Li dijî biryara hikumeta veguhêz a sînordarkirina perwerdeya zimanê Kurdî bi 3 dersan di hefteyê de, ciwanên Dirbêsiyê îro daxuyaniyek da.
Daxuyanî li ber Navenda Ciwanan a bajêr ji hêla Fatîme Şêxo û Raman Hesen ve, bi amadebûna endamên sazî û meclisên sivîl ên li Dirbêsiyê hate xwendin.
Xwendekaran bang li hikumeta demkî kir ku biryara xwe ya sînordarkirina perwerdeya bi zimanê Kurdî betal bike û mafê xwendekaran ê fêrbûna zimanê dayikê di hemû astên perwerdeyê de garantî bike.
Bi heman armancê, mamoste û xwendekarên Dibistana Şehîd Perwer Zîlan li Dirbêsiyê biryara kêmkirina perwerdeya bi zimanê Kurdî şermezar kir.
Di daxuyaniyekê de ku li dibistanê ji hêla mamoste Medya Fewaz ve hat xwendin, mamosteyan diyar kir ku fêrbûna bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e û xwendekarên Kurd mafê wan heye ku bi zimanê xwe fêr bibin, bixwînin û binivîsin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rêzgirtina li zimanê Kurdî pirrengiya Sûriyeyê, edalet û hemwelatîbûna wekhev xurt dike.

