Duşem, 5 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DYE balafirên xwe yên B-1 ji Baregeha Fairfor a Îngilistanê vekişand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hidir Ozturk: Hêvîdar im ev rûreşî di nava aştiyê de ronî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji muzîkjenên Derya Reş peyam: ‘Divê hunermend aştiyê biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 5’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li gelek bajaran hate bibîranîn: Em ê xeyalên wê pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pirsûsê serdana girseyî ya ji bo taziyeya şehîd Delîl Nergis

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rêveberiya Giştî ya Dije-Terorê li Silêmaniyê çeteyekî DAÎŞ’ê girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê xwendekar ji bo piştgiriya Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ranyayê li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li cihê şehîd bûyî, hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna daran di rojeva parlamentoya Herêma Kurdistanê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêzanê heftemîn ê Mexmûrê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Sineyê ji bo Marziye Moradavisi cezayê girtîgehê û pere hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevanên ku Xelata Gurbetellî Ersoz wergirtin hatin eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: 27 jin û 6 zarok hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Mexmûrê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Nagîhan Akarsel li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li ser girtiyên jin dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > KCK: Yên li Belçîkayê êrîşî Kurdan kirin DAÎŞ’ên Tirk in
Rojane

KCK: Yên li Belçîkayê êrîşî Kurdan kirin DAÎŞ’ên Tirk in

KCK destnîşan kir ku komên li Belçîkayê êrîşî Kurdan kirin DAÎŞ'ên Tirk in û diyar kir ku li pişt van êrîşan desthilatdariya AKP-MHP heye. KCK bang li gelê Kurd kir ku ji bilî çalakiyên demokratîk serî li tu rêyên din nedin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Adar 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî bûyerên ku bi êrîşa komeke faşîst a Tirk a li dijî Kurdan destpê kirî, daxuyaniyek weşand û destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê li pişt van êrîşan e.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de bang li Kurdên li Ewropayê kir û got: “Em bang li gelê xwe dikin ku bi provokasyonan nexapin, ji dervey çalakiyên demokratîk serî li ti rê û rêbazên cuda nedin.”

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:

“Kurdên li Belçîkayê dijîn, piştî ku ji pîrozbahiya Newrozê vegeriyan rastî êrîşên çeteyên faşîst, nijadperest û olperest hatin. Ev êrîş û piştî wê jî bi armanca kuştinê êrîş pêk hatin. Dora malan hatin dorpêçkirin û Kurdên ku di hundirê malê de asê mabûn, hewl dan ku werin qetilkirin. Di encama êrîşan de gelek Kurd birîndar bûn û rewşa hinek ji wan giran e. Ev êrîşên li dijî Kurdan hê jî didomin. Tayyîp Erdogan bi xwe û çapemeniya şer a Tirkiyeyê ji bo domandina van êrîşan di nava hewldaneke dijwar de ne. Em van êrîşên faşîst, nijadperest ên bi hîsteriya dij-Kurd tên kirin bi tundî şermezar dikin. Ev êrîş bi tevahî hewldana komkujiyê ye. Mal hatin şewitandin û kesên di hundir de xwestin bên şewitandin û qetilkirin. Ji ber vê sedemê şibandina vê hewldana komkujiyê bi Komkujiya Madimakê re di cih de ye. Çeteyên faşîst, nijadperest û olperest otela Madîmakê tevî kesên di hundirê wê de şewitandibûn.

Êrîşa li Belçîkayê di encama plan û rêxistina desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku xwe li ber bilindbûna têkoşîna gelê me ranegirt, pêk anîn. Armanca vê yekê ew e ku gel bitirsînin, bi provokasyonan rojeva gelê me berovajî bikin, gelê me li hember hikûmetên welat ên pêwendîdar derxînin û bi vî awayî têkoşîna gelê me qels bikin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê li hemberî têkoşîna azadiyê ya ku bi taybetî bi Newrozê re derketiye lûtkeyê bi hêrs û bêçare dest bi lêgerînên bi vî rengî kir û bi vî rengî hewldana komkujiyê ya li Belçîkayê derket holê. Gelê me bi tevlîbûn û coşeke mezin Newroz li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat pîroz kir, li dijî dagirkerî û xiyaneta hevpar helwestek pir xurt nîşan da û dilsoziya xwe ya bi têkoşîna azadiyê re û bi Rêber Apo re nîşanî her kesî, dost û dijminan da. Ev helwesta dîrokî ya gelê me ya di Newroza 2024’an de tê wateya têkçûna polîtîkayên qirker ên faşîst ên desthilatdariya AKP-MHP’ê.

Ji aliyê din ve yek ji armanca sereke ya van êrîşan jî ew e ku hawirdorê tehrîk bike, di nava gelê Kurd bi taybet ciwanên Kurd de hêrsê çêbike û wan neçar bike ku bersivê bidin êrîşan û bi vî rengî gelê Kurd têxin nava tengasiyek dijwar. Bi taybetî Pêngava Azadiyê ya Cîhanê ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de ji aliyê dost û enternasyonalîstan ve hat destpêkirin, têkoşîna gelê Kurd gerdûnî kir û ji gel, jinan, bindestan û raya giştî ya demokratîk a cîhanê piştgiriyeke girîng wergirt. Desthilatdariya nijadperest û faşîst a AKP-MHP’ê ku plan û hewldana dagirkirina Kurdistanê û qirkirina Kurdan dikir û hewl dida vê bi cîhanê re bide pejirandin. Li hemberî Pêngava Azadiyê ya Cîhanê ketiye nava zehmetiyê, tecrîd û polîtîkayên qirkirinê yên li ser Rêber Apo derketin holê. Desthilatdariya AKP-MHP’ê fêhm kir ku ger ev zêdetir pêş bikeve wê nikaribe polîtîkayên xwe yên tecrîd û qirkirinê bidomîne, bi organîzekirina êrîşa li Belçîkayê re xwest derdorê provoke bike û bi xerakirina rojeva gelê me re li Ewropayê pêşî li Pêngava Azadiyê ya Cîhanê bigire. Armanca sereke ya êrîşa ku li Belçîkayê ji aliyê çeteyên nijadperest, olperset û faşîst ve hatiye destpêkirin ev e.

Pir girîng e ku gelê me, dost û saziyên me yên demokratîk vê rewşê bibînin û bi awayekî ku vê provokasyonê pûç bikin tevbigerin. Ji bo vê jî rêya herî baş ew e ku bertekên xwe bi çalakî û rûdanên demokratîk derbixin û nekevin nava tevger û hewldanên din. Rêya têkbirina êrîşên nijadperestên faşîst bi awayekî herî xurt rêbazên demokratîk û têkoşînê ye. Em vê yekê tekez dikin û bawer dikin ku gelê me yê li Ewropayê dê li ser vê bingehê tevbigere.

Bi êrîşa li Belçîkayê re careke din derket holê ku dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê li ser Ewropayê çi gefan dixwin. Komên ku ev êrîş pêk anîne ji DAÎŞ’ê ne cudatir e. Ev rasterast çeteyên dewleta Tirk in. Ya rastî jî yên ku DAÎŞ’ê xwedî dike, araste dike û bi DAÎŞ’ê gefê li her kesî dixwe dewleta Tirk û desthilata AKP-MHP’ê ye. Hêzên pêşeng ên li pişt hemû êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê dewleta Tirk û hikûmeta AKP-MHP’ê ne. Êrîşa Belçîkayê piştî qetlîama Moskowê ne tesaduf e. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê dixwaze her cihî bike qada şer, bi armanca pêkanîna armancên xwe yên neoosmanî bi taybetî jî qirkirina Kurdan û daxwazên xwe bi Ewropayê bide qebûlkirin. Em rast û erênî dibînin ku dewleta Belçîkayê hewl dide ku bûyer bêdeng nebin.

Lê divê bê zanîn ku li pişt van êrîşan desthilatdariya AKP-MHP’ê heye û divê bê şermezarkirin, eşkerekirin û neyê qebûlkirin. Nêzîkatiyên dewletên Ewropayê ji eşkerekirina rastiyan dûr in. Nêzîkatiya wan di hemû komkujiyên berê yên Kurdan de jî ev bû. Ev nêzîkatî rastiyan dernakeve holê, her carê jî bingehê ji êrîş û komkujiyên nû re çêdike. Desthilatdariya AKP-MHP’ê li hemû Ewropayê bi fikrên olperestî, faşîst û nîjadperest bi rêxistin dike, çekdar dike û êrîş dike. Lê belê dema ku ev yek bi awayekî vekirî tê kirin, li hemberî wan tiştek nayê kirin, mîna ku serbest tên berdan. Em bang li dewletên Ewropayê bi taybetî jî dewleta Belçîkayê dikin ku nêzîkatiya xwe biguherînin. Divê bê zanîn ku ev faşîst, nijadperest, olperest, çeteyên DAÎŞ’ê ne tenê Kurdan, gelên Ewropayê jî hedef digirin. Banga me ji gelê me re ew e ku ji bilî çalakî û xwepêşandanên demokratîk serî li provokasyonan nedin û serî li rê û rêbazên din nedin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 30’Ê ADARA 2024’AN
Nûçeya Pişt re FED-GEL: Divê rojeva sereke ya Kurdan pêngava azadiyê be
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hate desteserkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku bi hilbijartin û berxwedanê bi ser ket hate desteserkirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Hunermendên Kurd: Mihrîcan ji çandên Kurdî re pirek e

Hunermenda Kurd Şehrîbana Kurdî û ji koma Rastak Ferzadê Muradî ji qada mihrîcana dîrokî gotin:…

Ji aliyê Stêrk TV

Sicîlên çeteyên DAÎŞ’ê yên li Başûrê Kurdistanê bên bicihkirin hatin belavkirin

Sicîlên çeteyên DAÎŞ’ê yên dewleta Tirk ku bi hevkariya PDK’ê wê li Başûrê Kurdistanê bên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Nasnameyên 18 şehîdan hat eşkerekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêveberiya Giştî ya Dije-Terorê li Silêmaniyê çeteyekî DAÎŞ’ê girt

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Fransayê xwepêşandanên xwendekaran berfireh dibin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Xelata Tibê ya Nobelê ya 2026’an dan Hegemann û Nagel

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?