Şemî, 17 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Gezer: Desthilat tehliyeyan wekî tawîzeke siyasî dibîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê: Kes nikare êrîşî nirxên me yên pîroz bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    KON-MED’ê bertek nîşanî wekîlê CDU’yê da: Mafê hêviyê ji bo Rêber Apo jî derbasdar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê 7 komxebat hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîdîmê jinên DEM Partiyî bi jinên Elewî re civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRK: Em ê li dijî êrîşên hêzên Îranê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Êdî hinceteke dewleta Tirk a gav neavêtinê nema ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta welatiyê ku li Pîranşarê hate binçavkirin, nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê ji bo girtiyên siyasî banga ‘gava şênber’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahar a Heftanînê: Sakîne Îmam – Bahar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cara duyemîn cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Em xwedî li şoreşa mirovahiyê derkevin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akademiya Jineolojî ya PAJK’ê: Divê Jineolojî di navenda rêxistinbûna civakî de be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Hatûn Aslan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Bila ev konferans zanîna jiyana azad mezin bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê êrîşên provokatîf ên li Hesekê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Kongra Star salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir
Jin

Kongra Star salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir

Kongra Star bi wesîleya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî da û got, “Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Koordînasyona Kongra Star bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyanî wiha ye:

“Pêvajoya ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Kobanê dest pê kir û paşê li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû, di bîra gelên li herêmê dijîn de, ji aliyê cihê jinan di jiyana civakî de jî, wekî xalek vergerê ya dîrokî hatiye tomarkirin. Bi vê wesîleyê, em bi rêzdarî hemû şehîdên şoreşê yên ku jiyana xwe ji dest dan bibîrtînin; li ber bîranîna kesên ku di têkoşîna azadî û wekheviyê de, bi taybetî pêşengên jin, jiyana xwe feda kirine, em serê xwe ditewînin. Em destnîşan dikin ku mîrasa wan a ku li dû xwe hiştiye, ji bo jiyana hevpar a gelan, azadiya jinê û lêgerîna civaka demokratîk, berdewam dike ku bibe referansek girîng.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê ne tenê pêşketineke ku hevsengiyên siyasî guherand e, lê di heman demê de wekî veguherînek civakî ya ku rola jinan di civakê de ji nû ve pênase kiriye, derketiye pêş. Xuyabûna zêdetir a jinan di warên siyasetê, rêveberiya herêmî, perwerde, jiyana civakî û parastina xweser de, yek ji aliyên herî balkêş ên vê pêvajoyê bûye. Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) jî ne tenê wekî avahiyeke leşkerî, lê her weha wekî yek ji sembolên xwe rêxistinkirina jinan û parastina xweser a wan derketiye pêş.

Îro jî, dema ku nîqaşên li ser pêşeroja Sûriyeyê didomin, parastina destkeftiyên ku jinan heta îro bi dest xistine, mijareke girîng a jiyanî ye. Lê belê, rewşên ku îro jî, wek sînordarkirina beşdarbûna jinan di jiyana giştî de, dûrxistina wan ji mekanîzmayên biryargirtinê an jî ji nû ve avakirina jiyana civakî li gorî têgihiştinên yekreng, ji bo me wek jin nayên qebûlkirin.

Her têgihiştineke ku jinan tenê di nav qalibên diyarkirî de pênase dike ku kesên din biryar didin ka ew çawa bijî, çawa cil û bergên xwe hilbijêre, li ku derê bixebite, dikare di siyasetê de cih bigire an na, an jî dikare li ser pêşeroja xwe gotinek hebe an na, ne tenê azadiya jinan, lê azadiya tevahiya civakê jî dixe xetereyê.

Ji ber ku di civakekê de ku jin ji jiyana giştî tê dûrxistin, demokrasî lawaz dibe. Di pergala ku jin ji mekanîzmayên biryargirtinê têne derxistin de, dadperwerî kêm dimîne. Di sîstemeke ku ked û xebata jinê nayê dîtin de, nikare behsa wekheviyê were kirin. Û têgihiştineke ku tenê di nav sînorên hatine diyarkirin de destûr dide jinê ku hebûna xwe bidomîne, bi rastî civakê bêdeng dike û pêşerojê jî teng dike.

Nêzîkatiyên ku azadiya jinan tenê li ser bedena wan pênase dikin, hewl didin wan nedîtî bikin an jî armanc dikin ku hebûna wan di hemû qadên jiyanê de sînordar bikin; ew aştiya civakî xurt nakin, berevajî, polarîzasyon û newekheviyê kûrtir dikin. Ewlekariya rastîn bi pergala ku jin karibe azad bijî; di perwerde, siyaset, aborî û hemû qadên jiyana civakî de bi awayekî wekhev cih bigire, gengaz e.

Di salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê de em careke din diyar dikin ku parastina maf û destkeftiyên ku jinan bi salên dirêj û bi berdêlên mezin bi dest xistine, berpirsiyariyeke hevpar a hemû kesên ku dixwazin Sûriyeyeke demokratîk û pirrengî ava bibe ye.

Pêşerojek ku îradeya jinan tune nahesibîne, lê wê wek hêza bingehîn a avakirina jiyana civakî qebûl dike; yek ji bingeha herî bihêz e ji bo jiyana hevpar a gelan, hemwelatiya wekhev û aştiya mayînde.

Em bi rêzdarî bîranîna hemû kesên ku ji bo azadî, wekhevî û pêşerojeke birûmet jiyana xwe ji dest daye dikin û careke din radigihînin ku parastina destkeftiyên ku jinan bi dest xistine, ji bo mafên mirovan, dadweriya civakî û pêşerojeke demokratîk tiştekî jêneger û pêwîst e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Şoreşa 19’ê Tîrmehê li ser hîmên saxlem ava bûye’
Nûçeya Pişt re Çalakiya nobedê ya KESK’ê berdewam dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Enqereyê êşkence û binçavkirina ciwanan hat protestokirin

Rêxistinên ciwanan û Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê êşkence û binçavkirina ciwanan protetokirin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Têkoşîna li dijî narkotîkê: Em civakê ji vê jehrê rizgar bikin!

'Platforma têkoşîna li dijî narkotîkê' ya li Amedê hate avakirin, dest bi kar dike. Şêniyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Laura Quagliuolo: Wezîfeya me ye ku em Abdullah Ocalan ji her kesî re vebêjin

Parêzvana Mafên Mirovan Laura Quagliuolo, diyar kir ku Rêber Apo yek ji fîlozofên herî girîng…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

YRK: Em ê li dijî êrîşên hêzên Îranê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Gezer: Desthilat tehliyeyan wekî tawîzeke siyasî dibîne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Hesekê operasyonek da destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?