Ez xweş pê dizanim ku li ser kar û xebatên Kurdên surgunbûyî di dîroka Kurdistanê de kêm zaniyarî hatiye ber çavên me. Bi sedan û hezar çîrokên nenivîsandî û nedîtî yên me hene. Ya ku ji bo min zelal e ev e ku gelê Kurdistanê ji her gel û komên din yên vê navçe zêdetir êş û derd û zehmetî kişandiye. Di navbera hêzên mezin de her tim bûne ketine bin herdû kevrên destharan de. Di navbera Rom û Ecem de Kurd her tim bê maf û bê statu mane. Kurdan di navbera hêzên Rus û Englîz û Tirk û Iranê de gelek rojên tarî dîtiye.
Li vir, ez dixwazim bi kurtasî li ser yek mijara ji hezaran bûyerên ku bi ser Kurdan de hatiye henek tişt bînim ziman. Li Qazaqistanê parîyek mezin Kurdên diyaspora dijîn. Bi qasî 200.000 Kurd hene. Di salên 1937 û 1944 û herî nêzik ji di sala 1988’an ew surgun û koçberê wê walatê bûne.
Weke ku tê zanîn, Kurdên Qazaqistanê, piranî an jî bi temamî Kurdên Misilmanê Sunni û Kurmanc in. Di nava wan de, pariyek pir kêm Kurdên zaza hene. Ya ku pir balkêş û cihê şanazîye jî Kurdên wêderê pir baş ziman û çand a xwe parastine. Meriv gava digel wana dipeyivê, meraq dike çawa ev xelk bi vî awayî dikarin bi zimanê xwe bipaiyvin.
Ji bo min sedema parastina çand û zimanê wan ev e ku di dilê wan de her tim welatê wan heye ku jê dûr in. Piştî ewqas sal jî, dîsa ji bo wan, welat ne Qazaqistan e; belkî hê jî welatê wan Kurdistan e. Ev yek sihrek e (magic) ku di nav xwîn û damar û hestîyên wan de maye. Li vir lazim e ez ked û xebatê mamostayê hêja Apê Nadir bi bîr bînim. Profesor Nadir Kerîmovîç Nadirov yek ji mezinên me ye ku li Qazaqistanê xizmetek mezin bi gelê me kirîye. Li çand û zimanê me xwedî derketîye. Gelê me li Qazaqistanê dibêjin ku Apo Nadir ji zarokên Kurd re gotîye ku ew nirikarê bi Rusî biaxive. Di nav mal û di nav civakê de her tim bi Kurdî xebat kiriye. Di bin deshelata Sowyetê de rexmî laîkbûn û komunîst bûn jî, Kurdan çand û zimanê xwe pir xweş parastine.
Piştî nod sal jî, dîse em dikarin bibêjin ku rexmi hezaran zor û zehmetî jî gelê Kurd li welatên dûr û di rewşa Surgunbûyî de jî hê jî li ber xwe didin. Ev yek ji bo min dibe sedem ku hertim hêviya xwe bi pêşeroja gelê xwe hunda nekim. Gelek wisa bi himmet û îrade lazim e bi ser bikeve. Spas ji bo gelê me yê ji welêt dûr. Spas ji bo gelê me yê li Qazaqistanê. Spas ji bo Apê Nadir.