Li ser banga şeş partiyên siyasî û rêxistinên li Rojhilatê Kurdistanê kar dikin, îro greva giştî li Rojhilatê Kurdistanê hebû.
Aktîvîst, malbat û girtiyên siyasî, mexdûrên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’, xwendekar û partiyên siyasî yên tevlî greva giştî bûn, dixwazin cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî hatiye birîn bê betalkirin.
Pexşan Ezîzî 23’ê Tîrmeha 2024’an hate binçavkirin û piştre Şaxê 26’an ê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê cezayê darvekirinê lê birî.
Parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî Emîr Reîsiyan 8’ê Çileyê bi daxuyaniyekê ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatiye birîn erê kiriye.