Şehîd Guven Doza (Cansel Dûrsûn) malbateke ji Agiriyê bû û li Kocaeliyê ji dayik bû. Guven Doza ciwanek ku di armancên xwe de zelal bû, di salên zanîngehê de tevgera azadiyê nas kir. Guven di gelek qadên têkoşînê de cih girt, di sala 2016’an de bi baweriyeke mezin tevlî nava refên gerîla bû. Weke milîtaneke jin di şer de bi rola pêşengtiyê rabû û çalakiyên ku derbên giran li dijmin dixin li dar xist. Şehîd Guven piştî serpêhatiyên xwe yên gerîla yên li Zagrosê, bi pêşniyara xwe di sala 2017’an de tevlî xebatên Hêzên Taybet bû.
Gerîla Guven ku di nava Hêzên Taybet de bi keda xwe ya serketî, pêşengiya hemû hevrêyên xwe kir, li ser şopa Zîlanan û Semayan meşiya. Ji bo felsefeya Rêber Apo baştir fêm bike û bike bingeha jiyana xwe, lêgerîna xwe domand. Guven her roja ku derbas dibû bi sekna xwe ya leşkerî û bîrdozî xwe pêş dixist û bi taybetî bi sekna li ser xeta azadiya jinê bû gerîlayeke YJA Starê. Gerîla Guven Doza ku heta nefesa xwe ya dawî li dijî êrîşên dewleta Tirk li ber xwe da, di Tîrmeha 2022’yan de bi hevrêya xwe Vorîn Qesasê Welat (Rakip Kûşlû) re tevlî karwana şehîdan bû.
DIVÊ MIROV ZANIBE BÊ WELATÊ ME ÇAWA HAT DAGIRKIRIN
Gerîla Guven Doza beriya şehadeta xwe di rojnivîska xwe de fikrên xwe yên li ser Rêber Apo û PKK’ê bi van gotinan vedibêje: “Dema ku ez tevlî tevgera azadiyê bûm, min giranî da ser ku Rêber Apo ji nêz ve nas bikim û felsefeya wî rast fêm bikim. Rêbertî ji me çi dixwaze, ji gel û ciwanên me çi dixwaze? Armancên min her gav bersivdayîna van pirsan û beşdarbûna rast bû. Di heman demê de hewce bû ku ez wateya hevaltiya hevalên xwe fêm bikim. Tiştekî din ê ku min dixwest pêşî fêr bibim jî ev bû; ji bo ez bigihijim armancên xwe, divê tevlî Hêzên Taybet bibûma.
Mirov di nava Hêzên Taybet de ruhê Apoyî hîn zêdetir dijî dide jiyîn. Yanî cihê ku armancên Rêbertî lê pêk werin ev der e. Ji ber vê yekê min fêm kir ku cîhê ku ez lê digerim ev der bû. Min li vir gav avêt ku bibim miroveke şoreşger. Derfeta min çêbû ku ez xwe, gelê xwe û welatê xwe bêtir nas bikim. Divê her yek ji me zilma li ax û welatê me tê kirin bizane û li gorî vê rastiyê bikaribe gavên şoreşgerî biavêje. Tenê wê demê em ê bersivê bidin êrîş û dagirkeriya dijmin. Ji bo ku hûn dijminê xwe nas bikin, pir girîng e ku hûn bizanin ka welatê we çawa hatiye dagirkirin. Yên ku dijminê xwe nas nekin, nikarin pêşî li dagirkeriyê bigirin û li dijî dagirkeriyê şer bikin. Di xeta fedaîtiyê de min fêm kir ku divê ji bo gelê Kurd pêwîst e em çi bikin. Rastiya Kurdistana dagirkirî li ber min bû. Min dizanibû ku peywira min e ku ez vê rastiyê rast fêm bikim û hêviya bi mîlyonan mirovan ji me heye.
Ji bo vê têkoşîn û xebat pêwîst e. Dema ku ez vê yekê fêm bikim, ez dikarim rastiya Rêber Apo baştir fêm bikim û bigihêjim armancên xwe. Li pêşberî me rastiya Rêbertî, rastiya gelê bindest heye. Ev dihêle ku mirov têkeve nava lêgerînên pir cidî. Her çiqasî weka kes ji pêvajoyê re nebûm bersiv jî hesta min a tolhildanê ya li hemberî dijmin roj bi roj mezin bû. Ji bo min meşa li ser xeta fedaî tê vê wateyê ku divê em derbên girantir li dijmin bixin. Divê em bi hestên tolhildanê nêzî dijmin bibin. Ji bo em dijminê xwe têk bibin, divê em di her warî de xwe pêş bixin. Hemû hewlên min ew e ku di warê leşkerî de xwe pêş bixim û derbên mezin li dijmin bidim.”