Wezareta Parastinê ya Çînê, hewldanên Taywanê yên ji bo serxwebûnê weke ‘lîstina bi êgir’ pênase kir û hişyarî da ku wê encamên van hewldanan hilde ser xwe.
Berdevka Wezareta Parastinê Wu Qian got, “Lîderê herêma Taywanê (roja Duşemê) ji dema ku dest bi wezîfeyê kiriye û vir ve yekane pîvana Çînê bi rengekî cidî lêpirsîn kir (…) û ev jî welatiyên me yên li Taywanê ber bi şerekî metirsîdar, ber bi rewşeke metirsîdar ve dehf dide.”
TATBÎQATÊN LEŞKERÎ Û GEF
Çînê tatbîqatên xwe yên bi navê ‘Joit Sword-2024’ di roja duyemîn de dewam kir. Tatbîqat li Tengava Taywanê bi tevlîbûna yekîneyên artêşê, hêzên deryayî, hewayî û roketan pêk tê. Hate ragihandin ku armanc ji tatbîqatê xurtkirina îdîaya serweriyê ya Pekînê û dayina peyameke xurt a li dijî hewldanên serxwebûnê yên Taywanê ye.
Berdevkê Fermandariya Eniya Rojhilat a artêşa Çînê Li Xi anî ziman ku tatbîqata wan ji bo armanca ‘bidestxistina hêzê û pêşvebirina hunera êrîşê ya hevpar’ e. Li Xi destnîşan kir ku ev tatbîqat li dijî ‘cihêxwazên’ Taywanê hişyariyeke cidî ye.