Tevgera Jinên Azad (TJA) bi wesîleya rojbûna Rêber Apo li navçeya Rezan a Amedê li Bexçeyê Mala Zarokan a Solîn jin li hev kom bûn. Gelek jin û siyasetmedar tevlî bûn.
Aktîvîsta TJA’yê Nûr Aytemûr anî ziman ku 4’ê Nîsanê ji bo jinan ne tenê rojbûnek e, her wiha tê wateya rizgarî û vejîna gelekî.
Nûr Aytemûr got, “Em soz didin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe pêk bînin weke jin têbikoşin.”
Parlamentera Amedê ya DEM Partiyê Adalet Kaya jî bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Adalet Kaya bi bîr xist ku li gel 14 mehên di ser bangê re derbas bûne hîn desthilatdariyê gaveke şênber neavêtiye û got, statuya gel bi naskirina statuya hiqûqî û siyasî ya Rêber Apo ve girêdayî ye.
Adalet Kaya got, “Azadiya Abdullah Ocalan azadiya gelan e, azadiya jin û ciwanan e. Ya ku divê bê kirin avêtina gava şênber e, ragihandina statuya Îmraliyê ye.”
Adalet Kaya ji bo meşa Amara û Gemlîkê banga tevlîbûnê kir û got, “Meşa me wê li dijî şer ji bo mezinkirina îradeya aştiyê û pêkanîna azadiya Rêber Apo be.”
Di çalakiyê de li ber dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, Jiyan, Azadî” govend hate gerandin.
Li aliyê din li navçeya Yenîşehîr a Amedê jî dar hatin çandin.

