Li bajarê Girê Spî yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, rewşa jiyanî di hemû aliyan de bi paş ketiye. Bi taybetî di warê perwerdeyê de rewşa xerab serwer e, ew jî ji ber ku dagirkeriya Tirk perwerde veguhastiye amûreke siyasî ya Tirkkirinê û tunekirina nasnameyê.
Li gorî çavkaniyên xwecih ên Girê Spî ya dagirkirî, li gundewarên bajêr mamoste kêm in û da zanîn ku di hin fêrgehan de şagirtên ji refa 1 heta 6’an bi hev re ne û di hin dibistanan de di her fêrgehekê de zêderirî 50 şagirt hene. Her wiha di hin dibistanan de tenê mamosteyek heye.
Perwerde ji aliyê “Meclisa Xwecih a Girê Spî” ve li gorî berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker tê birêvebirin. Meclisê mamosteyên girêdayî çeteyan bêyî ku şiyanên wan ên mamostetiyê hebin, di dibistanan de erkdar kirine û li aliyekî din mamosteyên xwedî tecrube dûr xistine.
Her wiha hejmara pirtûkan kêm e, binesaziya dibistanan xerab e û jîngeheke guncaw ji bo perwerdekirina zarokan tune ye. Ev jî ji ber ku pêvajo ji aliyê kesên nepispor ên girêdayî çeteyan ve tê birêvebirin.
Êriş û binpêkirinên li dijî mamosteyan hişt tirs bikeve nav wan ku nekarin binpêkirinan aşkera bikin. Di destpêka vê mehê de piştî ku rêveberê Dibistana El Sebx mamoste Cuma El Husên di vîdeoyekê de li ser rewşa xerab a pêvajoya perwerdeyê axivî, êriş lê hate kirin.
Li şûna çaksazkirina rewşê û pêşxistinê, dewleta Tirk a dagirker siyasetên xwe yên tirkkirinê bi rêya ferzkirina materyalên tirkî, hildana al û sembolên tirkî di dibistanan de û danîna sembolên neteweperest ên Tirkan, didomîne.

