Servîsên meteorolojiyê yên vî bajarê ku nifûsa xwe 17.7 milyon mirov e û cîranê Hong Kongê ye, ev alarma ku asta herî bilind e ji saet 11:00 ê dema herêmî ve di meriyetê de ye.
Rayedarên meteorolojiyê diyar kirin ku ji ber barana zêde rîska lehiyê ‘pir bilind e’.
Ji roja Pêncşemê ve li vê eyaleta qelebalix a Çînê baran dibare. Ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê çar kesan jiyana xwe ji dest dan, bi deh hezaran kes hatin veguhestin.