Dozgeriya Munchenê, da xuyakirin ku hemwelatiyekî Sûriyeyî yê 27 salî ku guman jê dihat kirin têkiliya wî bi Îslama radîkal re heye, bi hinceta amadekariya êrîşa leşkerên Elman dikir hatiye binçavkirin.
Li gorî daxuyaniya dozgeriyê gumanbar beriya were girtin, amadekarî kiriye ku li bajarê Bavyera’yê di navbera xwarinê de êrîşê leşkerên artêşa Elman bike. Dozgerî, diyar kir ku armanca vê êrîşê kuştina gelek leşker bûn û got ku gumanbar roja Pêncşemê hatiye girtin.
Dozgerî got, “Gumanbar bi çalakiya xwe dixwest sansasyonê ava bike û di nava raya giştî de bêbawerî çêbike.
Hat ragihandin ku plana êrîşê Şaredariya Hofê ya bi qasî 150 kîlometreyan dikeve bakurê Nurnbergê bû.
Yekîneyên ewlekariyê yên Elman piştî êrîşa di dawiya Tebaxê de li Solîngenê pêk hatî û çeteyên DAÎŞ’ê ev êrîş girt ser xwe, her tim di nava tevgerê de ne. Ev êrîşa ku dihat îdîakirin ji aliyê hemwelatiyek Sûriyeyî yê 26 salî ve hatî kirin û di encamê de 3 kes miribûn, piştî demekê hatibû girtin.
Hefteya bihurî li Munchenê li dijî Konsolosxaneya Îsraîlê hewldana êrîşê pêk hat. Ev êrîş ji aliyê hemwelatiyek Awusturyayê yê 18 salî ku bi sempatiya xwe ya li hemberî Îslamperestiyê derketiye pêş, hate kirin.
Ev bûyerên ku derketine holê li Elmanyayê rageşiya rastgirên tund berfireh kir û bû wesîle ku tedbîrên ewlehî bên xurtkirin. Serokê Hikûmeta Sosyal Demokrat Olaf Scholz, ji bo têkoşîna li dijî Îslama radîkal û şidandina siyaseta koçberiyê hin tedbîrên nû parve kir.