeyên ku Rêber Apo weke sûcdar nîşan dide pêşkêş kiriye da ku Rêber Apo bê girtin û darizandin. Ev belge di destê me de hene. Kesek ku di wê pêvajoyê de wiha kiribe, niha dikare her tişt bike. Li pişt vê bêdengiya mezin dibe ku ew hebin. Divê ev yek baş bê dîtin, fêmkirin û lêkolînkirin. Bi rastî ketine nava hewldanên çawa, belgeyên çawa pêşkêş dikin… Ji ber ku cîhan wisa dibêje, jixwe ev jî Kurd in. Lewma hewl didin li gotinên wan guhdarî bikin. Di vî alî de pêwîste ev rûyê xiyanetê bê dîtin û li vir jî ev maske bê xistin. Divê ev jî bi awayekî cidî bê lêkolînkirin.
Eger wê siyaseteke Kurd hebe, divê li dijî sîstema tecrîd û qirkirinê ya li Îmraliyê derkeve û azadiya Rêber Apo bixwaze. Qaşo hin partî û şexsiyetên ku xwe weke çepgir dihesibînin hene. Ev 26 sal in sîstemeke tecrîd û êşkence ya ku mînaka wê nîne tê domandin û dengê xwe dernaxîne. Qet napeyivin. Gelek derdor li Tirkiyeyê vê nakin. Piştî wê dibêjin ew çepgir, sosyalîst û demokrat in. Çima Rêber Apo li Îmraliyê tê ragirtin? Ji ber ku doza azadiyê ya gelê Kurd dimeşîne, ji ber ku têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê dimeşîne, ji ber ku şoreşa demokratîk a Tirkiyeyê bi têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê re dimeşîne. Ji bilî vê tiştek din heye? Îcar ev Kurdbûneke çawaye, azadîparêziyeke çawaye, demokrasiyeke çawa ye? Êrîşeke faşîst, mêtinger û qirkirinê ya ewqas vekirî heye, deng nîne, berxwedaneke ewçend mezin a azadî û demokrasiyê heye. Deng dernaxe. Ne piştgiriyê dide berxwedanê û ne jî li dijî qirkirinê derdikeve û tehşîr dike. Bi vî awayî nabe. Di vê mijarê de pêwîst e ev hê bêhtir bê zelalkirin. Divê em zêdetir li ser bisekinin. Her tim hatiye diyarkirin. Li Tirkiyeyê demokratbûyî, li Kurdistanê azadîparêzî bi helwesta li dijî sîstema qirkirinê, tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi nêzîkatiya li azadiya Rêber Apo dibe. Wekî din bi tiştekî din diyar nabe.
‘AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE’
Her kes hîn baştir tê naskirin, lê belê divê refên xwe hîn bi şênberî diyar bikin. Em zanin li pişt tecrîd, qirkirin û êşkenceyê xiyanet hene. Rêber Apo 25 sal in ji aliyê rêveberiya Tirkiyeyê û sîstema Ewropayê ve di nava vê sîstemê de, di nava êşkenceyê de tê hiştin. Lewma bila kes nebêje rewş nayê fêhmkirin, nayê zanîn. Divê em van hemûyan raxin pêş çavan. Divê em hîn zêde bi Rêber Apo re bibin yek. Divê em azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe bibînin. Divê em azadiya Rêber Apo weke demokratîkbûna Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê bibînin. Lewma bi navê demokrasî û azadiyê divê em têkoşînê bi pêngava azadiyê ya navneteweyî re bikin yek ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê meşandin.
QIRKIRINA ÊZIDIYAN
Xiyaneta ku we bal kişand ser beriya 10 salan li Şengalê jî xwe nîşan dabû. Salvegera 10’emîn a komkujiya li dijî civaka Êzidî ye. Di nava civaka Kurd de bêguman ev tê nîqaşkirin. Hûn jî aliyekî çalak ê pêvajoyê ne. Di vê der barê de dixwazin çi bibêjin?
Di salvegera 10’emîn de fermana ku çeteyên DAÎŞ’ê yên qirker li Şengalê, li xelkê me yê Kurd ê Êzidî rakir, bi tundî şermezar dikim. Têkoşîna lehengî ya li dijî vê tê meşandin 10 sal in dewam dike, vê têkoşînê silav dikim, pîroz dikim. Şehîdên leheng ên vê têkoşînê, di şexsê mamê xelkê me yê Kurd ê Êzidî hevrê Zekî Şengalî de bi hurmet û minet bi bîr tînim. Dikarim vê bibêjim. Êrişên qirkirinê jî, ferman jî dewam dike. Berxwedana hebûn û azadiyê ya Şengalê, berxwedana azadî û hebûnê ya Kurdîtiya Êzidî jî dewam dike. Yanî ev neqediya ye. 10 sal bi vî rengî derbas bûn lê belê qirkirin hîn jî dewam dike. Bi destê AKP-MHP’ê dewam dike, bi destê PDK’ê dewam dike. Ev hêz hewl didin Iraqê û gelek hêzên cuda tevlî vî karî bikin. Mesûd Barzanî nasekine, hewl dide her kesî tevlî êrişa li ser Şengalê bike. Her kes bi vê zane, vê dibîne. Lewma divê şaş neyê fêhmkirin. Divê em rewşê baş binirxînin. Bi rastî jî di şexsê bûyerên di nava 10 salan de li Şengalê qewimîn ronakbîriyeke mezin rû da. Kî kî ye? Çi dike? Wateya tiştên têne kirin çi iye? Her tişt hate dîtin. Êrişên namerdî yên qirkirinê jî hatin dîtin. Hevkarên van êrişan jî eşkere bûn. Yên ku li hemberî vê yekê bi lehengî li ber xwe dan jî hatin dîtin. Dawiya dawî di nava 10 salan de berxwedan li hemberî ferman û qirkirinê bi ser ket. 10 sal in Şengal azad e. Li ser bingeha xweseriya demokratîk dewam dike. Xelkê Şengalê, bi Êzidî, Kurdîtî, jin, ciwanên xwe xwe bi rêxistin kir, bi sazî kir, xweparastina xwe afirand, bû xwedî îrade, bi rengekî azad jiya. Di nava Kurdên Êzidî yên li çar aliyên cîhanê belav bûne de yên herî azad di nava van 10 salan de li Şengalê bûn. Kurdîtiya Êzidî dema xwe ya herî azad û bedew di nava vê berxwedanê de 10 salan jiya. Jin, ciwan, xelkê Êzidî wê qîmeta vê zanibin. Ji xwe zanin. Em ji vê yekê bawer dikin. Wê heta ji wan bê xwedî lê derkevin. Mîna berxa serî li ber kêrê wê nehêlin ferman bi serê wan de bê. Xwe zane dikin, bi rêxistin dikin, dibin xwedî îrade, têkoşer dikin. Ev civak civakeke têkoşer e.
Fikrên Rêber Apo, bi piştgiriya gerîlayên HPG, YJA Star û hêzên azadiyê yên Rojava ev hişmendî ji nû ve hate afirandin. Xwe kir civak. Lewma em di wê baweriyê de ne ku hêzên azadiyê, hêzên civakî wê xwe hîn bêhtir zane, bi rêxistin û îrade bikin. Vê jî bibêjim. 10 sal derbas bûn lê belê DAÎŞ hîn jî nehatiye darizandin. Helwestek nayê nîşandan. Mirov matmayî dimînin, gelo çiqas şirîkên DAÎŞ’ê hebûn ku kes nikare destê xwe bide DAÎŞ’ê. Ji ber ku dibêje eger tu dest bide tu yê bişewite. Ji binê wan wê kî xuya bike? Kîjan dest hene? Lewma kî jê re bûne şirîkê sûc? Ji bo ew neyên dîtin bi ti awayî bi ser DAÎŞ’ê de naçin, darizandinê nakin. Hema bibêje yên ku li dijî DAÎŞ’ê têkoşiyane wê bêne darizandin. Mînak, rêveberiya Bexdayê ya ku wê demê ji ber têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê silav da PKK’ê û diyar kir ku rûmeta Iraqê rizgar kiriye, niha dibêje ‘Min PKK weke rêxistina qedexe îlan kiriye’. Daxuyaniyan dide û îdîa dike ku PKK di nava hemû nebaşiyan de ye. Rewşeke ecêbmayî ye. Gelo mirov dikare ewqasî ji rastiyê dûr bikevin? Yanî ji bo berjewendiyên erzan rastî ewqasî jî dikarin bêne binpêkirin? Lê belê ev dibe. Em vê yekê dibînin. Ronakbîriya Şengalê bi rastî jî li ser vê bingehê ye.
Hin hêzan gotin qirkirin e, lê belê tiştekî nakin. Mînak Elmanya. Diyar e dixwaze xwe li ber dilê civaka Êzidî xweş bike, wan ber bi xwe ve bikişîne, li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Got, qirkirin lê li hemberî DAÎŞ’ê tiştek nekir. Hema bibêje her hefte dozeke PKK’ê dide destpêkirin. Hiqûq, dozgerî û edliyeya Elman ku ewqasî dozê li dijî PKK’ê dide destpêkirin, êrişa DAÎŞ’ê ya li ser Şengalê weke qirkirinê dibîne lê ji bo darizandina êrişkaran dozek nedaye destpêkirin. Li hemberî êrişên PDK, AKP-MHP’ê dengê xwe nake ku dixwazin DAÎŞ’ê dewam bikin. Berevajî vê yekê yên ku êriş li wan hatiye kirin rexne dike. Ji ber çi? Dibêjin qaşo PKK heye. PKK beriya çend salan got em vedikişin. Got, rola me qediya û vekişiya. Li wê derê hişmendiya azadiyê heye, hişmendiya demokrasiyê heye. Civak bûye xwedî îrade. Li ku derê civak dibe xwedî îrade, jin dibe xwedî îrade, kedkar dibe xwedî îrade, dibe xwedî hişmendî û rêxistiniyê, dibêjin ev PKK ye. Yanî bêguman PKK… di vê rêyê de dixebite. Eger PKK ewqasî bandorê dike hingî cihê kêfxweşiyê ye. Weke serketina wê tê dîtin. Lê belê ne tenê PKK, her kes ji bo vê dixebite, di vê mijarê de hewl dide.
Bi kurtasî rastiya Şengalê, fermana qirkirinê û berxwedana li dijî wê her tişt ronî kir. Dawiyê dixwazim vê jî bibêjim; eger ew rewş baş hatibûya nirxandin, baş hatibûya fêhmkirin, rewşa PDK’ê ya ku bi DAÎŞ’ê re li hev kir, piştî ku peyman xera bû DAÎŞ’ê êrişî Kurdîtiya Êzidî kir û PDK reviya, rewşa Barzaniyan baş hatibûya fêhmkirin ku niha jî li aliyê rojavayê Başûrê Kurdistanê êriş bûn, li xeta rojhilat bi destê AKP-MHP’ê êrişên dagirkerî û desteserkirinê têne kirin, hingî wê ji wê demê ve bihata dîtin ku PDK wê bikeve nava van hewldanan. Wê hîn baştir bihata naskirin. Hevkarî û xiyanet sînoran nas nakin. Tiştekî ku nekin nîne. Lewma diviyabû bihata gotin, divê mirov bi baldarî nêzîk bibin, tedbîran werbigire. Lê belê ev nebû, di vir de kêmasî hate dîtin ku ev yek tê vê wateyê: Diyar e tiştên 10 sal in li Şengalê diqewimin bi têrkerî nehatine fêhmkirin. Ders nehatine wergirtin. Qet nebe bi wesîleya salvegera 10’emîn divê ders bêne werirtin. Me salvegera 10’emîn bi vî rengî nirxand. Weke pêvajoyeke ku divê em hîn bêhtir dersê werbigirin nirxand. 10 sal girîng bû. Pêşniyar dikim ku her kes bi vî rengî nêzîk bibe. Nêzîkatiya rast bi vî rengî dibe. Komkujiyê bi tundî şermezar dikim, Berxwedana Azadiyê ya Şengalê ku bi lehengî dewam dike, silav dikim.
PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ
Belê, em di salvegera 40’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê de ne. Beriya niha dema ku we 14’ê Tîrmehê nirxand, we got divê bê pirsîn, eger 14’ê Tîrmehê nebûya wê çi bibûya? Eger em heman pirsê ji bo Pêngava 15’ê Tebaxê bipirsin hûn ê çi bibêjin?
Eger pêngava gerîla ya 15’ê Tebaxê di sala 1984’an de nebûya, eger şerê azadiyê 40 sal in bi biryardarî nehatibûya meşandin gelo wê li Kurdistanê bi navê Kurdîtiyê çi bima? Kurdistan wê biketibûya rewşeke çawa? Lewma rewşa Tirkiyeyê wê çi bûya, rewşa Rojhilata Navîn wê çi bûya? Divê mirov vê yekê ji bo Pêngava 15’ê Tebaxê bipirsin. Ji bo Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê jî. Ji ber ku ev bi hev ve girêdayî ne.
Biryara berxwedana ji bo azadiyê li zindanê hate dayin. Mazlûman, Ferhatan, Hayriyan, Kemalan dan. Bi Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hate dayin. Yên ku ev biryar xistin meriyetê li ser bingeha Pêngava 15’ê Tebaxê gerîla bû ku veguherand çalakî û rêxistinê. Partiyê xwe bi rengê gerîla bi rêxistin kir. Pêşengiya ciwanan weke gerîla şênber bû. Tevgera jinê ya azad, têkoşîna azadiyê ya jinê di nava van gerîlayan de ava bû. Teorî, xet û fikrên azadiyê yên Rêber Apo bi Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û Pêngava 15’ê Tebaxê kete meriyetê. Herdu jî pêkanînên serketî ne ku xeta Apoyî bi cih anî. Di nav de pirsgirêk, şaşitî hebûn. Lê belê encama ku hate afirandin serketî bû. Beriya her tiştî divê mirov vê yekê destnîşan bike. Ev pêngava mezin niha di salvegera 40’emîn de ye. 40 sal in gelê Kurd, jin, ciwan li ser xeta Apoyî û bi pêşengiya gerîla ji bo azadiyê şer dikin. Ev şer şerekî bênavber e. Di salên 1970’î de Şerê Azadiyê yê Vîetnamê li ser zimanan bû. Di salên 70’î, 73 û 74’an de şer gelekî giran bûbû. Şerê Azadiyê yê Vîetnamê nêzî 20 salan dibû, her kesî digot vî şerî dirêj dewam kir, vî gelî çawa li ber xwe da. Li Kurdistanê dema ku pirsgirêka neteweyî, mijarên têkoşîna azadiyê, rewşa şer dihate nîqaşkirin, ev yek dihate gotin. Gelo li Kurdistanê jî şerekî ewqasî demdirêj dikare bê meşandin… Vî şerî niha 40 sal li pey xwe hişt. Bêguman beriya wê demeke amadekariyê ya zêdeyî 10 salan hebû, Rêber Apo her tim dibêje ku ya girîng beriya wê bû. Ji ber ku bingeh hemû wê demê hatin danîn. Danhevî li wir hatin bidestxistin. Pêngava 15’ê Tebaxê bû pratîkbûna wê. Ruh, hest, fikir, pîvan, rêxistin, feraseta rêbazê ya ku ew pratîk afiran çi bû? Ev hemû di nava 10 salên beriya wê de şênber bûn. Berxwedana destpêkê ya Kurdan ne bi PKK’ê re bû. Qet nebe 200 salên dawî, di sedsalên 19 û 20’emîn de timî li ber xwe dan. Parçe parçe li deverên cuda li ber xwe dan. Em nikarin bibêjin ku berxwedana cara yekemîn a li Kurdistanê bi PKK’ê destpê kir. Lê belê şerê bi zanebûn, plan, rêxistinî û bênavber ê 40 salan, yekemcar di nava 40 salên derbasbûyî de hate meşandin. Ev yek tiştekî nû ye. Di dîroka Kurdistanê de yekane ye. Di dîroka têkoşînên azadiyê yên gelên cîhanê de ji hemûyan derbas bûye. Vaye bi du qatan ji Vîetnamê zêdetir e. Ji aliyê demê ve.
Di vê nuqteyê de gel, ciwan û jinên Kurd, gerîlayên Kurd ên ku 40 sal in vî şerî dimeşînin silav dikim. Cejna me ya gerîla û vejînê ya neteweyî di serî de li Rêber Apo li hemû hevrêyan, hêzên me yên gerîla, şervan û fermandarên me yên HPG û YJA Starê, tevahiya gelê me û li dostên me pîroz dikim.
Di şexsê fermandarê nemir ê pêngavê hevrê Egîd de ku hevrê Zîlan jî tevlî vê bû, pêşengî ji gerîlatiya jinê re kir, di şexsê hevrê Egîd û Zîlan de şehîdên leheng ên vê pêngava lehengiyê bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim. Têkoşîneke bi vî rengî 40 salan dikarîbû bihata meşandin? Bêguman armanc ew bû. Di vê mijarê de coşeke mezin, kelecan, zanebûn, bawerî, biryardarî hebû. Rêber Apo got, pêngavek bawerî, biryardariyê ye. Dema ku 15’ê Tebaxê pênase kir bi vî rengî got. Got, pêngava mayina di mirovbûyînê de ye. Pêngava 15’ê Tebaxê weke pêngava herî mirovî dît. Lewma jî ev hebû. Lê belê weke fikir, weke daxwaz û armancê hebû. Lê dema ku min Berxwedana 14’ê Tîrmehê nirxand got, yên ku vê rojê nebînin nikarin wê berxwedanê bikin. Ji bo 15’ê Tebaxê jî derbas dibe. Ji bo hêza pêşeng a 15’ê Tebaxê, ji bo şoreşger, fermandar, şervanên azadiyê jî, ji bo Egîdan, Zîlanan, Erdalan jî derbas dibe. Eger ev nedîtibûna, bi baweriyeke mezin nikarîbû wan gavan biavêjin. Ev hemû berhema fikrên Rêber Apo ne. Weke berhema keda afirîner û têgihiştina Rêber Apo hatin afirandin. Lê belê jin, ciwanên Kurd ev yek bi fedakariyeke mezin kirin. Lewma Divê ev fedakarî û wêrekî hîn baş bê dîtin. Rastiyên qewimîn rastiyên şehîdan bû. Afirînerên 40 salan şehîdên leheng, pêşengê wê bûn. Divê ev rastî bi vî rengî bê dîtin.
Niha em werin pirsê, dema îro em li tiştên diqewimin dinêrin, li pêkanîn û nêzîkatiya hêzên cuda yên faşîzma AKP-MHP’ê dinêrin, em dibînin ku ji bo îmhakirina PKK’ê, têkbirina gerîla û temamkirina qirkirina Kurd bi hin derdoran re tifaqê çêdike û bi hovane êrîş dike. Dema em li vê xeyala wan dinêrin, em rastiyê dibînin. Tevî ev qas têkoşînê û ev qas nirxên vê têkoşînê, me ev got; 42 salin di bin hemû pêşketinên li ser navê azadiyê yên li Kurdistanê de, îmzeya berxwedana zindanan a mezin û Çalakiya Rojiyê Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê heye. 40 sal in bi vê hêza afirîner re Pêngava 15’ê Tebaxê û şerê gerîla heye.
Tevî vê yekê jî hîna kesên xeyalên bi vî rengî dikin, hene. Kesên li ser vî bingehî êrîşan dimeşînin, hene. Yanî eger têkoşîneke wiha lehengane nebûya, her roj şehîd nehatiban dayîn û ev şer nehatiba meşandin, li ser navê Kurdîtî, azadî, mirovahiyê li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn tiştek nedima. Li cîhanê jî nedima. Niha eger xeyala cîhaneke azad û demokratîk tê kirin, ev yek çavkaniya xwe ji têkoşîna azadiya Kurdistanê digire. Ji wê nirxên ku wê têkoşînê derxistî holê, ji şoreşa azadiya jinê û têkoşîna gerîla jî di esasê xwe de bandora xwe ji paradîgmaya Rêber Apo ya ekolojîk, demokratîk û azadîxwaziya jinê digire. Eger evane nebûna li ser navê azadî û demokrasiyê, jiyana alternatîf tiştek nedima.
Sîstema modernîteya kapîtalîst, hêzên desthilatdar û dewlet bi êrîşên xwe yên hovane her tiştê qetil dikin. Qirkirinê pêk tînin. Rêber Apo navê qirkirina civakî li vê yekê kir. Bi qirkirina civakî re hema bêje wê mirovahî hatiba kuştin, hatiba tunekirin. Şerê azadiyê yê 40 salan li dijî vê yekê li ber xwe dide, bi vê boneyê jiyana civakî diafirîne û nîşanî her kesê daye ku jiyana azad wê li ser bingehê azadiya jinê pêk were.
Têkoşîna mezin a meha me ya Tebaxê jî heye. Pêngava 15’ê Tebaxê mîlada Kurdan e. Dîroka azadiya Kurd bi 15’ê Tebaxê destpê kir. Bi têkoşînê jî dewam dike. Lewma her salveger bû şahidê berxwedanên mezin. Şehîdên mezin ê meha me ya Tebaxê jî hene. Erdal hene. Her du Erdal jî hevrêyên Tebaxê ne. Di Tebaxê de şehîd bûn. Hevrê Zekî Şengalî jî di meha Tebaxê de şehîd bû. Hevrê Atakan Mahîr, hevrê Îbrahîm, hevrê Huseyîn Mahîr, hevrê Azîme, bi sedan şehîdên meha Tebaxê hene. Ev van hemû şehîdan bi vê wesîleyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim.
Salvegera 40’emîn, girîng e. Em zanebûn û asta rêxistinbûna gelekî ku 40 sal in şerê azadiyê dimeşîne, cesaret û fedekariya wê li berçav bigirin. Ti kes êdî nikare civaka Kurd paşve bibe. Nikare gelê Kurd, jinan û ciwanan têk bibe; nikare îradeya wan bişikîne. Nikare ji azadiyê qut bike. Çiqasê dixwaze bila êrîş bike, çi dike bila bike, di dawiyê de teqez ew ê bi xwe winda bike. Dibêjin ya, di xwîna rijandî de xeniqîn. Wê di xwîna ku rijandî de, bixeniqe. Ji vî alî ve, divê em wiha ji aliyê xwe ve binirxînin. Dema pêngavek wiha çêbû, hat amadekirin kesên ku li dijî vê yekê derketin hebûn. Divê em wan baş bibînin. Yên ku li ser navê Kurdîtiyê jî ev yek kirin jî hebûn. Yên li ser navê çepgirtiyê jî ev yek kirin, hebûn. Hetta ez dikarim vê jî bêjim: yekîtiya herî qelebalix a rêxistinên cur be cur ên Tirkiye û Kurdistanê, di êrîşa li dijî Pêngava 15’ê Tebaxê de ava kirin. Li Ewropayê ew yek kirin. Hin kesan bang li cuntaya Kenan Evren kirin, “destûr bidin me, ji bo tunekirina PKK’ê ez pêşengiyê ji we re bikim.” Em ê vê ji bîr nekin. Em ê ti carî hevkarî û xiyanetê ji bîr nekin. Li dijî Pêngava 15’ê Tebaxê jî hevkarî û xiyanet hebû. Ji Tebaxa 1985’an û vir ve Barzanî li dijî vê pêngavê şer dikin. Tenê niha şer nakin. Wê demê dest bi vî şerî kirin. Jixwe berê jî hewl didan pêşî lê bigirin. Dema nekarîn asteng bikin û dema pêngav destpê kir, vê carê bi dewleta Tirk re bûn yek û ji bo bêbandorkirina gerîla dest bi êrîşê kirin. Îro jî êrîş dikin. Yên ku li wan temaşe dikirin jî hebûn. Divê em vê jî ti carî ji bîr nekin. Hîn zêdetir, gelek tişt hene ku em ji têkoşînê fêr bibin. Tecrûbeya 40 salan xezîneya herî mezin a gelê Kurd e. Eger ders ji van tiştên ku 40 sal in diqewimin, bê derxistin , eger mirov vê têkoşîna 40 salan fêm bikin, veguherînin zanebûnê, xwedî lê derkevin, ew ê bibin azadîxwazên herî xurt, bibin welatparêz, şoreşger, civakî û wê rastiya her tiştê bizanin û ya baş bikin. Pêngava 15’ê Tebaxê û şerê azadiyê yê 40 salan ji bo ku her kesê bîne vê astê, têrker e. Lewma divê em hîn zêdetir ders jê derxînin.
40 salên borî çawa derbas bûn? Ev şer çawa hate meşandin? Her kêliya wê bi zehmetiyan derbas bû. Rêber Apo got, pêvajoyeke ku nefes bi nefesê hate bidestxistin. Bi rastî jî divê mirov vê nirxandina Rêber Apo fêm bike û xwedî lê derkeve. Divê mirov her kêliya vî şerî fêm bike, dersan jê derxîne û xwedî lê derkeve. Wê me zane bike, rêxistin bike, baweriya me xurt bike û wê ti kes nekare me têk bibe. Yanî ev ê me bîne rewşa herî xurt.
Bi wesîleya salvegera 40’emîn ez bang li her kesê dikim ku şerê azadiyê yê 40 salan rast fêm bikin, dersên rast jê derxînin, têra xwe pêşengiya Partiyê, gerîla, wate û girîngiya berxwedana gel fêm bikin. Di dema destpêkirina berxwedana 14’ê Tîrmehê de hevrê Hayrî bi taybetî bal kişand ser vê yekê. Got, yê ku dibêje ez ji bo azadî û rizgariya Kurdistanê têdikoşim, divê têkoşîna çekdarî esas bigire. Ev telîmatek û wasiyet bû. Gelê me, gelê Kurd, ciwan û jinan pêdiviya vê telîmatê bi cih anîn. Bila şehîdên me di nava aramiyê de birazên. Hemû gerîla, partî, gel, ciwan, tevgera jinan ji wan hemûyan xurttir in, zanetir in, rêxistintir, wêrektir û fedekar in. Hemû jî bûne endamên xeta fedayî ya Apoyî. Şoreşgerî û welatparêzî li Kurdistanê weke fedayîtiya Apoyî şênber bûye. Lewma ti carî wê paşde neçin, wê hîn zêdetir ber bi pêş ve biçin. Ji bo zindîkirina armanc û bîranîna şehîdên me, têkoşîna azadiyê wê her tim hîn zêdetir pêş bikeve. Ez Pêgnava 15’ê Tebaxê silav dikim, şehîdan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim û cejna me ya gerîla pîroz dikim.
Dewam dike…