Di roja 178’an a şerê navbera Îsraîl-Hamasê de Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê bîlançoyeke nû eşkere kir.
Li gorî vê yekê li Şerîda Xezeyê ku nêzî 6 meh in şer lê dewam dike, di êrîşên Îsraîlê de 32 hezar û 845 kes hatin kuştin.
Wezaretê diyar kir ku 75 hezar û 392 kes jî birîndar bûne. li gorî heman çavkaniyê di nava 24 saetên dawî de 63 kes hatine kuştin.