Li taxa bejahî ya Barman a navçeya Stewr a Mêrdînê serê sibehê serdegirtin hate kirin.
Leşkeran avêtin ser mala Mehmet Huseyîn Gunay û kurê wî Metîn Gunay binçav kirin.
Hate ragihandin ku leşkeran Metîn Gunay birine herêma operasyonê û li ser aqûbeta wî ti agahî nîne. Dorpêça li taxê dewam dike.