Di 29’ê Mijdarê de Şaredariya Miks a Wanê hat desteserkirin û qeyûm tayînê wê hat kirin. Li dijî darbeya qeyûm û desteserkirina şaredariyê li pêşiya avahiya şaredariyê çalakiya nobetê hatibû destpêkirin û ev çalakî di roja xwe ya 3’yemîn de didome. Girseya gel ku di nav de Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ê Wanê Mahmût Dîndar, hevserokên bajar û navçeyan, hevşaredar, endamên meclîsa şaredariyê, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kes hebûn, meşek protestoyî lidar xistin. Girse ji ber avahiya Rêxistina DEM Partî ya navçeya Miksê heta şaredariyê meşiyan û bê navber dirûşmeya “Qayûm talan e, berxwedan jiyane” berzkirin.
Piştî meşê Hevşaredarê Miksê Ayvaz Hazir ê ku wezîfeya wî hate desteserkirin û qeyûm tayînê cihê wî hat kirin axivî û wiha got, “Eger desthilatdariya AKP’ê ya ku bi salan e li vê navçeyê desthilatdar e û 22 sal in welêt birêve dibe, difikire ku bi tayînkirina qeyûman û girtina hevalên me re dikarin çavê me bitirsînin, divê baş li dîroka me binêrin. Dîroka me dîrokeke berxwedanê ye. Em ê tu carî, paşve gavê neavêjin. Heta em mafê gel û mafê xwe bi dest nexin em ê van qadan bernedin. Wê berxwedana me bidome.”
Hevşaredar Nebahat Benek jî got, “Em ê vê derê vala nehêlin. Em ê îradeya gel radestî kesên tên dayînkirin, nekin. Em ê têbikoşin. Yên bi tayînkirinê tên ser wezîfeyê, ji bo gel xizmetê nakin. Navçeyê mehkûmî tenêtiyê kirin.”
Parlamenter Mahmût Dîndar jî ev tişt anî ziman: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê tehemûla destketiyên me nekir. Ji ber vê bi sala ye welêt xizan kir. Yek ji van jî Miks e. Hevalên me karên pir baş kirin. Qeyûmê tayînkirin tu xizmet ji vî gelî re nekir. Gelê me, hevalên me hilbijart. Tevî bêhiqûqtiyê jî nekarîn bi ser kevin. Ji ber ku gel dizaniya ew diz in. Ew ê veguherin partiya tabelayê û nekarin bikevin hilbijartinê. Gelê Kurd dê bi derewên wan nexape. Tavilê dev ji vî mejiyî berdin.”
Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Gulşen Kurt jî got ku polîtîkaya tunekirin û tunehesibandinê ya li dijî Kurdan didome û wiha pê de çû: “Ma AKP’ê di nava van 22 salan de ji bilî bêkariyê, komkujiyên jinan, talankirina xwezayê û dewlemendkirina alîgirên xwe ji bo vî welatî çi kiriye? Hûn jî rewşa Miksê dibînin Rê tune ye, av tune ye, tu tiştek tune ye. Piştre jî dest danin ser îradeya gel. Rêyên vî gelî 6 meh in girtî ne. Gelê me ev zilm dît lewma we qebûl nake. Hûn her carê li bariyerên gel diqelibin. Dev ji van polîtîkayan berdin. Her cara gelê me destê aştiyê dirêj dike hûn gelê Kurd tune dihesibînin û zilmê lê dikin. Ev gel dê xwedî li îradeya xwe dekeve. Hûn nikarin bi dosyayên çêker û bi kompasan îradeya gelê me xesp bikin. Van hevalan beriya hilbijartinê dosyayên xwe dan YSK’ê û pirsgirêk tune bûn, ma niha bû pirsgirêk? Hûn qanûnên xwe binpê dikin.”
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Nobet, bi serdana didome.