Buroya Hiqûqê ya Gel ragihand ku di serdegirtina polîsan a li ser buroyên parêzerên ku endamên wan in de 4 kes hatin binçavkirin.
Buroya Hiqûqê ya Gel têkildarî serdegirtina polîsan li ser hesabê medyaya dijîtal peyamek weşand û got: “Endamên me parêzer Betul Vangolu Kozagaçli, Seda Şaraldi, Dîdem Baydar Unsal û Berrak Çaglar hatin binçavkirin. Em ê serî li ber cesareta ku bi hincetên çêkirî bi ‘şikandina deriyan’ êrîşî buroyên parêzeran dikin, serî netewînin. Em li dijî êrîşên bi keyfî li ser piyan in.”