Şêniyên kantona Firatê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meş û daxuyaniyan şermezar kirin.
Li Sirînê ji Qada Şehîdan meşekê destpê kir û heta têketina bajêr dewam kir. Li wir hevserokê meclisa bajarokê Qadiriyê Basil Ebdullah êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.
Basil Ebdullah got: “Dewleta Tirk a dagirker cihên xuzmetguzariyê, aborî û hemû deveran dike hedef, ji ber vê yekê em ê her tim li ser piyan bin û têkoşîna xwe berdewam bikin. Wê helwesta me li hember êrîşên dewleta Tirk xurt be, em tu carî li hember êrîşan lawaz nabin.”
KOGRA STAR: GEL WÊ BERSIVA ÊRÎŞAN BIDE
Her wiha Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê daxuyaniyek li Qada Jina Azad da. Daxuyanî ji aliyê endama Kongra Star Meysûn Kewar ve hat xwendin.
Meysûn Kewar diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker heta dawiyê di nava faşîzmê de fetisiye, bê navber êrîşên hovane li ser civakê dike lê her çi qas êrîşên hovane bê navber pêk tîne jî li hemberî wê gelên heremê bi berxwedana xwe ve bersivê didin.
DAXUYANIYA DESTEYA TENDURISTIYÊ
Desteya Tenduristiyê ya Kobanê jî daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya Nexweşxaneya Kobanê ji aliyê hevseroka Desteya Tenduristiyê Ezîze Îbrahîm ve hat xwendin.
Ezîze Îbrahîm diyar kir ku Rojhilata Navîn di nava pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe û destnîşan kir ku dewleta Tirka a dagirker binesazî, aborî û nexweşxaneyan û depoyên genim dike hedef da ku rewşa jiyanî ya civakê xirab bibe.
Ezîzeyê bang li saziyên navneteweyî kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker rawestînin.