Artêşa Tirk îro di danê sibehê de bi alîkariya hêzên hewayî li dijî çoltarê Çiyayê Bagokê yê li Nisêbîn a Mêrdînê operasyon dabû destpêkirin. Walîtiya Mêrdînê piştî operasyonê 5 gund ji bo 15 rojan weke “Herêma ewlehiyê ya taybet a demkî” ragihand.
Walîtiyê di daxuyaniyê de got ku divê tu kes “bêyî destûr” nekeve gundên Awşe, Bahmînin, Hibab, Yol û Şekrînê.