Di nav teyisandina her rojevekê de, bêguman wêrekiyekî ku xwe li mirov digire heye. Nexwe ne cesereta mirov a nivîsê çêdibe, ne jî ew daxwaza wê bi mirov re pêş dikeve. Ji ber gelek caran heta pir caran pêwîstî bi rast pênasekirina tiştan heye. Dema cesareta pênasekirinê di mirov de hebe, ew dem mirov dikare paşeroj û pêşeroja xwe jî bi wate bike. Lewma ji hêla gerîlayan ve, mirov dibîne ku ceserata nivîsandinê, ango pênasekirinê bi qasî li darxistina çalakiyê tê destgirtin. Gelek caran westandin û şertên dijwar ên ku gerîla tê de dijî jî, dem ji nivîsandina kêliyên dîrokî re têne veqetandin. Ew dem mirov tê digihîje ku jiyankirina kêliyan tenê ew dem nîne. Di esasê xwe de ji paşeroj û pêşerojekê re dibin bîra xwebûn û azadiyê.
Şehîd Berçem Avareş jî yek ji wan lehengan e ku îro bi ked û têkoşîna xwe mîrate bi nirx li pêy xwe hiştiye. Di her vegotineke xwe de, dilsozî û vîna xwe bi azadiyê re di van her sê beşên rojnivîsa xwe de wiha vegotiye; ‘’Ez hatim ji bo bigihîjim xeyalên xwe.’’
Niha ez li Girê Şehîd Elîşêr im. Timî ji xeyalên min yek ev bû ku nêzî dijmin bibim. Êdî ez wekî berê bê parastin nînim. Çeka di destê min de ku pê welatê xwe biparêzim, li kêleka min hevrêyên min ên ku xwe nezirê vê dozê kirine û îrade û cesareta mezin a ku Rêber Apo avakiriye, li ber serê dijmin tam li beramberê dijmin ez li ser lingê xwe disekînim. Erka min ev e ku li ser girê şev roj dijmin bişopînim. Dema ez li malê bûn min bi guman mêzeyî wesayîtên leşkerî dikir. Lê niha ez henekê xwe pê dikim û dikenim. Êdî rolên me guherîn. Niha ew dijminê ku dixwaze çiyayên me yên azad dagir bike bi guman nêz dibe. Ruxmê gelek cure teknîk jî di dest wan de ye jî ti carî xwe di ewlehiyê de hîs nakin. Dema ez bi dûrbînê mêze dikim vê yekê bi awayekî vekirî dibînim.
Niha em dizanin dijmin di nava amadekariyekî mezin a êrîşê de ye. Lê em jî bê sebir li benda hatina wan in. Em ê bi sûrprîzên wisa wan pêşwazî bikin ku wê ji hatina xwe poşman bibin. Heval jî bê navber amadekariyên xwe didomînin. Dibe ku em bi qasî wan xwedî teknîk nîn bin. Lê tişta ku me bi hêz dike bîrdoziya Rêbertiya me, şehîdên me û hevrêtiya me ye. Di nava yekîneyê de yê herî bê tecrûbe ez im. Wekî leşkerî dibe ku nekarim zêde tiştek bikim. Lê çi ji destê min were ez ê di nava vê hewldanê de bim ku bikarim bikim. Di perwerdê de min di fêrbûna hinek çekan de zehmetî dikişand. Lê niha ez hemû çekan nas dikim û dikarim bi kar bînim. Ji bo ku ez hêrsa xwe ya li beramberê dijmin vala bikim bi bêsebriyeke mezin li benda wê kêliyê me ku çeka xwe bikarbînim. Yek sedemê ku dihêle ez ewqas ji xwe bawer bim, hezkirin û baweriya min a beramberê hevrêyên vê derê ne. Ji roja destpêkê heya niha di her milî de ji min re bûn alîkar. Min ti carî hîs nekir ku ez nû hatime vê derê. Wekî ku bi salan e ez bi wan re jiyan dikim. Ez di vê hêviyê de me dema ku ev roj hat ez ê vê keda wan vala dernexim û bibim layiqê keda wan. Niha dema bi rûmet şer kirin û serkeftinê ye.
WÊ SOZA MIN JI TE RE AZADÎ BE
Jiyana gerîla weke jiyana çûkekî tîne bîra mirov. Rêber Apo di dahûrandinên xwe de dibêje çûk hêlînên xwe cihên wisa çêdikin ku mar nekaribe biçê. Vaye hêlîna me jî bi heman rengî ye. Çiyayên Kurdistanê ku sembola azadiyê ne li lûtkeyên herî jor di hêlîna ku me çêkiriye de em digihêjin tehma jiyana azad. Lê hesreta me ti carî li beramberê Rêber Apo kêm nabe ku ev jiyan û têkoşîn ji me re ava kir. Her hesretekî di dilê gerîla de bi hêviyê re digihêje hev. Ya min çiqasî hesreta min a li beramberê Rêber Apo zêde dibe ewqas jî hêviya min mezin dibe. Êdî bi çavên tijî hêvî li siberojan mêze dikim. Min di nava refên partiyê de ku ji bo şerkirinê hatibûm, jiyan dît. Azadî dît, Rêbertî dît.
Wexta ku herîkîna demê hîs dikim dibêjim ez li ku me, gelo ez ê kîjan sînoran derbas bikim? Bê ku bikevim nava zemana ku serê mirov dizivirîne, bê ku guh bidim û pişt xwe mêze bikim min ev cihê ku ez di çilê zivistanê de ketibûmê bi tenhayî mêze kir. Xezîneya hêviyên veşartî, wataya bedewiyê min di şewqa vê cîhî de dît. Niha ez tam di nava nîvenga welatê azadiyê yê de me. Nikarin çavê min bigirin, nikarin dest bidin kenên min, nikarin li pêşiya porê min yê ku ba lêdide bisekinin. Ez di mekanek li ber qeraxa dem de mayî me. Ez tam di nîvenga welatê azadiyê de me.
Hesreta welatekî azad kêlî bi kêlî xwe li min dipêça û ez hembêz dikirim. Êdî ji xeyala dîtina wê zêdetir, min dixwest bi jiyankirina wan kêliyan re ber bi siberojên azadiyê ve bikevin rê û bimeşim. Êdî ti tişt nedikarî li hemberî pêkanîna vê xeyalê bisekine. Dem dema pêkanîna wan xeyalan bû. Lewma bê ku ji têkoşîna wê xwe bidim aliyekî, an jî ji şerkirina wê birevim, her min xwe li rastiya welat girt. Bêguman azadkirina welat, misogeriya azadiya jin ve pêkan dibe. Ew dem vîna te ya azadiyê û eşqa te ya welat ji hemû tiştî wêdetir xwe li dil û ruhê mirov digire. Ji bo vê şerkirina ji bo welat jî hêjayî gotinê dibe. Bi vê rastiyê re weke milîtaneke jin, min hewl da hebûna xwe û nasnameya xwe ya jin bi wate bikim. Meşa ber bi welat û bûyîna gerîlayeke serketî cihê pêkanîna wê bû. Weke jin dema mirov digihêje rastiya vê heqîqetê, zêdetir di alî ruhî û zihnî de zelalî jiyan dike. Mîna ku ti destê qirêj li te neketibe, wekî zarokekî azad ber bi siberojê ve dimeşe li mirov tê. Min jî kombûna vê rastiyê di xwe de ragirt û bi serbilindî di têkoşîna azadiyê de meşiyam.
JI DAYIKA MIN A DELAL RE;
Eger te rojekê şehadeta min bihîst xema nexwe dayê. Rondikan di çavên xwe yên delal de ne barîne. Ti bizanibe ku ez evîndarê ax û welatê xwe yê şirîn bûm. Şehadet ji min re tiştek pir pîroz e. Bizanibe ku ez şopdarê şehîdan im. Evinek pir mezin di dilê min de heye, evîna welatekî azad û jiyanekî bi rûmet e. Dema pirsa min kirin, bibêje li pey evîna xwe ya pîroz çûye. Te dizanî bû dayê, di dilê min de timî Kurdistana min hebû. Evîna min pir mezin bû û êşa vê timî di dilê min de bû. Evîna min Rêber Apo bû, evîna min welatê min bû û evîna min gelê min bû. Tenê rêyek ji min re hebû ev jî rêya azadiyê bû. Şehîdên welatê min bûn hinceta min a herî mezin ku ez bêm serê çiyan û têkoşîn bikim. Ez bûm xwediyê rêyekî dûr û pîroz. Ez bûm birîndar û xwediyê birînek kûr. Bi ronahiya welatê xwe re ez bûm agir. Dibe şehîd bibim lê wê xwîna bedena min bikeve nava axa welatê min û bibim axek pîroz di nava welatê xwe de. Ez dizanim tu yê bi min serbilind bî. Ez ê bibim stêrkekê geş di nava çavên te yên kesk de. Ez ê bibim stran tim li ser zimanê te. Ez ê bibim çîrok li ser lêvan. Dema ku ez şehîd ketim tilîliya bikşîne, stranan bêje û çavê dijmin bitirsîne. Bêje “Şehîd namirin”. Ez lêgerînvanê azadiyê û mirovatiyê me. Bi şehadeta min her tim serfiraz û serbilind be dayê.