Sêşem, 15 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Wekîlê Fransî bi fermî xwest ku serdana Îmraliyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Edalet û Hurmet ji bo Miriyan: Divê hurmet ji şîna Kurdan re bê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Tengkirina qada siyaseta demokratîk nayê qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê Giştî yê SYKP’ê Mertcan Tîtîz hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK ji bo temsîla Kurdan a li Neteweyên Yekbûyî li Brukselê konferansê lidar dixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo bidawîkirina fikaran divê mercên azad ji bo Birêz Ocalan bêne afirandin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG: Şehîdên me di dil û mejiyê me de neqişîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika sê şehîdan Refîka Nergiz: Ez bi wan serbilind im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Azadiya Îranê piştgirî da greva giştî ya li Rojhilatê Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê di salvegera Şoreşa ‘Jin, Jiyan Azadî’ de zextên xwe zêdetir kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Rejîma Îranê endamekî me li Kamyaran revandiye û êşkence kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi fuze û droneyan êriş bir ser Silêmaniyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Xaneqînê jinek hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bavê Jîna Emînî: Hezkirina mirovan bi hezaran ewlad tevlî malbata me kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star: Îradeya azadiyê ya jinan nikare bê tepisandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zaxoyê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Divê em bi rêxistinbûnek xurt xwedî li şoreşê derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo têkoşîna jinan a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Şahidê berxwedana Kobanê: 134 rojan me şahidî ji dîrokê re kir
Rojava

Şahidê berxwedana Kobanê: 134 rojan me şahidî ji dîrokê re kir

Şahidê berxwedana Kobanê Îsmaîl Mihemed Elî, êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser bajêr û rojên berxwedanê vegot. Elî, diyar kir ku têkoşîna li Kobanê hatî danîn ne tenê parastina bajarekî, di heman demê de parastina hebûna gel bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Îlon 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Îsmaîl Mihemed Elî, bi bîr xist ku bi krîza li Sûriyeyê di sala 2011’an de dest pê kir re Kurdan biryar girt ku bajar û qadên xwe yên jiyanê biparêzin û got ku berxwedana Kobanê jî encama vê fikrê ye.

Elî ku tevî çar zarokên xwe beşdarî berxwedana Kobanê bûye, anî ziman ku têkoşîn li dijî tu gel an civakê nehatiye meşandin û got: “Em ne li dijî tu kesî bûn. Ji bo me xeta sêyemîn xeta bingehîn bû û me li gorî wê gav avêt.”

‘LI KOBANÊ ME BIRYARA BERXWEDANÊ DA’

Elî diyar kir ku wan di dema bihurî de jî şahidî ji şer û berxwedanên li herêmên Kurdan re kirine û got ew beşdarî parastina Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî bûne.

Elî got, “Em xwediyê vê şoreşê ne û em ê wê biparêzin” û diyar kir ku wan li Kobanê jî bi heman têgihiştinê biryara berxwedanê dane. Elî, destnîşan kir ku wan li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şahidî ji berxwedana gel û şervanan re kirine û got ku tiştên qewimîn ji bo têkoşîna li Kobanê jî bûye tecrûbe.

‘EV ŞER ŞERÊ HEBÛN Û TUNEBÛNÊ BÛ’

Îsmaîl Mihemed Elî, bi bîr xist ku êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser Kobanê di 15’ê Îlonê de dest pê kirine û diyar kir ku bajar ji sê aliyan ve hatibû dorpêçkirin. Elî, da zanîn ku plana li ser Kobanê ne tenê ji êrîşên DAÎŞ’ê pêk dihat û got ku hêzên cuda jî di vê pêvajoyê de rol lîstine.

Elî got: “Plana wan ketina Kobanê bû. Kobanê di nav dorpêçeke pir giran de bû. Di 15’ê Îlonê de êrîş dest pê kirin û ji sê aliyan ve êrîşî bajar kirin. Ev şer, şerê hebûn û tunebûnê bû” û bal kişand ku îmkanên di destê wan de pir kêm bûn.

Elî diyar kir ku DAÎŞ’ê bi çekên giran êrîş dikir, lê wan bixwe bi çekên ferdî û sivik parastin dikir û tevî vê yekê jî dest ji berxwedanê bernedan.

‘DI DESTÊ ME DE TENÊ ÇEK Û ÎRADEYEKE XURT HEBÛ’

Elî anî zimên ku ji bo Kobanê nekve pir ciwanan jiyana xwe feda kirine û di dema berxwedanê de çalakiya fedaî jî hatine kirin. Elî wiha axivî: “Ji başûr, rojhilat û rojava ve êrîşên li ser Kobanê dest pê kirin. Gelek çalakiyên fedaî hatin kirin. Îmkanên me pir kêm bûn. Di destê me de tenê çekên me û îradeyeke me ya xurt hebû.”

Îsmaîl Mihemed Elî, diyar kir ku hêza herî girîng a berxwedana Kobanê, biryardariya şervanan û piştgiriya gel a ji bo berxwedanê bû.

TEVÎ ÇAR ZAROKÊN XWE DI NAVENDA ŞER DE BÛ

Elî, da zanîn ku di şert û mercên herî giran ên şer de tevî çar zarokên xwe li Kobanê bûye û birçîbûn, tîbûn û mirin bibûn parçeyekî jiyana rojane. Îsmaîl Mihemed Elî got: “Ez û zarokên xwe di nav şer de bûn. Bi komek mirovan re me li ber xwe dida. Birçîbûn, tîbûn û mirin li ber çavên me bû. Tevî vê yekê jî em pir bihêz bûn û rihê berxwedanê di nav me de hebû.”

Elî dema ku mercên dijwar ên şer vedigot bîranînek xwe jî parve kir û got ku rojê parîkek nanê ku dîtibûn bi temamî kifikî bibû, lê ji ber birçîbûnê wan dîsa jî ew nan di nav xwe de parve kir û xwariye.

Elî, spasiya gelê Bakurê Kurdistanê jî kir ku piştgirî dabûn berxwedana Kobanê.

‘DIJMIN DIGOT EW Ê KOBANÊ DI ÇEND SEATAN DE BÎNIN XWARÊ’

Elî diyar kir ku DAÎŞ’ê bawer dikir wê di demeke kurt de Kobanê bi dest bixe, lê ev yek pêk nehat û wiha domand: “Wan difikirî ku ew ê di nav çend seatan de Kobanê tune bikin. Bawer nedikirin ku ciwanên Kobanê dê wan li Kobanê rawestînin” û destnîşan kir ku berxwedanê 134 rojan dom kir.

Elî, diyar kir ku di vê pêvajoyê de ji çar parçeyên Kurdistanê Kurd berê xwe dan berxwedana Kobanê û got: “Heta dawiyê biryara me ev bû: Heke ji nav me kesek tenê jî bimîne em ê Kobanê bernedin. Me ev xet hilbijart û em heta dawiyê li ser vê xetê man.”

‘RIZGARKIRINA KOBANÊ MÎNA ROJEK CEJNÊ BÛ’

Elî, diyar kir ku di encama berxwedanê de Kobanê ji DAÎŞ’ê hat rizgarkirin û ev roj wekî cejnekê bi nav kir. Elî got: “Kobanê bi ser ket û hat rizgarkirin. Ciwanan ji bo hemû cîhanê şer kir û hemû cîhan ji DAÎŞ’ê rizgarkir” û destnîşan kir ku li pey Kobanê li herêmên mîna Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê jî li dijî DAÎŞ’ê têkoşîn hat meşandin.

Îsmaîl Mihemed Elî, diyar kir ku di dema vê têkoşînê de gelê Ereb ê li herêmê dijî jî hat parastin û da zanîn ku berxwedana Kobanê ne tenê ji bo Kurdan, ji bo gelên cuda yên li herêmê jî tiştekî pir girîng bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DYE’yê cara yekem eşkere kir ku li fezayê çekên wê hene
Nûçeya Pişt re Hişê Çêkirî dikeve rojeva Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nûnerên MEBYA-DER’ê li komîsyonê axivîn: Em nikarin hestiyên zarokên xwe jî bigrin

Nûnerên MEBYA-DER’ê ku di civîna 14'emîn a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê de êşên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Îranê ‘tecrîda termal’: Germahî 50 pile ye

Îranê ji ber pêla germahiya zêde ku di navbera rojên Şemî û Yekşemê de pileya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji gerîlayên YJA Starê piştgiriya berxwedana Rojava

Li Qadên Parastina yên Medyayê komek ji gerîlayên YJA Starê ji bo berxwedana Rojava peyama…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Mazlûm Ebdî sersaxî da malbatên şehîdên Kobanê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlûm Ebdî bi Gerînendeyê Herêma Kobanê re hevdîtin kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Gelê Cizîrê ji bo Kurdî li qadan e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?