În, 16 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Stewrê çalakî: Rojava xeta me ya sor e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Tirk tekparêzî parast û piştgiriya xwe ya ji bo HTŞ’ê dubare kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenê xisara li Dêr Hafirê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edene û Mersînê 10 kes hatin binçavkirin ku 2 ji wan zarok bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bi polîtîkaya yek ol, yek nasname êriş li gelên Sûriyeyê tê kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiya nexweş Besra Erol bi hinceta cezayê dîsîplînê dernexistin pêşiya desteyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gel li Abdananê qereqola polîsan desteser kir; xwepêşandan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî êrîşan banga hevgirtinê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Şêxmeqsûdê li Silêmaniyê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    DAD’ê bi çirayan êrîşên li ser Kurdan protesto kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê şehîdên meha Çile û Sibatê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hezaran kes li Wanê meşiyan: Gelan biparêzin ne DAÎŞ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinan li Raperînê bertek nîşanî heqeretên li ser şervanên jin û şehîdan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Xwedîderketina li Rojava wezîfeyeke mirovî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar: Ti hêz nikare li ber îradeya jinê bisekine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Amedê: Bûyerên diqewimin sûcê şer e, bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan li Silêmaniyeyê gilî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên ku ber bi Enqereyê ve dimeşin gihîştin Rihayê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • HELEB
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyên hikumeta demkî gundên Dêr Hafirê bombebaran dikin
Çeteyan bi 2 dronan derdora Tişrînê hedef girtin
Çeteyan 3 caran êriş birin ser Tişrînê
Çeteyan li Dêr Hafirê kargeh û milkên sivîlan hedef girt
Çete bombeyan li gundên li derdora Bendava Tişrînê dibarînin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: Hêzên demokratîk bi berpirsyariyeke dîrokî re rû bi rû ne
Kurdistan

KCK: Hêzên demokratîk bi berpirsyariyeke dîrokî re rû bi rû ne

KCK'ê diyar kir ku hilbijartinê berpirsyariya hêzên demokrasiyê zêde kir û destnîşan kir, ku karê esasî ew e ku encamên têkoşîna li dijî faşîzmê veguhere rêxistinî û çalakiyê û li ser bingeha azadiya gelê Kurd Tirkiyeya demokratîk bê avakirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Nîsan 2024 Dema xwendinê: 16 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got, “Di 31’ê Adara 2024’an de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hilbijartinên xwecihî hatin kirin û encam diyar bûn. Hem ji aliyê helwesta gelê Kurd, hêzên demokratîk şoreşger ên Tirkiyeyê û civaka Tirkiyeyê hem jî ji aliyê rewşa siyasî ya nû ya encama vê helwestê ve, em vê pêvajoya hilbijartinê girîng dibînin. Di hilbijartinên xwecihî de li Tirkiyeyê rewşeke nû derkete holê, zemînê rizgariya ji tengaviyê û çareseriya pirsgirêkan hîn xurt kir. Vê rewşê derfet û firsendeke girîng pêşkêşî hêzên siyasî kir. Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd em vê rewşê weke firsendeke girîng dibînin, ji vê derê diyar dikin ku nêzîkatiya me jî wê li ser bingeha nirxandina vê derfetê be. Di çarçoveya vê nêzîkatî û berpirsyariyê de em pêwîstiyê pê dibînin ku nêrîn û bendewariya xwe parve bikin.”

Di destpêka daxuyaniyê de hate ragihandin ku hilbijartin di nava atmosfereke antî demokratîk de hate kirin û hate gotin, “Bi destê dewletê ji bo desthilatdariyê bi her rê û rêbazê fen hatin kirin, dek û dolab hatin gerandin. Bi taybetî li Kurdistanê ev kiryar bêser û ber hatin kirin. Li gel dek û dolaban, bêyî ku pêwîstiyê pê bibînin ku bi dizî bikin leşker, polîs û hêzên paramîlîter birin bajar û bajarokên Kurdan û ji bo AKP-MHP’ê deng bi kar anîn. Bi rêya van, gelek bajar û bajarokên Kurdistanê hatin desteserkirin, îradeya gel hate desteserkirin. Qîma xwe bi vê yekê jî neanîn, bi destê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) hewl dan ku li Kurdistanê û Tirkiyeyê bajarên mezin desteser bikin. Weke kuk li Wanê hate dîtin, tenê bi berxwedana gel û piştevaniya raya giştî ya demokratîk a Tirkiyeyê pêşî li vê yekê hate girtin. Di rastiyê de tifaqa AKP-MHP-PDK-Hîzbûlkontra li Kurdistanê nekarî deng ji gel werbigirin û nekarî ti ji şaredariyan bi dest bixin. Hemû şaredariyên bi dest xistin jî bi rêya desteserkirinê bûn. Desthilatdariyê li Tirkiyeyê jî bi her rê û rêbazê dek û dolab gerand, li ser dijminatiya li Kurdan nijadperestî, neteweperestî, mezhebperestî, zayendîperestî û her cûre paşverûtî sor kir, bi vî rengî zext li civaka Tirkiyeyê kir. Lê belê tevî van hemûyan jî AKP di asteke mezin de têk çû. Ev yek jî nîşan dide ku AKP ji ya li pêş çavan bêhtir serberjêr bûye. Ne tenê li xwe kêm kir, her wiha veguherî miriyekî siyasî.”

ENCAMA HERÎ GIRÎNG A HILBIJARTINÊ TÊKÇÛNA MEZIN A AKP’Ê YE

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bal kişand ser van xusûsan:

“Bêguman encama herî girîng a hilbijartinê têkçûna mezin a AKP’ê ye ku çaryek sedsal e Tirkiyeyê bi rê ve dibe û di nava vê demê de bi her awayî nebaşî li civakê kiriye. AKP û Tayyîp Erdogan ku beriya 22 salan bi soza demokrasî û azadiyê bi piştgiriya civakê bû desthilatdar, lê belê piştre mohra xwe danîn binê her cûre kiryarên antî demokratîk, di vê hilbijartinê de derbeke giran xwar û rewabûna rêveberiya xwe winda kir. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, çareseriya pirsgirêkan, guherîna civakê û bicihanîna daxwazên demokasî, azadî û guherînê ya civakê ev yek pêşketineke gelekî girîng e. AKP bi soza li ser demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd piştgirî ji civakê wergirt û bû desthilatdar. Lê belê ev yek nekir, her wiha ji desthilatdariyên beriya xwe bêhtir dijminatî li Kurdan kir û bi vê yekê re Tirkiye ber bi felaketekê ve dehf da. Di bin rêveberiya 22 salan a AKP û Tayyîp Erdogan de Tirkiye veguherî enqazeke rasteqîn. Paşverûtî, rizandin, bêexlaqî, bêhiqûqî, bêedaletî gihîşt asta herî bilind. Nirx û hilberîna welêt ji bo paşeroja komekê hatin bikaranîn, civak jî ber bi birçîbûn, xizanî û sefaletê ve hate dehfdan. Ji bo civak vê yekê qebûl bike jî dijminatiya li Kurdan sor kir, li ser civakê şerekî giran ê taybet hate meşandin. Kirin ku dewlet û civakê bi şerê taybet bi rê ve bibe. Rê û rêbazên ku desthilatdariya AKP’ê di hilbijartinê de serî lê da, nîşan didin ku bê çiqasî bêexlaq bûye, ketiye rewşeke ketinê, tiştek nemaye ku bide civakê û mirovahiyê. Ji ber mejiyê xwe yê dijminatiya li Kurdan, AKP û Tayyîp Erdogan kete vê rewşê û ewqas nebaşî li civakê kir. Bêguman dijminatiya li Kurdan, di cewhera xwe de ji ber dijminatiya xwe ya li exlaqê azad ê civakê, dijminatiya li nirxên mirovahiyê, dijminatiya li azadî û demokrasiyê ye. Hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê dawî li vê yekê anî û AKP û Tayyîp Erdogan kete rewşa partiya duyemîn.

AKP Û ERDOGAN NE CARA YEKÊ YE KU TÊK DIÇIN

Bi esasî ne cara yekê ye ku AKP û Tayyîp Erdogan têk diçin. Di hilbijartinên giştî yên 7’ê Hezîrana 2015’an de AKP têk çû, ji rêveberiyê ket. Li pêşberî stratejî û atmosfera ku Rêber Apo ji bo hêzên demokrasiyê afirand, AKP û Tayyîp Erdogan hêza xwe winda kir û nekarî bibe desthilatdar. Civaka Tirkiyeyê erk û berpirsyarî da hêzên demokrasiyê yên di bin sîwana HDP’ê de li hev kom bûn û muxalefetê ku li Tirkiyeyê bibin rêveberî. Lê belê Tayyîp Erdogan bi MHP û Devlet Bahçelî yên faşîst, nijadperest tifaq kir û nehişt ku pêvajo ber bi demokratîkbûnê ve biçe. Siyaseta demokratîk û muxalefeta li Tirkiyeyê ji ber ku li pêşberî bûyerên qewimîn kêrker neman, mekanîzmaya darbeyê kete dewrê. Di vê pêvajoyê de ku her carê bi dûr û dirêj qalê kirin, her kesî êşeke giran kişandin, bû sedema windahiya can, dem û enerjiyê, berdêleke giran da welat û civakê. Lê belê niha ev mekanîzmaya darbeyê hate rawestandin û tişta ku beriya neh salan nebû niha pêk hat.

YA KU FAŞÎZM TÊK BIR, STRATEJIYA JIYANA HEVPAR Û BERXWEDANA LI SER VÊ BINGEHÊ BÛ

Di têkbirina faşîzmê de helwesta gelê Kurd û hebûna têkoşîna li Kurdistanê diyarker e. Aktorê bingehîn ê vê encamê jî gelê Kurd e ku bi pêşengiya Tevger Azadiyê têdikoşe û stratejî afirand. Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ji destpêkê ve li hemberî mekanîzmaya darbeyê ya faşîzma AKP-MHP’ê sekinîn, li ber xwe dan û têkoşiyan. Pêşengê vê berxwedanê jî helwesta Rêber Apo ya li Îmraliyê ye. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li ber xwe dan. Bi hezaran hevrêyên girtî yên li zindanan li ber xwe dan. Jin û ciwanên Kurd li hemberî zexta faşîst û şerê taybet li ber xwe dan. Gelê Kurd ne tenê li Bakurê Kurdistanê her wiha li çar paçeyan û derveyî welat jî berxwedaneke mezin nîşan dan. Di nav her şert û mercî de dest ji helwesta azadiyê bernedan û li Kurdistanê rê nedan faşîzmê. Di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de gelê Kurd ev helwesta xwe bi şênberî nîşan da, di helwesta jiyana azad û demokratîkbûna Tirkiyeyê de israr kir. Di hilbijartinê de rê neda faşîzmê. Ya ku faşîzm têk bir helwesta gelê Kurd, hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê û Tevgera Azadiyê ya Kurd bû. Sekna jiyana azad a gelê Kurd û israra di demokratîkbûna Tirkiyeyê de divê were dîtin û bê fêhmkirin. Ji bo encama erênî dewam bike û pêvajo bi demokratîkbûnê bi encam bibe ev eyk gelekî girîng e. Bêguman gelê Kurd ev têkoşîn bi gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê re meşand. Ya ku faşîzm têk bir stratejiya jiyana hevpar û berxwedana li ser bingeha vê stratejiyê bû.

HÊZÊN DEMOKRASIYÊ BI BERPIRSYARIYEKE DÎROKÎ RE RÛ BI RÛ NE

Serketina ku li dijî faşîzmê hatiye bidestxistin û encamên bi dest ketine, berpirsyariya hêzên demokrasiyê ku dînamîk û kirdeyên têkoşînê ne zêdetir kiriye. Ji bo me karê herî esasî ye ku encamên têkoşîna li dijî faşîzmê bi rêxistin bikin, veguherînin çalakiyê, bi gel re bikin yek, li ser bingeha azadiya gelê Kurd Tirkiyeya demokratîk ava bikin. Ev xebateke ku divê hêzên demokrasiyê pêk bînin e. Hêzên demokrasiyê bi vê berpirsyariya dîrokî re rû bi rû ne. Divê hêzên demokrasiyê vê xebatê bimeşînin, berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih bînin û pêşengiyê ji pêşketinên dîrokî re bikin. Divê hîn bêhtir yekîtiyê biparêze, hîn bêhtir têkoşîna antî-faşîst bimeşîne û hîn bêhtir xwedî li têkoşîna demokrasiyê derkeve. Pêwîste gelê Kurd di helwesta jiyana azad û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê de israra xwe bidomîne û hêzên demokrasiyê jî xwedî li vê derkeve û pêşengiyê ji vê yekê re bikin.

DIVÊ CHP’Ê FIRSENDA DÎROKÎ BIBÎNE Û BI BERNAMEYEKE DEMOKRATÎK RE DERKEVE PÊŞBERÎ GEL

Encameke din a girîng a hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê jî ew e ku piştî pêncî sal CHP’ê bû partiya yekemîn. Ev rastiya ku CHP’ê piştî pêncî salan bû partiya yekem, nîşan dide ku civaka Tirkiyê erka rêvebirina Tirkiyê daye CHP’ê. Ji ber vê yekê, helwest û nêzîkatiya CHP’ê ya ji niha û pê ve girîng e. Di vê mijarê de encamên ku derketine holê, divê yek ji wan pêşî CHP’ê rast binirxîne. Eşkereye ku civaka Tirkiyeyê ji CHP’ê hêvî dike ku bi vê berpirsyariyê tevbigere. Em vê rewşê dibînin û girîngiyê didinê. Ji bo nêzîkatiyek rast, di serî de divê CHP’ê ev encam çawa hatine afirandin fêm bike û rola gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û Tevgera Şoreşger a Demokratîk a Tirkiyeyê di têkoşîna li dijî faşîzmê de bibînin. Ya duyemîn jî, divê bendewariyên civakê ji xwe rast fêm bike û li gorî wê tevbigere. Pêwîstiya bingehîn a Tirkiyeyê û bendewariya bingehîn a civaka Tirkiyeyê, demokrasî ye. Civaka Tirkiyeyê bi vê hêviyê re destek da CHP’ê ya ku Komar ava kir. CHP’ê ya ku wek partî komar ava kir, bi desteka ku ji civakê wergirtiye firsenda demokratîkkirina komarê bi dest xistiye. Ji bo bi vê rolê rabe, desteka pêwîst ji bo wî hatiye dayîn. Heke CHP’ê dixwaze ji nû ve rolê xwe bilîze, divê fersenda ku di sala 1973’an de bi dest xistibû lê ji dest çû, vê carê baş binirxîne.

Civaka Tirkiyeyê di sala 1973’an de piştgirî da CHP’ê û ji bo bi vê rolê rabe berpirsyarî dabû ser milê wê. Lê CHP’ê di bin seroktiya Bûlent Ecevît de, nekarî dewletperestiya hişk, neteweperestî û şovenîzmê derbas bike. Îradeya çareseriya pirsgirêka Kurd nîşan neda. Nekariye bernameyeke demokratîk pêş bixe û gavên demokratîk ên pêwîst neavêtiye. Ji ber vê yekê desteka civakê winda kiriye û firsenda dîrokî ya bi dest xistiye ji dest çûye. Niha civakê şansekî duyemîn daye CHP’ê. Eger CHP’ê vê firsendê binirxîne, ji bo demokratîkbûyîna Komarê bixebite, di vî alî de gavan biavêje û vê vînê nîşan bide, wê desteka pêwîst ji civak û hêzên demokrasiyê werbigire. Civak vê dibîne û destek dide. Her wiha em jî piştgiriyê didin gavên ji bo demokratîkbûyînê bên avêtin. Lê belê eger CHP’ê vê helwestê pêş nexe û gavên demokratîk neavêje, wê desteka civakê winda bike. Wê bikeve heman rewşa AKP’ê. Desteka civakê ya ji bo AKP’ê û bendewariyên wê ji AKP’ê jî ji bo pêşketina demokratîkbûyînê bû. Lê belê AKP’ê ji ber ku ev nekiriye, desteka civakê winda kiriye. Di hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an de civaka Tirkiyeyê ev helwest bi zelalî nîşan da. Ji wê demê û vir ve AKP’ê bi temamî bi rêya darbeyan li ser desthilatdariyê maye. Piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê AKP’ê bi rêya darbeyan li ser desthilatdariyê ma û bi rêya darbeyan Tirkiyeyê bi rêve dibe. AKP’ê ji ber gavên demokratîkbûn neavêt û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gav neavêt, berovajî nîjadperestî, neteweperestî, faşîzm û şer bi pêş xist, Tirkiye anî ber hilweşînê û dawiya xwe amade kir. Niha civaka Tirkiyeyê dixwaze ev rewş bi dawî bibe û ji vê rewşê rizgar bibe. Di 31’ê Adarê de vê helwestê bi awayekî zelal raber kiriye, CHP’ê kiriye partiya yekem û berpirsyariyek wiha lê bar kiriye. Divê CHP’ê vê weke firsenedeke dîrokî bibîne û bi nirxandina vê firsendê re ji bo ku ji civakê destekeke mezintir bigire bêyî ku belavî demê bike, bi berenameyeke demokratîk derkeve pêşberî gel. Divê îrade û bernameya demokratîkkirina komarê destnîşan bike, gavên demokratîk biavêje û bibîne ku çavkaniya hemû neyîniyan ew e ku Komara avakiriye negihandiye demokrasiyê û nîşan bide ku wê dawî li vê rewşê bîne. Ji bo vê divê destpêkê li ser çareseriya pirsgirêka Kurd ku pirsgirêka herî bingehîn a welatê hevpar e bisekine. Heta ku pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk neyên çareserkirin, komar jî wê demokratîk nebe û ji krîza heyî ne pêkan e ku derkeve. Di dîroka Komarê de çavkaniya hemû krîzên mezin, xerabî û neyîniyên mezin, neçareserkirina pirsgirêka Kurd bû. Çavkaniya hemû alozî û neyîniyên ku AKP û Tayyîp Erdogan anîne Tirkiyeyê, çaresernekirina pirsgirêka Kurd e. Lewma rêya derketina ji krîzê teqez çareseriya pirsgirêka Kurd e. Ji bo vê jî divê CHP’ê ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd gavan biavêje.

Eger CHP bernameya demokratîkbûnê destnîşan bike û li ser van mijarên bingehîn gavên pêwîst biavêje wê piştgiriya pêwîst ji civakê werbigire. Bi vê piştgiriyê jî wê şensê bi dest bixe ku demokratîkbûnê pêk bîne ku pêwîstiya Tirkiyeyê pê heye. Bêguman ji bo demokratîkbûnê jî pêwîstî bi karekî bêdawî, gavên bêdawî heye. Lê belê nabe ku ev yek ji demeke bêdawî re bê hiştin. Lewma îradeya di vî warî de divê tavilê bê nîşandan û gavên bingehîn bêne avêtin. Weke hêzên demokrasiyê yên Kurdistan û Tirkiyeyê em ê piştgiriyê bidin her gaveke rast a bê avêtin. Di çarçoveya berpirsyariya xwe ya dîrokî de ya ji bo civaka Tirkiyeyê û demokratîkbûna Tirkiyeyê, em helwesta xwe bi vî rengî diyar dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Eger dewlet ji hiqûqê dûr ketibe, hingî berxwedan maf e’
Nûçeya Pişt re Li Endonezyayê volkan teqiya, xeteriya tsûnamiyê rû da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Wezîrên Ewropî plan dikin ku li Cenevreyê bi Îranê re rûnên

Wezîrên Karên Derve yên Elmanya, Fransa û Qraliyeta Yekbûyî plan dikin ku roja Înê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê 3 şehîdan li Helebê hatin veşartin

Cenazeyê şervanên YPG’ê Tolhildan Egîd, Elî Çîçek û şervanê QSD’ê Can Efrîn li taxên Şêxmeqsûd…

Ji aliyê Stêrk TV

Elîaçik: Banga Ocalan tê wateya pêngaveke îdeolojîk

Nivîskar Îhsan Elîaçik diyar kir ku banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo tê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Gel li Abdananê qereqola polîsan desteser kir; xwepêşandan didomin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Amedê li dijî êrîşan banga hevgirtinê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîdên Şêxmeqsûdê li Silêmaniyê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

DAD’ê bi çirayan êrîşên li ser Kurdan protesto kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?