151 kesên ku Rêxistina Bajêr a HDP’ê ya Colemêrgê ew wekî serokên desteya sindoqê peywirdar kiribû, bêyî hincet berê ji aliyê Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê, dûre ji aliyê Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr û herî dawî jî ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Bilind hate redkirin.
Hevserokê Bajêr ê HDP’ê Metîn Besî got, “Li temamî Colemêrgê wê 497 sindoq werin danîn û me ji bo 151 sindoqên wê li navendê werin danîn serî li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr dabûn lê desteyê bêyî hincet lîsteya me red kir.”
‘TI ENDAM NAYÊN DÎTIN’
Besî diyar kir ku partiyên din nikarin peywirdarên sindoqan bibînin û axaftina xwe wisa domand:
“Tenê gotineke wekî ‘Di encama mûtabakatê de, em gihiştina redkirina wê’ hatiye gotin. Li ser vî tiştî me serî li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr da. Desteya Hilbijartinê ya Bajêr jî ev serîlêdana me red kir. Bi heman xwestekê me îcar jî serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind da. Lê desteyê ji me re nivîsara redkirinê şand. Partiyên siyasî yên bajêr jî ligel ku serîlêdana me wek gaveke erênî nirxandin û piştgirî dan me jî, hakimên Desteya Hilbijartinê ya Bilind ev serîlêdana me red kir. Ango niha li Colemêrgê ti endamên partiyên siyasî tine da ku karibin seroktiya desteya sindoqê bikin. Ji xwe partiyên din dev ji 151 serokên desteya sindoqê berde, nikarin 50 peywirdarên li ser sindoqan bibînin. Bi polîtîkayeke taybet a li ser Colemêrgê, serîlêdanên me hatin red kirin.”