Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di daxuyaniya xwe de diyar kir ku pergala radarê ya ku dewleta Tirk li başûrê Minbicê bi cih kiriye, di çarçoveya Pêngava Şehîd Ezîz Ereb a Minbicê de hatiye hedefgirtin. Di dîmenên hatin parvekirin de roket ber bi erebeya pergala radarê li ser e, diçe û wê diteqîne.
QSD’ê daxuyand ku operasyona Minbicê ji bo tinekirina pêkhateyên leşkerî yên dewleta Tirk ku hewl dide li herêmê ava bike û li dijî hewldanên dagirkeriyê ye.
Di dîmenan de dema ku pergala radarê tê bêbandorkirin nîşan dide. Bi rûxandina raderê re operasyon bi serketî bi dawî bû.