Li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê şanoya “Kurdsitan” hat lîstin. Şanoger, derhêner, Hêzên Cewherî, komên şanoyê û gelek kes tevlî şanoyê bûn.
Şano balê dikêşe bi ser berxwedana gel, welatpêrêzî û neqebûlkirina êşkence û têkoşîna li hemberî wê.
Di bernameya şanoyê de Hevserokê (TEV ÇAND) Osman Kobanê axivî. Osman Kobanê da zanîn ku ew 1’ê Mijdarê Roja Koban ya Cîhanê ji bo tevahî gelan rojek taybet e û got: “Em ê bi ruhê berxwedêr ên şehîdan li hemberî dijmin têkoşînê xurt bikin û azadiya xwe bi dest bixin.”