Yekşem, 9 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Demîrtaş û Mizrakli peyama ‘pêvajoyê’ ji Lîjneya Giştî re şandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşnûme ‘Qanûna Çarçoveyê’ sibe dikeve roja Civata Giştî ya Meclîsê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Doza Komkujiya Duyemîn a Parîsê 23’ê Sibatê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emrûllah Cîn: Ev gava destpêkê ye, encam wê erênî be

    Ji aliyê Stêrk TV

    George Aslan: Eger pêvajo bi aştiya mayinde bi encam bibe, wê vegera Suryaniyan zêde bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Huseyîn Denîz di salvegera 34’emîn a qetilkirina xwe de hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Qanûn bi rêvebirina Rêber Apo dikare bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kontrayê dest wî di şehîdkirina 4 gerîlayên li Mehabadê de hebû hat cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kete: Polîtîkayên şerê taybet ên li dijî Dersimê bi qirkirina çandî kûrtir dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jiyaneke bi sirgûn, êşkence û windahiyan re derbas bû: ‘Ez naxwazim bêyî ku aştiyê bibînim bimrim’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê 6 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di nava partiyan û rêveberiyên herêmî de kotaya jin ên ciwan divê mecbûrî be’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li Meclîsa Tirk protestoya qeyûman: Li cihekî binivîsin, hûn ê têk biçin!
Rojane

Li Meclîsa Tirk protestoya qeyûman: Li cihekî binivîsin, hûn ê têk biçin!

Parlamenterên DEM Partiyê li Meclîsê hatin cem hev û li dijî xespkirina Şaredariya Colemêrgê a bi rêya qeyûman dest bi çalakiyê kirin.  Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît ji AKP'ê re got, "Li cihekî binivîsin, hûn ê têk biçin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Koma Meclîsê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Colemêrgê bi derneketina ji qada Civata Giştî ya Meclîsê dest bi protestokirina tayînkirina qeyûman kir.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Parlak di pêşnûmeya têkildarî lêkolîna zerarên qeyûman axivî. Piştî ku Parlak axaftina xwe bi dawî kir, hemû parlamenterên DEM Partiyê bi hev re derketin ser dikê. Parlamenteran bi pankarta “Şaredarî yên me ne, em ê destûrê nedin desteserkirinê” dest bi çalakiyê kirin. 

Tevî hişyariyên Serokwekîla Meclîsê Gulîzar Bîçer Karaca jî parlamenterên DEM Partiyê ji kursiyên xwe terknekirin. Gulîzar Bîçer Karaca ji ber protestoyê 10 deqeyan navber da lijneyê. Di vê navberê de hin parlementerên CHP’ê jî piştgiriya anîn ziman.

DESTESERKIRIN 8 SAL IN DIDOME

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li Lijneya Giştî ya Meclîsê axivî.

Koçyîgît destnîşan kir ku îradeya gel hatiye desteserkirin û wiha got: “Em bi operasyoneke mezin a çeteyan û rejîmeke mezin a qeyûman re rû bi rû ne. Çeteyek mezin ê darbekarê qeyûm hat ser kar. Ger hûn bipirsin rêberê wan kî ne, em ji we re bibêjin: Polîsên FETO, dozgerên FETO, dadgerên FETO, dozên kûmpasê û dosyayên kûmpasê yên ku ji aliyê kesên ku ji ber FETO’yê ceza xwarine, hatine amadekirin û ji bo rantxurî û talanê îro qeyûm şandine şaredariya Colemêrgê. Ev 8 sal in îradeya gelê Kurd tê paşguhkirin. 8 sal in mafê gelê kurd yê dengdanê hatiye rawestandin. Hikûmeta ku ev 8 sal in vî welatî bi rê ve dibe, ji Kurdan re dibêje: ‘Hûn ne hemwelatî ne, hûn ne wekhev in, dengê we yê li Yozgatê ne wekhev e.”

BI DESTHILATA KU DIJMINATIYA KURDAN DIKIN RE RÛ BI RÛ NE

Koçyîgît anî ziman ku ew bi desthilatdariyeke dijminê Kurdan re rû bi rû ne û wiha domand: “Em bi hikûmeteke ku sond xwariye ku dijminatiya siyaseta demokratîk e; Em bi tifaqeke li dijî Kurdan re rû bi rû ne; Em bi hikûmeteke ku dijminatiyê ji her tiştên Kurdan dike re rû bi rû ne; em bi hizireke ku naxwaze Kurd xwe bi rê ve bibin re rû bi rû ne. Em bi feraseteke ku komplo li pey komployê diafirîne re rû bi rû ne. Nahêlin ku Kurd bibin şaredar, endam, parlamenter.”

‘BINIVÎSIN HÛN Ê TÊK BIÇIN’

Koçyîgît axaftina xwe wiha domand: “Hûn dixwazin ji Colemêrgê çi rizgar bikin?Dema ku DEM Partî Colemêrgê bi rê ve dibe, kîjan berjewendiyên we zerarê dibîne? Bi zelalî bibêjin, bila hemû gelên Tirkiyeyê bizanibe. Bila hemû gelê Tirkiyeyê bi dijminatî, kîn û bêhiqûqiya we zanibin, ji ber ku em dizanin. Lê em vê jî bibêjin: Em ê tu carî teslîm nebin; Hûn ê têk bibin. Hûn ê bi ruhê Gezî, bi hevgirtina Kobanê, bi helwesta rast a rêhevalên me, bi kenê zarokên me, bi têkoşîna jinan a ji bo wekhevî û azadiyê, bi têkoşînê hûn ê têk biçin. Vê li cihekî binivîsin.”

Piştî ku navber bi dawî bû Gulîzar Biçer Karaca ji parlamenterên DEM Partiyê xwest ku dawî li çalakiya xwe bînin. Parlamenteran bênavber dirûşmên “Qeyûn wê biçe” berz kirin. Karaca ji ber protestoyê gelek caran navber da rûniştinê. Ji ber parlamenter çalakiya xwe didomînin, Karaca rûniştin taloqî sibê saet 14.00’an kir.

Çalakiya parlamenteran a li Lijneya Giştî wê heta derengiya şevê bidome.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Jinan gotin: Qeyûm dijminatiya jinan e, em ê têkoşînê mezin bikin
Nûçeya Pişt re AKP’yiyan êrîşî çalakiya parlementerên DEM Partiyê kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

TEV-DEM: PKK’ê dîroka zilm û înkarê tine kir

TEV-DEM'ê bi daxuyaniyekê salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê pîroz kir. Di daxuyaniyê de hate gotin,…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Em aştiyê dixwazin, dev ji zimanê xwe jî bernadin’

Xwişka Şehîd Karker Masîro, Gûrbet Taş diyar kir ku ew li gel pêvajoya ku bi…

Ji aliyê Stêrk TV

ÎSÎG: Di meha Çileyê de herî kêm 146 cînayetên kar

ÎSÎG’ê rapora cînayetên kar ragihand û diyar kir ku di Çileyê de herî kêm 146…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Demîrtaş û Mizrakli peyama ‘pêvajoyê’ ji Lîjneya Giştî re şandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Pêşnûme ‘Qanûna Çarçoveyê’ sibe dikeve roja Civata Giştî ya Meclîsê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Doza Komkujiya Duyemîn a Parîsê 23’ê Sibatê destpê dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Emrûllah Cîn: Ev gava destpêkê ye, encam wê erênî be

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?