Duşem, 30 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Banga rêxistinên rojnamegeran: Bila rojnamegerên girtî serbest werin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Yekîtiya Neteweyî ji bo Kurdan gelekî girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV

    PÎK’ê êrişa li ser mala Nêçirvan Barzanî şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Çîna karker êdî bi propagandayên mîlîtarîst ên desthilatdariyê yên li dijî Kurdan naxape’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji malbata wî sê kes li benda ‘mafê hêviyê’ ye: Bila biryarên DMME’yê bi cih bêne anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT-Amerîka: Li Kurdistanê di mehekî de 474 êrîş pêk hatin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihokê nûnertiya YE’yê bû armanc, li Xurmatu baregeheke Haşdî Şabî hate bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hevserokê Meclîsa Gel a Şengalê peyama entegrasyonê

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê êrişên li ser Başûr şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê êrişa li ser mala Nêçirvan Barzanî şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Vejîna Kurd de vê hefteyê: Qada Rêbertî û Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Leyla Qasim: Dengê berxwedan û rûmetê ye
Kurdistan

Leyla Qasim: Dengê berxwedan û rûmetê ye

Leyla Qasim bû dengê gelê xwe û pêşenga berxwedana jinan a li dijî zilma rejîma Baasê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Gulan 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Dîrok gelek lehengên ku ji bo edalet û azadiyê canê xwe feda kirine tomar dike. Yek ji van lehengan jî jina wêrek a gelê Kurd Leyla Qasim e. Ew ne tenê kesayetek e, sembolek e ku li berxwedan, bawerî û rûmeta gelê xwe xwedî derdikeve.

Leyla Qasim di sala 1952’yan de li bajarê Xaneqînê yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Leyla li erdnîgariyeke zehmet û dijwar jiya, zaroktiya wê di bin zilm û zordariyê de derbas bû û mezin bû. Leyla li zanîngeha Hewlêrê beşa civaknasiyê xwend. Di temenekî biçûk de biryar da ku ji bo mafên gelê xwe têbikoşe û tevlî Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) dibe. Leyla di wê baweriyê de bû ku berxwedana rêxistinkirî û hişmendiya siyasî ji bo gelê wê rêya rast a rizgariyê ye.

Di salên 1970’an de rejîma Baas a Iraqê bi awayekî sîstematîk zilm li gelê Kurd dikir. Ziman, çand û nasnameya Kurdan dihat tine hesibandin. Dengê hemû mûxalîfan dihate bêdengkirin. Leyla Qasim li dijî van zextan derket û bêdeng nema. Bi bawerî, cesaret û biryardarî beşdarî berxwedanê bû. Ew ne tenê têkoşer bû, di heman demê de kesayetek pêşeng bû ku di qada siyasî ya serdest a mêr de weke jinekê derketiye pêş. Nîşan da ku jin jî li dijî zilmê dikarin li ber xwe bidin.

Lê belê ev berxwedan bû sedem ku bikeve ber radara rejîma Iraqê. Leyla di sala 1974’an de hat girtin û bi mehan rastî êşkenceyên giran hat. Ji wê hat xwestin ku lêborîn bixwaze û poşmaniya xwe raber bike, lê ew kêliyekê jî dev ji berxwedana xwe berneda. Di dadgehê de doza gelê xwe bi wêrekiyeke mezin parast. Helwesta wê li hemberî zaliman qîrîna heqîqetê bû.

Di 12’yê Gulana 1974’an de Leyla Qasim di 22 saliya xwe de ji aliyê rejîma Baas a Iraqê ve hate darvekirin. Leyla Qasim weke yekemîn girtiya siyasî ya jin ku li Iraqê hate darvekirin, di dîrokê de cih girt. Li ber sêdarê jî çavên wê bêtirs bû û bi gotina “Min bikujin lê divê hûn vê rastiyê zanibin, bi kuştina min re bi hezaran Kurd wê hişyar bibin. Kêfxweş û serbilind im ku ji bo azadiya Kurdistanê canê xwe feda dikim” mohra xwe li dîrokê xist. Wê rojê ne tenê jin, hêviyên gelan, êş û hesreta azadiyê li ber wê sêdarê deng veda.

Jiyana Leyla Qasim ji bo gelê Kurd ne tenê bîranînek e, di heman demê de banga têkoşînê ye. Navê wê îro jî li qadan, sirûd û helbestên azadiyê deng vedide. Ji ber ku ew bû navê berxwedanê. Weke mînaka wêrekî, rûmet û baweriyê, îro jî ew ji bo jinên Kurd û hemû gelên azadîxwaz dibe çavkaniya îlhamê.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cenazeyê Mûstafa Mesût Tekîk hat veşartin
Nûçeya Pişt re Fermandara min a destpêkê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Guterres hişyarî da: Li cîhanê hiqûqa yê bi hêz bilind dibe

Antonio Guterres di rûniştina li Cenevreyê ya Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de axivî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Meclîsa Gelan şeş pîvanên ji bo Destûra Bingehîn a Sûriyeyê

Meclîsa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku ew amade ne bi tecrûbeyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Cejna Çarşema Serê Salê bi peyama veger, tifaq û xweseriya Şengalê hate pîrozkirin

Êzidiyên Şengalê cejna Çarşema Serê Salê bi hêviya vegera Êzidiyên koçber li Şengalê, vegera êsîrên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Efrîna dagirkirî birîna daran dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

CPT-Amerîka: Li Kurdistanê di mehekî de 474 êrîş pêk hatin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

YPJ’ê nasnameya 3 şervanan ragihand

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?