În, 4 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DFG: Êrîşa li ser LeManê provaya komkujiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevka DEM Partiyê: Em ê şahidiya kêliyek dîrokî bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Merz bang li YE’yê kir ku ‘bi lez’ li gel DYE’yê peymaneke bazirganiyê îmze bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnex, Stenbol û Antalyayê şewata daristanan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hîkmet Çetîn çû serdana Demîrtaş û Mizrakli

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî bi rojeva ‘pêvajoyê’ li hev civiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo şîna gerîlayê HPG’ê seredaneke girseyî pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mûsilê cotkarekî Kurd ji aliyê çeteyan ve hate revandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV ÇAND’ê ragihand ku Agir Serîhildan şehîd bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê Zîlan bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Rêber Apo hîn jî nikare bi rengekî çalak tevlî pêvajoyê bibe, gaveke xweşbîn nehatiye avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ’ê nasnameya gerîlayên şehîd eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Divê yekîtiyên komunal ên jinan hebin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Cizîra Botan li dijî qirkirina jinan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê di nava mehekê de 3 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ciwanro êrîşa bi kezabê: Çavê jinekê kor bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna Zîlan Pepule îlham da berxwedana jinên Rojhilat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Jinan: Me îradeya Ekîn nîvîsand dîrokê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Konserên ‘Ji Ocalan re azadî’ li Îtalyayê di sala 2’yan de didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin aştiyê nîqaş dikin: Em rêxistinbûnê xurt dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Şerê Têkel’ hate çapkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Kebîre li Swîsreyê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > KON-MED’ê helwesta xwe ya ji bo hilbijartinên li Elmanyayê diyar kir
Rojane

KON-MED’ê helwesta xwe ya ji bo hilbijartinên li Elmanyayê diyar kir

Hevserokê KON-MED'ê Kerem Gok diyar kir ku di hilbijartinên li Elmanyayê de ew ê piştgiriyê bidin wan namzetan ku civaka Kurd ji xwe dibînin, têkiliyê bi komeleyên Kurdan re datînin û dixwazin pirsgirêka Kurd bê çareserkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Çile 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok têkildarî hilbijartinên giştî yên li Elmanyayê ku wê 23’ê Sibatê bê lidarxistin polîtîka û bendewariyên xwe ji ANF’ê re nirxand.

Kerem Gok anî ziman ku ev hilbijartinên li Elmanyayê di demeke girîng û dîrokî de têne kirin û got, “Di vê demê de ku hilbijartinên Emerîkayê bandorê li Ewropayê û tevahiya cîhanê dike, ev hilbijartin wê pêk were. Li Ewropayê hêzên rastgir gav bi gav bi ser dikevin, bi taybetî li Elmanyayê AfD’ê li gelek eyaletan bûye partiya yekemîn.

Hilbijartin hem ji bo me Kurdan hem jî ji bo civaka Elman di dem û şert û mercên pêk tê de, hîn girîng e. Beriya her tiştî dema ku em hikumetan tînin beramberî hev, dikarin bibêjin ku polîtîkaya aboriyê ya hikumeta heyî; ji aliyê faîzên banka, wergirtina xaniyan, buhayê xurek û benzînê li paş maye. Zêdebûna buhayê madeyên xwarinê yên esasî ev yek hîn giran kiriye.

Ji aliyê sîstema tenduristiyê ve jî li gorî hikumetên beriya niha xwedî sîstemeke bi dîsîplîn nîne. Pêkanînên ku mirovên ji bo tedawiyê diçin nexweşxaneyan li nava civakê dibe sedema nerazîbûnan.

Ji aliyê sîstema perwerdeyê ve jî valabûna dersan, kêmaniya mamosteyan faktorên neyînî ye.

Mînakeke din jî ew e ku sîstema trenê ya Elman Deutsche Bahn li tevahiya cîhanê mînak bû. Welê dihate naskirin ku tren di deqeya xwe de, di kêliya xwe de tê û diçe. Ev sîstem ji holê rabûye.”

Kerem Gok di dewama axaftina xwe de anî ziman ku hikumeta heyî ji bo Kurdan ezmûneke baş neda û got, “30 sal in Kurd, rêxistina civaka Kurdan li Elmanyayê hatiye qedexekirin. Ji ber vê qedexeyê bandoreke neyînî li daxwaz, çalakî û pratîkên Kurdan dibe. Ji aliyê civakî, çandî, rêxistinî yan jî saziyan ve civaka KUrd li Elmanyayê li kiryarên neyînî rast tê. Tenê di vê dema hikumetê de cezayê pereyan li hezaran Kurdan hate birîn, mafê wan ê rûniştinê hatin standin, bersiva neyînî ji serlêdana wan a welatîbûnê re hate dayin, di kar de li cihêkariyê rast hatin. Bi taybetî gelek endam û rêveberên komeleyên me, federasyon û pêkhateyên me ketin ber lêpirsînê.

Çalakiyên civaka Kurd ên li vê derê bi dewleta Tirk re hatin parvekirin û dewleta Tirk li wê derê dest danî ser mal û milkê van mirovan, gef li malbatên wan xwarin. Çûn û hatina welatê xwe ya Kurdên li vê derê hate qedexekirin.”

Li ser bendewariya Kurdan a ji hikumeta nû jî Kerem Gok diyar kir ku ew hêvî dikin hikumeta nû ya li Elmanyayê ji dîroka civaka Elman dersê werbigire û got, “Em dixwazin ku têkiliyên bi dewleta Tirk re ne tenê li ser berjewendiyên bazirganiyê bin, her wiha di çarçoveya demokrasî, serweriya hiqûqê, mafên demokratîk û azadiyê de bêne meşandin. Em dixwazin mafên mirovan, mafê bingehîn, azadî, pêşvebirina ziman û çandê bibe esas. Qirkirin li gelê Kurd tê ferzkirin. Ji bo neyê qirkirin neçar maye hatiye Elmanyayê. Dixwaze li vê derê bêyî bitirse xwe îfade bike. Li dijî asîmîlasyonê dixwaze çanda xwe biparêze û di nava civaka Elmanyayê de bib rengek. Civaka Kurd demeke dirêj e li Elmanyayê dimîne; bacê dide; bi hezaran zarokên xwe di nava burokrasiyê de ye. Em êdî parçeyek ji civaka Elmanyayê ne. Em êdî bi çavê welatê xwe yê duyemîn lê dinihêrin. Em ji hikumeta nû ya Elmanyayê dixwazin ku vê rewşê li ber çavan bigire, kîjan mafî dide civakên din heman mafî ji bo gelê Kurd jî nas bike.”

Têkildarî partî û namzetên ku wê piştgiriya wan bike jî Kerem Gok got, “Em bala xwe didin ser profîla namzetan, gotin û pratîka wan. Bala me li ser wan namzetan e ku civaka Kurd ji xwe dibînin, têkiliyê bi komeleyên Kurdan re datîne, pirsgirêka Kurd dixin rojeva xwe. Komkujî li Kurdan tê kirin û ji ber vê yekê pirsgirêka herî girîng radestkirina mafên Kurdan ên desteserkirî ne. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên ji ber vê yekê em ê têkiliyê bi wan namzetan re dînin ku di vê oxirê de têdikoşin. Em ê piştgiriyê bidin wan namzetan ku taybetmendiya pirrengî ya Elmanyayê qebûl dikin, çandên cuda weke gefekê nabînin, lê weke dewlemendiyê dibînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nasnameyên şehîdên Bendava Tişrîn û Qereqozaxê hatin eşkerekirin
Nûçeya Pişt re Dewleta Tirk li Akrê 2 kes qetil kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

10 wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (245)

Çemkî Netewey Dêmokratîk û Konfêdralîzmî Dêmokratîk(3)Sîvan se'îd: Wişey dêmokratîkeke lêre tozêk problêmatîke leber ewey le…

Ji aliyê Hesen QAZÎ

Gelê Maorî li dijî pêşnûmeqanûna mafên xwecihiyan meşiyan

Li paytexta Zelandaya Nû Wellingtonê bi deh hezaran kes li dijî pêşnûmeqanûna ku mafên gelê…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê şehîd Kaya Kêtikanî li Kobanê hate veşartin

Cenazeyê şehîd Kaya Kêtikanî (Diyar Beko) li Kobanê bi merasîmekê hate veşartin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Raportora NY’ê: Şîrketên kurevî ji qirkirina Xezeyê kar dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Piraniya serweta Belçîkayê di destê komek dewlemendan de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DFG: Êrîşa li ser LeManê provaya komkujiyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Berdevka DEM Partiyê: Em ê şahidiya kêliyek dîrokî bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?