Li Şirnexê derbarê 17 jinên ku xwestin di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser jinan a Navnetewî de daxuyaniyê bidin û hatin binçavkirin û nûçegihana me Zeynep Dûrgût a daxuyanî dişopand de bi îdiaya “Li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan derketine” doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li Dadgeha Ceza ya Asliye ya Şirnexê hate dîtin. Rojnamevan Zeynep, 5 jinên tên darizandin û parêzerên wan tevlî danişînê bûn. Dadgerî bi hinceta cih nîne rojnamevan negirtin eywanê. Li ser îtîraza rojnamevan Dûrgût û parêzeran rojnamevan girtin eywanê.
Jinên ku parastin kirin, dan zanîn ku ji ber 25’ê Mijdarê tevlî daxuyaniyê bûne lê polîsan li dora wan barîkat danîne, bi lêdanê ew binçavkirine û li dijî polîsan li ber xwe nedane. Zîlan Yamanê jî anî ziman ku polîsan jinên tevli daxuyaniyê bûn dorpêç kirin û destûr neda ku ji dorpêçê derkevin û bal kişand ku polîsan bi zanebûn mudaxileyî wan kirine û ew derb kirine.
Rojnamevan Zeynep Dûrgût a pişt re parastin kir jî wiha got: “Mixabin jinên ku ji bo tundiya li dijî jinê şermezar bikin dixwestin daxuyaniyê bidin, li wir rastî tundiyê hatin.” Dadger, gotina Dûrgûtê birî û hişyar kir ku ne têkildarî giringiya rojê têkildarî sûcdariyên derbarê xwe de hişyariyê bike. Dûrgût, diyar kir ku ji ber rojnamevanê ji bo daxuyaniya jinan bike nûçe û wiha berdewam kir: “Me weke 3 rojnamevanan daxuyanî şopand. Beriya daxuyaniyê polîsên ku hatin cem me tevî dizanin em rojnamevan in jî hewl dan dest deynin ser kamerayên me û kişandina me ya dîmenan asteng bikin. Min jî got ez rojnamevan im û li dijî polîsî derketim ku dest deynin ser kamerayê. Bi min re destên hevala min a rojnamevan a li gel min daxuyanî dişopand, bi pişt ve hatin kelemçekirin û em hatin binçavkirin. Ji ber em hatin binçavkirin xebatên me yên rojnamevaniyê hatin astengkirin. Ji ber em hatin binçavkirin xebata me ya rojnamevaniyê hate astengkirin, mafê raya giştî yê agahî wergirtinê hate binpêkirin. Bi pişt ve destên min kelemçe kirin û li wesayîta binçavkirinê hatin siwarkirim, rastî heqaret û tundiya polîsan hatim. Kamera min û trîpota min hatin şikandin.”
Dadger ji Dûrgûtê re pirsa “Hûn beriya niha rastî tundiya mêr hatin gelo?” pirs kir û got: “Ez vê ji derveyî dozê dipirsim.” Piştî ku Dûrgûtê got pirs fêm nekiriye, dadger got ku “Bila danişîn bi dawî bibe ez wisa pirs bikim.” Dûrgût a ji cihê mayî parastina xwe domand wiha got: “Li wir kesên mexdûr em in. Şûna ku derbarê kesên tundî kirine de lepirsîn were destpêkirin, doz li me hate vekirin. Min anonsa polîsan a ‘belav’ bibin ne bihîst, ez bibîhizm jî nikarim ji wir veqetim ji ber ku ez rojnamevan im, ji bo ku karê xwe bikim li wir bûm. Çima ji wir veqetim?”
Piştre parêzerê Dûrgût, Samet Ataman ê mafê axaftinê wergirt, bi gotina “Di vê dosyayê de kirineke li dijî qanûnê nîne” bertek nîşan da ku têkildarî daxuyaniya jinan daye lêpirsîn hatiye vekirin.
Ataman, bal kişand ku rojekê beriya daxuyaniya jinan di 24’ê mijdarê de polîsan mudaxileyî çalakiya ku AKP’ê kiribû nekirin û wiha got: “Qedexe tenê ji bo mûxalîfan û HDP’ê hene.” Ataman, wêneyên jinên ji bo tevlî daxuyaniyê bûne hatine derbkirin nîşanî dadger dan û wiha berdewam kir: “Heke giliyên me li van polîsên tundî kirine bi dozê encam girtibûna, kesên tevlî daxuyaniyê dibûn rastî tundiya polîsan nedihatin. Polîs muwekîla min Zeyneb Dûrgût nas dikin. Bi dilxwazî mudaxile kirin.” Ataman, bi bîr xist ku dozgerê ku derbarê muwekîlên wî de îdianame amadekiriye û dozgerê danişînê heman kes in û anî ziman ku dê dozger ji muwekîlên wî re cezayî bixwaze.
Dozgerê piştî parastina parêzer nêrîna xwe ya derbarê esasê de aşkere kir, xwest ku kêmasiyên dosyayê bên temamkirin. Şandeya dadgehê, doz taloqî 27’ê hezîranê kir.