Li navçeya Pîranê serê sibehê leşkerên Tirk avêtin ser gelek malan.
Bi hinceta ku li ber stranên Kurdî govend gerandine herî kêm 7 kes hatin binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.
Hefteyên dawî bi dehan kes ji ber ku stranên Kurdî gotin an jî govend gerandin hatin girtin. Her wiha hişyariyên bi Kurdî yên trafîkê yên li ser rê jî ji aliyê dewleta Tirk ve hatin jêbirin.