Îro siharê DAÎŞ’ê êrîşî artêşa Iraqê kir û û di encamê de du efserên payebilind hatin kuştin û du leşker jî birîndar bûn.
Çavkaniyeke ewlehiyê li bajarê Kerkûkê ji ANF’ê re wiha ragihand: “Îro li sînorê qezaya Dûbizê li rojavayê parêzgeha Kerkûkê, di êrişeke çekdarî de du efserên payebilind ên artêşa Iraqê jiyana xwe dest dan û du leşkerên din jî birîndar bûn.”
Çavkaniya ewlehiyê her wiha ev tişt anîn ziman: “Êrîş di wê demê de pêk hat ku otomobîleke artêşa Iraqê di rêyeke derveyî qezaya Dûbizê re derbas dibû û rastî êrîşa çekdarî hat û di encamê de du efserên artêşê canê xwe ji dest dan û du leşkerên din jî birîndar bûn.”
Der barê wan kesan de ku êrîş pêk anîne, çavkaniyên polîsên navxweyî diyar kirin ku tevgera DAÎŞ’ê li sînor heye û berê jî êrişên bi vî rengî pêk hatine, ji ber vê yekê guman li ser çekdarên DAÎŞ’ê ne ku ev êrîş pêk anîbe.