Çavkaniyên xwecihî daxuyand ku di navbera Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê û hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de li eniya Til Hedîd a gundewarê rojavayê Siwêdayê pevçûn derket. Di pevçûnê de çekên giran û navîn hatin bikaranîn.
Heta niha tu agahiyên piştrast ên têkildarî qebareya zirarên mirovî yan jî zirarên madî yên ji ber hedefgirtinan nehatin wergirtin.

