În, 13 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji bo azadiya Hatîce Onaran li gelek bajaran daxuyanî hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bajarên ku komploya 15’ê Sibatê wê lê bê protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yılmaz: Li Tirkiyeyê çalakiyên aştiyane tên krîmînalîzekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nayê paşxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Siyasetmedarên Kurd ji bo meşa Strasbourgê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Pêvajo, ji bo dewletê veguherî ezmûna samimiyetê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji Saziyên Zimanê Kurdî peyama 21’ê Sibatê: Statu ji Kurdî re, perwerde bi zimanê dayikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Tirk li Geliyê Reşava ya li Dêrelokê rê çêdike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê ciwanên ku tevlî berxwedana rûmetê ya Rojava bûn, bi coş hatin pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Êzidî Komploya 15’ê Sibatê protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em bi dirûşma ‘Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re’ rabin ser piyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alîkariyên ku ji Amedê hatin şandin, gihîşt Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    DEM Partî li ber destdirêjiya li jinên enternasyonalîst rabû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ku li Bogotayê civiyan: Em hatin ku hêz ji hev bigirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Abya Yala’yê heta bi Kurdistanê jinan xeta têkoşîna hevpar nîqaş kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Di 14’ê Sibatê de em beşdarî meşa mezin a li Strasbourgê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Abya Yala û Kurdistanî li ser berxwedan û sîstemên alternatîf nîqaş kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bogotayê Konferansa Jinan: Li dijî êrîşên netewe dewletê avakirina komunan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Kalkan: Li dijî Abdullah Ocalan hevkariya sûc heye
Kurdistan

Kalkan: Li dijî Abdullah Ocalan hevkariya sûc heye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan anî ziman ku cezayên dîsîplînê yên bi rêk û pêk li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne birîn hîleyeke hiqûqê ye ku ji bo astengkirina biryara jinûve darizandinê ya DMME'yê tê kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Gulan 2024 Dema xwendinê: 15 dq.
Parvekirin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hîleyên hiqûqî yên saziyên navneteweyî yên li ser Îmraliyê, çalakiyên li zindanan û li qada civakî, şehîdên meha Gulanê, êrîşên dagirkeriyê, şerê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, deklarasyonên KJK û PAJK’ê û mijarên din ên di rojevê de nirxand.

Nirxandina Dûran Kalkan bi vî rengî ye:

Beriya her tiştî berxwedana Îmraliyê ya dîrokî û Rêber Apo bi hurmet silav dikim. Di çarçoveya pêngavê de li dijî êşkence, tecrîd û sîstema qirkirinê ya Îmraliyê çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam dikin. Çalakiyên girseyî li her qadê hene. Gaveke hêjayî nirxandinê ew e ku nameyek ji qada derve ji bo hişyarkirina CPT hate şandin. Gelek rewşenbîr, sendîkavan, hunermend û siyasetmedar gihîştin hev. Girîng bû, hişyariyek bû.

Di sîstema tecrîdê de guhertinek nîne. Di vê çarçoveyê de hin daxuyanî hatin dayin. Rapora CPT ji hin aliyan ve mikurhatinbû. Ji hin aliyan ve jî bi rastî ne ya fêhmkirinê bû. Li gorî daxuyaniyan CPT dibêje, ‘Em organa rêveberiyê ne. Yanî organeke rêveberiyê ya ser bi Konseya Ewropayê, ya birêdayî dewletan e. Em raporê didin wan. Eger ew bixwazin wê bê eşkerekirin, nexwazin wê neyê eşkerekirin. Erk û hêza me nîne ku em raporekê jî eşkere bikin’. Di vê çarçoveyê de daket asta ku bibe saziyek ser bi hikumeta AKP-MHP’ê. Nikarin raporekê jî eşkere bikin.

MIROV JÊ RE BIBÊJE ‘KOMÎTEYA VEŞARTINA ÊŞKENCEYÊ’ HÎN BÊHTIR GUNCAW E

Di rewşeke bi vî rengî de gotina Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê lê nayê. Kî êşkenceyê dike? Dewlet dikin. Her hal ne ji bo wê yekê ye ku yên di nava civakê de êşkenceyê bikin asteng bike. Hêz di destê dewletê de ye. Saziyek ku weke karmendê rêveberî û van dewletan e, nikare êşkenceyê asteng bike, tenê dikare veşêre. Lewma gotina ‘Komîteya veşartina êşkenceyê’ hîn bêhtir lê tê. Lê belê em ji daxuyaniyên hin hiqûqnasan, bi taybetî jî ji daxuyaniyên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê fêhm dikin. Welê nîne. ew jî dibêjin, erka CPT gelekî zêde ye. Lê belê dema mijar dibe Îmrali, dibe Rêber Apo, dibe Kurd vê bi kar nînin. Li gorî rêveberiyê, desthilatdariyê tevdigere. Lewma li aliyê êşkenceyê tevdigere. Bêguman ev jî tê fêhmkirin. Dema ku mirov li navê wê dinihêre, daxuyaniya parêzeran, hiqûqnasan hîn aqilane tê dîtin. Ji ber ku erka xwe di gelek mijaran de bi kar aniye. Tenê dema mijar dibe Îmrali, dibe Rêber Apo bi kar nînin. Got, ‘Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) wê bi cih bianiya, lê pêk neanî’. Dibe ku rast be. Ji ber ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê beriya çed salan ji bo jinûve darizandina Rêber Apo biryar da, lê biryara xwe bi cih neanî, neşopand. Bû 25 sal lê hîn jî tiştek nekiriye. Ew jî fermanê werdigire. Di bin fermana siyasetê de ye. Hiqûqî nîne.

Di karê DMME’yê de rola CPT çi ye? Eger CPT biketibûna nava hewldanan gelo wê DMME karibûya bi rengekî cuda tevbigeriya? Li wê derê li gorî hev tevdigerin. Ya rast Konseya Ewropa, hikumeta Tirkiyeyê, DMME, CPT, yanî NATO û dewletên Yekîtiya Ewropayê, her wiha Neteweyên Yekbûyî, hemû dewlet li gorî vê tevdigerin. Û saziyên cuda bi saziyên pêwendîdar hemûyan re tiştekî hevpar dimeşînin. Organên wan ên bicihanînê li ser bingeha van cezayên dîsîplînê yên pûç siyaset diyar kirin. Asteng kirin ku Rêber Apo di sala 25’an de jinûve neyê darizandin û azadiya fîzîkî ya wî misoger nebe. Biryara DMME’yê ya jinûve darizandinê asteng kirin, vala derxistin. Di vir de hevkariyeke sûc heye. Nêrîneke hevpar heye. Ne bi vî rengî bûya Wezîrê Edaletê yê Tayyîp Erdogal welê bêperwa nediaxivî. Ewqasî heqaret nedikir, henekê xwe nedikir, helwesteke bi vî rengî nîşan nedida. Gotina ‘Li Îmraliyê tecrîd nîne, her tişt baş bi rê ve diçe’ nîşan dide ku pişta xwe çiqasî qewîn e, zane ku kes li ber ranabe. Divê bi vî rengî bê nirxandin.

NE TENÊ JI BO ASTENGKIRINA HEVDÎTINÊ, HER WIHA JI BO ASTENGKIRINA BIRYARA JINÛVE DARIZANDINÊ YA DMME’YÊ VÊ DIKIN

Herî dawî cezayê dîsîplînê yê pûç eşkere kirin ji bo 3 mehan. Parêzeran gotin, ji bo astengkirina hevdîtinê vê dikin. Belê, ev dibe ku aliyekî wê be. Lê belê me timî bal kişand ser tiştekî. Ew tespît têrê nake. Ne tenê ji bo astengkirina hevdîtinê, di heman demê de ji bo astengkirina biryara jinûve darizandinê ya DMME’yê vê dikin. Divê hiqûqnas bi vê zanibin; ji bo astengkirina mafê jinûve darizandinê yê di sala 25’an de ev kirin. CPT, DMME, Konseya Ewropayê û saziyên dewleta Tirkiyeyê li hev kom bûn, li ser fikirîn ku vê yekê çawa dikarin pûç bikin, li rêyeke hevpar geriyan û ev peyda kirin: Cezayên dîsîplînê. Tirkiye dike. Dide wan; dibêje saziyên me yên hiqûqî têkildarî wê derê xwedî biryarên dadgehê ne. Weke girtiyekî bê dîsîplîn nîşan didin û dibêjin, jinûve darizandin ne pêwîst e. Jinûve darizandin hinekî li gorî helwesta kes a li girtîgehê jî tê nirxandin. Bi rengê herî neyînî wî nîşan didin. Hiqûqa Ewropayê hiqûqa şeklî ye. Bi esasê mijarê ve mijûl nabe, kirasekî lê dikin. Bi vî rengî asteng kirin.

Ez 6 salan girtî mam. Hiqûqnas nînim, lê belê 6 salan em ranezan. Me hinekî sîstema ceza ya Ewropayê lêkolîn kir. Li Ewropayê cezayê muebbetê 15 sal e. Cezayê herî giran 25 sal e. Piştî 25 salan divê teqez jinûve bê darizandin. Li Îmraliyê jî hiqûqa Ewropayê derbas dibe. Hiqûqa dewleta Tirkiyeyê jî heye lê belê sîstema Îmraliyê sîstemeke ku ji aliyê Konseya Ewropayê, ji aliyê CPT ve hatiye birêxistinkirin. Rêber Apo got, ‘Dema hatim vir, min CPT li pêşberî xwe dît’. Lewma li gorî hiqûqa Ewropayê diviyabû di sala 25’an de teqez jinûve darizandin bihata kirin. Ji bo vê asteng bikin ev yek kirin û asteng kirin jî. Divê ev yek bê dîtin.

TÊKOŞÎNA HIQÛQÎ YA RÊBER APO ASTENG KIRIN

Têrê nedikir ku dewleta Tirk bigota qanûnên min vê yekê ferz dike. Bi kirasekî bi vî rengî yê hiqûqî asteng kirin. Dixwazim bêm ser vê yekê. Rêber Apo 25’ê Adara 2021’ê dema ku bi birayê xwe re bi kurtî bi telefonê axivî çi got? Parêzerên min nayên. Got, hûn hemû di vê rewşê de sûc dikin. Niha em hemû tê de ne. Me çi sûc kir? Me sûcê wê yekê kir ku rewş fêhm nekir. Çima dema ku birayê wî axivî got, ‘tu diaxive, lê belê parêzer neaxvin’. Ji ber ku karê xwe bi parêzeran re hebû. Wê çi bikira? Ev rewş dît. Hîle tê kirin. Li hemberî hîleyê ji bo têkoşîna hiqûqî bimeşîne wê li ser parêzeran biketibûya nava hewldanan. Lê belê bi astengkirina hevdîtina parêzeran, bi cezayên pûç ên dîsîplînê kirasekî hiqûqî lê kirin. Bi vî rengî têkoşîna hiqûqî ya Rêber Apo asteng kirin. Divê ev yek bê dîtin.

Lewma yên ev kirin, yên ku nekarîn vê asteng bikin sûc kirin. Madem têkoşîna Rêber Apo asteng kirin, wê demê diviyabû em têbikoşiyan. Têkoşîna me ji bo têkbirina hîle û lîstikan têrê nekir. Yanî me nekarî xwe ji sûcdariyê rizgar bikin. Beriya her tiştî em ê bi vî rengî binirxînin. Bi dîtina min divê mirov rewşê bi vî rengî bibîne. Em hemû di nav vê de ne. Ji ber ku me di dema xwe de nedît û karekî ku vê lîstikê têk bibin nekir. Ya ku me kir têrê nekir. Belê têkoşîn hate meşandin, çalakî hatin kirin, em pêngavê dimeşînin, lê bala xwe bidinê, ev hemû têrê nakin. Wê demê divê em vê rewşê binirxînin. Kêmasiyên xwe bibînin. Em li ku devera pênaseya sûc a Rêber Apo ne, divê em vê bibînin. Ji bo vêhmkirina rewşê û rizgariya ji van kêmasiyan divê em bi rexnedayinê nêzîk bibin.

HÎLEYAN DIKIN, DIXWAZIN ME HÎNÎ VÊ REWŞÊ BIKIN

Belê, niha çalakî têne lidarxistin, têkoşîn dewam dike. Em li her qadê çalakgeran silav dikin. Li derveyî welat jî, li çar parçeyên Kurdistanê jî gel li ser piyan e, jin li ser piyan e, dayikên me li ser piyan e. Daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li tevahiya cîhanê belav dibe. Ev hemû pêşketin e. Lê belê bala xwe bidin ser ku têra têkbirina lîstikê nakin. Hîleyan dikin. Li pêş çavên mirovan hîle kirin. Û piştre jî bi vê rewşa kêmayî dixwazin me hînî vê rewşê bikin. Em bibêjin ku vê carê em ê hîn nebin.

Timî qala berxwedana li zindanan tê kirin. Zindan li ber xwe dide, dibêjin em jî piştgiriya wan dikin. Berxwedana zindanan niha hinekî nêzî xeta rast bûye. Çawa nêzîk bûye? Gotin, em ê hînî vê nebin. Em ê nebin hevparê vî sûcî. Gotin, em ê tiştên ku ev dewlet dide me bi kar nînin. Ji ber ku neheqî tê kirin. Bi rengekî cuda nêzî Rêber Apo dibin, bi rengekî cuda nêzî wan dibe. Gotin, hewl dide me ji Rêber Apo qut bikin. Eger ji bo Rêber Apo ev tişt tine be, çima ji bo me heye? Em tevlî Rêber Apo bûne. Wê demê dixwazin me bikişînin ser rêyeke cuda. Wê nikaribin me bikişînin. Em ê li ser xeta Rêber Apo bin. Gotin, em hemû têkiliyên xwe yên bi dewletê re qut dikin. Çiqasî dikin, çiqasî haya xwe ji vê yekê heye nizanim lê belê xeta çalakiyê ya nû vê yekê nîşan dide. Ev yek nêzîkbûna li rastiyê ye. Rêber Apo çi got? Got, li Îmraliyê binerin rastiya Kurdan bibînin. Em ê li Rêber Apo binihêrin. Bêguman her kesên ku dibêje Kurd ê azad im, wê bibîne ku divê çawa be. Hevrêyên li zindanan têkiliyên xwe yên bi dewletê re birîn. Gotin, em ê bi pîvanên Rêbertî bijîn. Her kesên ku dibêjin em piştgiriyê didin zindanan bila bi wî rengî bibêjin. Bila her kes li hemberî dewletê helwestê nîşan bide.

Divê em çalakiyên heyî binirxînin. Bi rastî jî divê em kêmasiyên xwe bibînin. Divê em xwe têrker bikin. Pêvajo cidî ye. Bi vî rengî divê her sal bibe nirxandina rewşa jinûve darizandina Rêbertî. Ji bo vê yekê asteng bikin timî cezayên dîsîplînê didin, wê van cezayên pûç timî bidin. Ev yek ji xwe re kirin xetek û wê bi vî rengî dewam bikin. Eger ev rewş neyê têkbirin, her kes wê hînî vê bibe û bi vî rengî jî wê dewam bikin. Divê êdî em vê yekê rawestînin. Em di vê nuqteyê de ne. Nabe ku em bi rewşa heyî ya têrê nake qîma xwe bînin. Divê em pêngava çalakiyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xurt bikin, belav bikin. Divê em çalakiyên xwe dewlemend bikin, xurt bikin, mezin bikin. Çawa ku dibêjin divê em qiyametê rakin, em niha di pêvajoyeke bi vî rengî de ne. Bi tiştên bi vî rengî nerm nabe.

Lewma em vê rewşê bi vî rengî dinirxînin. Bi vî rengî nameşe. Bi çalakiyên bi vê rêbazê em ê nikaribin encamê bi dest bixin, wê demê divê em çareyê di xwe de bibînin. Nabe ku em bibêjin filan nake, bêvan nake. Divê em bi xwe bikin. Em ê hêza xwe ya çalakiyê bilind bikin. Divê her kes vê bibîne. Divê em hemû binirxînin. Bêguman weke gel, tevger, dost, her kes vê binirxîne. Hin daxuyanî tên kirin ji derveyî welat, ji hiqûqnas, akademîsyenan. Dibêjin, sûc e. Nîqaşkirina vê jî nabe. Li hemberî vê yekê divê her tişt bê kirin. Bi rastî jî divê her tişt bê kirin. Her kes li cihê ku lê ye divê karibe her tiştî bike. Divê em di rewşeke bi vî rengî de bin. Bİ kurtasî êdî dema gotinê qediya ye. Bi gotinê tiştek nabe. Çalakî divê, çalakiyên encamgir divê. Bang li her kesî dikim ku vê rewşê bi vî rengî binirxîne. Em bi xwe di nava nirxandineke bi vî rengî de ne. Yanî ya pêwîst çi be em ê hewl bidin pêk bînin.

Dewam dike…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xwendekarên Zanîngeha Kobanê: Zimanê me nasname û hebûn e
Nûçeya Pişt re KCK’ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Mazlûm Ebdî salvegera 1’emîn a hilweşîna rejîma Baasê pîroz kir

Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî salvegera yekemîn a hilweşîna rejîma Baasê li Sûriyeyiyan pîroz…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kantona Firatê şehîd Şêrko hate oxir kirin û sê şehîd hatin bibîr anîn

Gelê Kantona Firatê endamê Hêzên Têkoşîna li dijî Narkotîkê şehîd Şêrko Mistefa ku di operasyona…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 21’Ê TÎRMEHA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Ji Saziyên Zimanê Kurdî peyama 21’ê Sibatê: Statu ji Kurdî re, perwerde bi zimanê dayikê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nayê paşxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Komplo şerekî dewletên emperyalist bû ku li dijî Rêber Apo dabûn destpêkirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Artêşa Tirk li Geliyê Reşava ya li Dêrelokê rê çêdike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?