Şewata daristanan a roja Çarşemê Ores a li herêma Aragon a nêzîkî bajarê Zaragozayê yê li bakurrojhilatê Spanyayê dest pê kir, bi lez belav dibe û bandor li zêdetirî 12 hezar hektar erdî kir.
Berpirsê Ewlehiya Hikûmeta Herêmî ya Aragonê Roberto Bermudez Castro diyar kir ku xebatên vemirandina şewatê bi tevahiya şevê bi zehmet derbas bûye û da zanîn ku qada şewitiye ji 12 hezar hektaran zêdetir e.
Ji ber şewatê pênc gundên nêzîkî herêma berbehs hatine valakirin û hate diyarkirin ku tu welatiyan jiyana xwe ji dest nedaye.
Di xebatên vemirandina şewatê de zêdetirî 450 tîmên agirkujiyê, nêzîkî 300 leşker 30 balafir cih digirin. Rêveberiya herêmî diyar kir ku tevî mudaxeleya zêde jî şewatê bi tevahiya şevê berdewam kiriye.
Her wiha sala borî jî di 9’ê Tîrmehê de li bajarê Endulus ê Spanyayê şewateke mezin derketibû û di encamê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 7 hezar hektar erd şewitîbû.
SALA BORÎ 393 HEZAR ERD ŞEWITÎ
Li gorî daneyên Pergala Agahiyên Şewatên Daristanan a Ewropayê (EFFIS), di sala 2025’an de li Spanyayê zêdetirî 393 hezar hektar erd di encama şewatan de bûne xwelî.
Ji destpêka salê heya niha jî li welêt zêdetirî 72 hezar 488 hektar erd şewitiye.

