Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi “dirûşmeya “Tecrîd xetereya herî mezin a li ser tenduristiya mirovan û binpêkirina mafên herî bingehîn ê jiyanê ye” li bajarê Hesekê konferans li dar xist. Konferans piştî diyarkirina dîwanê, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Di konferansê de gelek caran mêvan bi rêya Zoomê tevlî bûn û ji seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek bijîşk û desteyên tenduristiyê tevlî konferansê bûn.
Di konferansê de rewşa tecrîda ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi berfirehî hat nîqaşkirin. Mêvanên ku bi rêya Zoomê tevlî konferansê bûn herî zêde bal kişandin ser rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd û diyar kirin ku divê têkoşîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bê mezinkirin.
Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bijîşk Mihemed Nûr Şebab diyar kir ku nêzî 41 meh in agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê girtin û got, “Ew rêxistinên mirovî û navnetewî yên li dijî êşkencê heta niha raporên xwe eşkere nekirine. Eger ew rapor li dijî wê dewletê be mafê wê heye ku ji raya giştî re eşkere bike. Lê tiştê ku niha tê kirin bin pêkirin û jiholêrakirina hiqûqê ye. Dewletên ku di komployê de cih girtine û hemû rêxistin û sazîyên wan ên mirovî îro li hember vê tecrîdê bê deng in.”
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya kantona Cizîrê Measêr El Ebas anî ziman ku di konferansê de li ser tenduristiya Abdullah Ocalan nirxandinên girîng hatin kirin û wiha axivî: “Ev tecrîd çiqas xeteriya wê li ser jiyana Rêber Apo heye bi berfirehî hat nirxandin. Bê hewaya Îmraliyê heta kijan astê li ser tenduristiya mirovan bandorê dike û bandora tecrîdê li ser Rêber Apo çi ye hatin nîqaşkirin. Divêbihêlin hevdîtin bi Rêber Apo re bê kirin. Li ser vê esasê em bang li hemû rêxistinên navnetewî dikin ku bihêlin bijîşk û parêzer biçin Îmraliyê û rewşa Rêbertî kontrol bikin.”
Di dawiya konferansê de li ser navê Înîsiyatîfa Azadiya Fîzîkî ya Abdullah Ocalan Ferzenda Munzur axivî û ev tişt anî ziman: “Ev konferansa ku îro hatiye li darxistin konferansek bi nirx û bi wate ye. Şîroveyên ku tê de hatin kirin û raporên ku hatin xwendin û nêrînên ku hatin derxistin hevdu temam kirin. Çi li ser rewşa Rêber Apo be û çi li ser rewşa girtîgehan be di aliyê hiqûqî û mafan de di wir de daxwaza azadiya Rêber Apo hat kirin. Di her demê de rewşa Rêbertî hertim di alî siyasî û hiqûqî de hatiye destgirtin lê aliyê tenduristiyê kêm dihate nirxandin. Di vê konferansê de aliyê wê ya tenduristiyê hate destgirtin. Û hêvîya me heye ku ev konferans wê ji bo rewşa tenduristiya Rêber Apo bibe gavek. Biryar û encamnayên ku di vir de derkevin wê ji bo azadiya Rêber Apo rê li ber xebatên baştir veke.”