Li navçeya Geverê ya Colemêrgê hinek ciwan ji hêla polîsan ve hatin revandin û êşkence lê hate kirin. Têkildarî êşkenceya polîsan daxuyanî hate dayin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li pêşiya navenda kargehan a Geverê tundiya li ciwanan hatiye kirin protesto kir. Gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û mafên mirovan jî tevlî bûn.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Onur Duşunmez anî ziman ku tevî rapora derbkirinê jî Wezareta Karên Hundir û walîtiyê gotin ku haya wan jê tune ye û emniyetê tiştekî wiha nekiriye. Duşunmez diyar kir ku polîs her roj taxên Orman û Kişlayê dorpêç dikine û gefan li gel dixwin.
Duşunmez ani siman ku kesê ev êşkence li ciwana kirî, navê wî Abdurrezzak e û got ku divê ev kes tavilê bê tespîtkirin. Duşunmez, wiha got: “Yê ku Abdurrezak ev ciwan teslîmî wî kirî jî kesekê bi navê Yûsûf e. Ev kes li TEM’ê xwedî rayeya amirtiyê ye. Em amirê ku êşkencekariyê dike bi raya giştî re parve dikin. Armanca van kesan a ji êşkenceyê çi ye?”
Duşunmez anî ziman ku sepanên mîna salên 90’î dê nekarin serî bi ciwanên Geverê bidin tewandin û wiha pê de çû: “Bi sala ye hûn heman polîtîkayên êşkenceyê didomînin. Ma heta niha we karî bi gelê Kurd paşvegavê bidin avêtin? Tevî ku biryara binçavkirinê tune ye jî çawa dibe ku mirov tên derbkirin, binçavkirin, telefonên wan tên bloqekirin û piştî êşkenceyê li cihên dûr tên berdan? Ev yek di kîjan hiqûq û wijdanê de heye? Me serî li ber êşkencekaran netewand û dê ji vir û şûnde paşvegavê neavêjin.”
Duşunmez, êrîşên li dijî ziman û çanda Kurd jî bibîr xist û wiha dewam kir, “Em van êrîşên we yên li dijî ziman, gel û ciwanên Kurd qebûl nakin. Dê êşkencekar nekarin me ji rêya me bikin. Em ê xwedî li ziman, nasname, ciwan û zarokên xwe derkevin.”
Daxuyanî bi dirûşma “Zext nikarin me têk bibin” bi dawî bû.