Li Kayserî, Kirşehîr, Mereş, Sêwaz, Konya û Nevşehîrê ji ber barana dijwar lehî rabû û hezaz çêbû.
Li Kirşehîrê kesek ber lehiyê ket û jiyana xwe jidest da.
Her wiha li Bunyan a Kayseriyê jî, ji bo kesek ku li ber lehiyê çûye, lêgerîn didome.
Li gelek cihên ku lehî lê rabûn, zevî zerarên mezin dîtin û li Sêwazê jî ji ber lehiyê 8 xanî zerar dîtin.