Li Kantona Firatê bi pêşengiya Kongra Star di çarçoveya rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî de komxemat li Eywana Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê hat lidar xistin. Di komxebata ku bi dirûşmeya “Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî, em ê azadiya jinê misoger bikin” de bi dehan jin amade bûn.
Komxebat bi deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên şoreşê destpê kir. Piştre Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Macîde Hesûn axivî û behsa girîngiya 25’ê Mijdarê kir. Hesûn, anî ziman ku sîstema desthilatdarî her dem xwestine hêza jinê bixin bin kontrola xwe û destnîşan kir ku jin ti carî li ber sîstema desthilatdar serî netewandiye û bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî îro li tevahiya cîhanê berxwedaneke bêhempa raber dike.
‘BI HÊZA JINAN EM Ê AZADIYA RÊBER APO MISOGER BIKIN’
Hesûn da zanîn ku divê jin di 25’ê Mijdarê de asta xwe ya têkoşînê bilindtir bike û wiha domand, “Jin ji bo azadiya xwe misoger bikin divê rêxistinbûn û hevgirtina xwe xurt bikin. Li her aliyê cîhanê jin li hemberî zihniyeta 5 hezar salan têkoşîn dike. Ew têkoşîn jî bi saya fikra Rêber Apo ye. Jin bi têkoşîna Rêber Apo re hebûna xwe îsbat kiriye. Rêber Apo di nava her şert û mercî de li dijî sîstema desthilatdariyê, rêya azadiya jinê derxistiye pêş. Em ê jî bi hêza Rêber Apo bi ser bikevin û bi saya Rêberê xwe em ê asta têkoşîna xwe bilind bikin û azadiya Rêberê xwe yê fîzîkî misoger bikin.”
Hevseroka Sûriya Paşeroj Şivîn Qolexasî, behsa sîstema tundiyê ya li dijî jinan kir û pêkanînên dijmirovahî yên li herêmên dagirkirî yên li dijî jinan bibîr xist. Qolexasî, destnîşan kir ku rêya rizgarî û azadiyê bi bilindkirina têkoşînê û pêkhatina azadiya Rêber Apo pêkan e.
Rêveberiya Navenda Piştgiriya Psîkolojîk Narîman Silêman, diyar kir ku têkoşîn û berxwedana jinê li dijî sîstema desthilatdar ji dîrokê heta roja îro bênavber dewam dike û got ku bi saya felsefe û paradîgmaya Rêber Apo, jin di aliyê leşkerî, siyasî û hemû beşên civakê de pêşketineke mezin bi dest xist.
Piştî nirxandinan komxebat bi xwendina encamnameyê bi dawî bû.