Komeleya Keziyên Kesk a Jîngehî der barê êrîşên dagirkerî yên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek nivîskî da.
Daxuyaniya Keziyên Kesk a Jîngehî bi vî rengî ye:
“Ji 23’ê Cotmeha 2024’an û vir ve herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûne şahidê pêleke nû ya şer û pevçûnan. Dewleta Tirk a dagirker binesaziyên ku ji berê ve yên ku di encama dorpêçkirina li ser şêniyên herêmê û di encama şerê demdirêj di Sûriyeyê de nebaş in dike armanc.
ARMANCA ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK WÊRANKIRIN Û TINEKIRINE
Tirkiye 1031 êrîş pêk anî û di encamê de 17 şehîd û 65 kes birîndar bûn. Di van êrîşan de di nav wan de zarok û jin jî hene gelek sivîl hatin qetilkirin. Di encama êrîşan de rasterast navendên bijîşkî, nanpêjxane, depoyên genim, û santralên hilberîna elektrîkê, kargeha penêr û şîraniyê, kargeha çêkirina xwarinên ajalan û hin cihên hilberîna petrolê hedef hatin girtin.
Ev êrîşên nerewa niştecihên herêmê û binesaziya herêmê dikin armanc, li gel berdewamiya qutkirina avê, herêmê ber bi rewşeke pir metirsîdar a jîngehê ve dikişîne. Piştrast dike ku rêbazên ku ji hêla dewleta Tirk û artêşa wê ve tên bikaranîn armaca wan wêrankirin û tinekirine. Bandorên vê siyaseta sîstematîk di bêparkirina gelên herêmê ji çavkaniyên xwe yên xwezayî, weke qutkirina avê ya bi zanebûn e, ev zêdeyî deh sal in ku dibe sedema veguhertina herêma Mezopotamya ku ber bi çol bûna ziwa û kêmbûna av û xwarinê ve diçe.
CIHÊRENGIYA JÎNGEHÊ TÊK DIBIN
Tiştê ku em îro dibin şahidê êrîşên dubare yên li ser dezgehên neftê, piştrast dike ku herêm şahidê gemarîbûna domdar û bandorek wêranker a demdirêj li ser jîngehê ye. Metirsiyên ku di encamê de bandorê li cihêrengiya jîngehê dikin û jîngehê têk dibin, cureyên cûrbecûr çekên kujer dikarin derbasî avê bibin û metirsiyek li ser tenduristî û çandiniyê çêdike. Di heman demê de dijwariyek eşkere li hember serweriya yasaya hawirdorê ya navneteweyî û mafên mirovan dike.
Em wek Komeleya Keziyên Kesk a Jîngehî rêbaza qirkirinê ya dewleta Tirk a li dijî pêkhate û xwezaya herêmê dimeşîne şermezar dikin û bangî hemû tevger û çalakvanên jîngehî, hêzên demokratîk û parêzvanên mafên mirovan dikin ku dengê xwe ji bo şermezar kirina van sûcên ku li dijî mirovahî û xwezayê tên kirin bilind bikin.”